Eşîrên Iraqê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan: Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye

Gelek serokên eşîrên Iraqê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin; “Em banga rawestandina sûcên dermirovî yên dewleta Tirk dikin.”

Bertekên ji Iraqê yên li hemberî êriîên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê didomin. 39 serokên eşîran ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk metna hevpar îmze kirin.

Serokên eşîrên li Iraqê di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku Tirkiye ji bo dagirkirina Iraqê destekê dide çeteyên DAÎŞ’ê û destnîşan kirin ku yê li dijî wê şer kiriye PKK ye.

Di daxuyaniya serokên eşîran de ku gihiştiye ber destê ajansa me Rojnewsê wiha hate gotin; “Êrîşên sîstematîk yên Tirkiyeyê yên li dijî gel û xwezaya Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Gund û bajar tên valakirin; tên wêrankirin û jiyana mirovan dixe xeterê. Xelk ji neçarî malên xwe terk dikin û hewl tê dayîn ku herêm bibe herêmeke leşkerî.”

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Em dizanin ku Tirkiye niha li dijî PKK ya ku li dijî DAÎŞ’ê şer dike, ji DAÎŞ’ê destekê distîne. Armanca sereke ya vê yekê jî dagirkirina hinek navçeyên Iraqê û bi taybet gelê Kurd e. Ev êrişên hovane sûcê şer in û bandorê li xwezaya mirovan dike. Ev sûcên ku bi hevkariya PDK’ê tên kirin, li ber çavên hikûmeta Bexdayê, civaka navnetewî, Amerîka û hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ’ê pêk tên.”

Di dawiya xwe de serokên eşîrên Iraqê ev bang kirin: “Em weke eşîretên birûmet yên Iraqê û serokên wan, van êrişên sîstematîk red dikin û bang li civaka navnetewî, hikûmeta Bexdayê û Parlamentoya Iraqê dikin ku ji bo rawestandina van êrişên Tirkiyeyê berpirsyartiya xwe ya mirovî, exlaqî û qanûnî bi cih bînin.”

LÎSTEYA ÎMZAVANAN

Serokên eşîrên ku daxuyanî îmze kirin ev in:

“Şêx Yaser Câsim el-Adîb – Eşîra Bo Butoş
Şêx Vasfî el-Ubeyd – Eşîra El Ebî
Hemed Reşîd Hemed el-Feyhan el-Me'mûrî
Şêx Elî el-Emad es-Sekban – Eşîra el-Bıdiyr
Tarik Abdulhesen Mez’al el-Ghazali – Eşîra el-Gezalet
Şêx Hâbâr Ubeyd el-Ferhud - Eşîra Qureyş
Şêx Feysel Şakir el-Kamendar – Eşîra Benî Lam
Şêx Salih Îsa el-Umran – Eşîra Benî Ijêl
Şêx Elî Haşim el-Mubarek el-Nafîî – Eşîra el-Bu Nefae
Mîr Mihemed Suban El-Şiblawî – Eşîra Şiblawî
Şêx Elî Ehme el-Hatim el-Hesenwî – Eşîra Benî Hesen
Şêx Sead Hesen El Xuyon – Eşîra El-Sray
Şêx Xalid Etar Falih el-Kesab – Eşîra Kuleyb El-Texalibe
Şêx Racih el-Hacî Hicce – Eşîra el-Bu Ciyaş
Şêx Ferhud El-Şelan El-Silêman – Eşîra Benî Zeîd
Şêx Kazim Natur Seud el-Ebdili el-Ensi – Eşîra el-Ibabille
Şêx Musir Muhyisin El-Şecan – Eşîra El-Tubî Benî Hecim
Şêx Hesen Yûsif el-Dûreysawî – Eşîra Deaisat
Şêx Hemud Falih el-Xiyûn – Eşîra Benû Esed
Şêx Teklif el-Ebıd Elî el-Daneh – Eşîra Cibûrî
Eşîra Şêx Elî Eraybî el-Saadî- el-Sewadî
Mîr Maan Casim Mezher – Eşîra Zubeyd
Şêx Huseynê Mehewî Bendewî
Şêx Xalid el-Midih- Eşîra Aacib
Şêx Husên Elî Xeyûn – Eşîra Ebûdî
Şêx Mihemed Ebdul Emîr El-Şelan – Eşîra Egara
Şêx Feysel Şahir Kemandar- Eşîra Benî Lem
Şêx Erşah El Beniye El Malikî – Eşîra Benî Malik
Şêx Fewaz El-Şelan – Eşîra Serdar
Şêx Mucil Elî El-Weqaa – Eşîra Cibûr
Şêx Hatim Elî Silêman – Eşîra Duleym
Şêx Vasfî el-Asî – Eşîra Ubeyd
Şêx Haşim el-Abdullah el-Nammas – Eşîra el Sade Buselamah
Şêx Hesenê Mîrzacindo- Eşîra Fekara el-Êzidîn
Şêx Sebah Xazî el-Heneş – Eşîra Tayî
Şêx Casim Mihemed El Muterî – Eşîra Muterî
Şêx We'amîd el-Me'mûrî – Musewiye: Eşîra Musewiye
Şêx el-Qadî Elî Samî el-Sahil – Eşîra Benî Temîm
Şêx Ehmed El-Beşa El-Zubeyîr – Eşîra Ciden.”