Sewqiyat û êrîşên dagirkeran didomin

Dewleta Tirk a ku sewqiyata xwe ya leşkerî, li Şêladizê didomîne, bombe li qada Biradostê barand.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker gelek wesayîtên zirxî û kamyon sewqî nahiyeya Şêladizê ya ya Duhokê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker sewqiyata leşkerî dîsa di bin çavdêriya PDK’ê de pêk anî.

Dewleta Tirk bi dijwarî êrîşên hewayî li ser herêmên sînor ên Biradostê pêk anî. Hat diyarkirin ku di bombebaranê de li herêmê şewateke mezin derketiye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, herêmên Darista, Kem Kora, Gerwî Robî, Ruwala û Pingosta yên Biradostê hatin bombebarankirin.