BI DÎMEN

Komîteya Ekolojiyê ya Şengalê bi gelê Serdeştê re civînek li dar xist 

Endamê Komîteya Ekolojiyê ya Şengalê Xelef diyar kir ku ji bo parastina xwezaya Şengalê wê xebatên xwe bidomînin û got: ‘’Ji bo parastina ekolojiya Şegalê em ê bi gel re civînan li dar bixin."

Komîteya Ekolojiyê ya Şengalê têkildarî talankirina xwezayê û rewşa hewayê bi niştecihên Serdeştê re civînek li dar xist. Civîn bi qasî 5 seatan dewam kir û di civînê de qala talankirina xwezaya Şengalê hate kirin.

Li gel endamên saziyan û gel jî beşdarî civînê bûn û di civînê de qala rewşa Şengalê ya niha hate kirin. Her wiha xemsariya dewleta Iraqê ya li hemberî civaka Êzidî jî hate nîqaşkirin û rexne kirin.

Endamê Komîteya Ekolojiyê ya Şengalê Xelef Sîncar têkildarî komployên li ser ekolojiya Şengalê ji ANF’ê re axivî û wiha got: "Di sed salên derbasbûyî de gelek hewldan hatine dayîn ku xwezaya Şengalê were talankirin û di xwezaya herêmê de guhertin pêk werin.’’

PROJEYA AVÊ HETA NIHA TÊ SEKINANDIN

Xelef Sîncar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên qirêj ên dewleta Iraqê yên li ser herêma Şengalê û ev yek anîn ziman: ‘’Ji bilî herêma Şengalê hemû bajar, bajarok, komelgeh û gundên Iraqê ji av Dîcle û Firatê para xwe digirin. Di sala 1970’yan de dewleta Iraqê xwest ku ava Dîcleyê li ser herêma Şengalê ji gundewarên Ereban re bibe. Lê belê ji ber ku wê herêma Şengalê jî ji wê avê sûd bigirta, proje hate betalkirin. Parek xwe jê bi girta ew proje hate betal kirin û projeya navborî heya roja me ya îro jî tê sekinandin.’’

Her wiha Sîncar da zanîn ku xwezaya Şengalê tê talankirin û wiha pêde çû: "Di salên 1970’yî de ji aliyê rejîma Sedam Huseyîn ve her roj xwezaya Şengalê û çiyayên wê dihatin şewitandin û talankirin. Rejîma Sedam gelek caran xwest ku gelê li herêmê ji çiyayan dûr bixe. Lê belê gelê herêmê ev yek qebûl nedikir. Ji ber wê yekê ji gelê Şengalê re komelgeh hatin avakirin û gel ji çiyayan hatin derxistin û li deştê hatin bicihkirin. Ev yek bû sedem ku bi dehan kanî û rezên Şengaliyan tine bibin.”

Endamê Komîteya Ekolojiyê ya Şengalê Xelef anî ziman ku ew ê ji bo parastina xwezaya Şengalê xebatên xwe bidomînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Me weke erkekî li ser xwe girt ku em bi tevahiya gelê Şengalê re civînan li dar bixin û ji bo parastina ekolojiyê di nava gel de nîqaş û gotûbêjan pêk bînin. Em di çarçoveya mijarên weke; ‘em ê çawa karibin xwedî li ekolojiya xwe ya heyî derbikevin û gele me wê çawa di nava  xwezayeke bitendurist de bijîn’ de têkiliyên xwe didomînin. Em weke  Komîteya Ekolojiyê ya Şengalê van yekan ji xwe re weke erkekî bingehîn dibînin.’’