BI DÎMEN

‘Divê gel li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe bide’

Çavdêrê siyasî Edhem Cum’e wiha got: “Tirkiye bi sedan tankan dagirkeriya seranserî ragihandiye û divê gel li dijî vê dagirkeriyê rabe û li ber xwe bide.”

Çavdêrê siyasî yê başûrê Kurdistanê Edhem Cum’e li ser mijarên wekî êrişên dewleta Tirk a dagirker û dagirkirina navçe û bajarên başûrê Kurdistanê ji aliyê wê ve, her wiha hevkariya PDK'ê ya ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê, bêdengiya Hikûmeta Iraqê û partiyên Başûr û fikarên gel ên ji ber dagirkirina axa başûrê Kurdistanê û çend mijarên têkildarî vê rewşê ji ANF’ê re axivî.

Çavdêrê siyasî Edhem Cum’e têkildarî dagirkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve wiha got: “Ew tiştê ku artêşa Tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê dike, dagirkirina seranserî ye û karesat e. Ji wê xerabtir ew e ku artêşa Tirk a dagirker bi fermî hatiye, yanî dagirkeriya xwe veşartî nake û çend aliyan bi taybetî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşek ji Hikûmeta Iraqê ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê hevkariya Tirkiyeyê dikin. Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku peymaneke stratejîk heye di navbera wan aliyan de ku piştgiriya dagirkirina başûrê Kurdistanê dikin.”

Her wiha Edhem Cum’e li ser bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya li hember dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK û malbata Barzanî ve ev tişt anîn ziman: “Wekî em dizanin, Hikûmeta Iraqê ji bo avê peymaneke veşartî kiriye, lewma li hember wê dagirkeriya ku artêşa Tirk a dagirker pêk tîne, bêdeng e. Lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK tenê ji bo mayîna malbata Barzanî li ser desthilatdariyê hevkariya artêşa Tirk a dagirker dikin. Artêşa Tirk a dagirker bi rêya zincîra tankên xwe desthilatdariya malbata Barzanî diparêze.”

‘DIVÊ GEL LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ LI BER XWE BIDE’

Edhem Cum’e amaje bi girîngiya berxwedana li dijî dagirkeriya artêşa Tirk kir û wiha got: "Ev êriş û dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker karesat e ji bo Herêma Kurdistanê û gelê wê. Ev yek dagirkeriya Osmanî ye û yê ku dîrokê bixwîne dizane ku artêşa Tirk a dagirker biçe ku derê, ji wir dernakeve û wêrankariyê dike. Dagirkeriya Tirkiyeyê ne wek dagirkeriya welatên mezin e, avakirinê nake, dagirkariya Tirkiyeyê wêrankirin e. Divê gel li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk ji aliyê siyasî û leşkerî ve helwesteke xurt nîşan bide, berxwedanê li dijî vê dagirkeriyê bike, ne ku tenê daxuyaniyan bide. Partiyên Şîe yên Iraqê helwestên gelek baş û tund nîşan didin li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û helwesta wan ji partiyên Kurdî yên Herêma Kurdistanê gelek  çêtir e.”

‘TIRKIYE ÇAWA KU ÇETEYÊN SÛRIYEYÊ DIFIROŞE, DÊ PDK'Ê JÎ BIFIROŞE’

Edhem Cum’e da zanîn ku armanca artêşa Tirk ne aliyekî siyasî ye, dagirkirina hemû herêmê ye û wiha domand: “Ne tenê PDK, her wiha partiyên din jî ji ber berjewendiyên xwe biryar dane ku li hember dagirkeriya artêşa Tirk bêdeng bimînin. Lê bila PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş bizanin ku çawa Tirkiyeyê çeteyên xwe li Sûriyeyê bi rûniştineke bi 'Beşar Esed' re firotin, bi heman awayî dê vê desthilatdariya PDK'ê û hikûmeta wê jî bifiroşe. Divê PDK û Hikûmeta Herêmê û partiyên din baş bizanin ku ev êriş û dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker ne tenê ji bo jinavbirina aliyekî siyasî ye. Bo nimûne, li herêma Başîkê ya li Mûsilê PKK tune ye, lê baregeheke leşkerî ya mezin a artêşa Tirk li wir heye. Ji ber vê yekê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina hemû Başûr e.”

Edhem Cum’e behsa metirsiyên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker dagirkeriya seranserî li başûrê Kurdistanê ragihandiye, lewma bi sedan tank û zirx anîne. Ev yek dagirkeriyeke eşkere ye û Erdogan û Hikûmeta Tirkiyeyê dixwazin bizanin dikarin vê dagirkeriyê heta ku bibin. Bi vî awayî pêşveçûna artêşa Tirk a dagirker tê wê wateyê ku Amerîkayê lembeya kesk jê re vêxistiye.”

Çavdêrê siyasî Edhem Cum’e di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kirin: “Divê gelê Kurd xwe rêxistin bike û li dijî dagirkeriya artêşa Tirk li ber xwe bide. Bi baweriya min tenê gel bi piştgiriya xwe û piştgiriya aliyên Şîe yên li dijî Tirkiyeyê dikarin li dijî Tirkiyeyê rawestin, ji ber ku artêşa Tirk a dagirker hatiye û heta ku em li dijî wê ranewestin, ew venagere.”

Li ser dijberiya dewleta Tirk a dagirker a li hember gelê Kurd û hewldanên wê yên ji bo jinavbirin û qirkirina gelê Kurd Edhem Cum’e wiha got: “Ew dîrokeke gelek zelal e ku Tirkan her tim dijberiya Kurdan kiriye û hewl dane Kurdan ji nav bibin. Lê mixabin ezmûna siyasî ya partiyên Kurdî tune ye. Dîrokeke dûr û dirêj a djberiya Tirkan li hember hemû Kurd û başûrê Kurdistanê heye. Di serdema rejîmên berê yên Iraqê de Tirkiyeyê li dijî Kurdan destêwerdan dikirin. Dema ku rejîmên berê yên Iraqê hewl dida ku bi hêzên Kurdî yên başûrê Kurdistanê re lihevhatinê bike, Tirkan ev yek qebûl nedikir. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker biryar daye ku hebûna wê girêdayî tunebûna Kurdan e, Tirkan ev biryar daye, lewma pêwîst e em Kurd xwe rêxistin bikin da ku em bikarin li dijî vê dagirkeriya Tirkiyeyê rawestin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Edhem Cum’e hişyarî da û ev tişt anîn ziman: “Bê guman ev dagirkeriya Tirkiyeyê berî her tiştî dê hikûmet û statûya Herêma Kurdistanê ji nav bibe, dê statûya Herêma Kurdistanê bide nîqaşkirin. Gotegot hene ku dibêjin plana Tirkiyeyê ew e ku wan herêman radestî komên terorîst ên Îslamî bike, ev  yek jî karesatek e ji bo hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê, ewil dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji nav bibe û paşê jî dê xelkê wê ji nav bibe. Ji ber vê yekê, divê em hişyar bin û di demeke zû de em xwe rêxistin bikin û li dijî vê dagirkeriyê rawestin. Ji ber ku ev dagirkeriya artêşa Tirk a dagirkeriyeke seranserî ye.”