HPG: 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Geverê, Metîna û Zapê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA BÊ NAVBER DEWAM DIKIN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li Geverê;

17’ê Tîrmehê 3 kamerayên mobesse yên ku artêşa Tirk a dagirker li qadên Gundê Civyan, Şargulata û Gundê Sêgûza yên Geverê bi cih kirî, hatin tespîtkirin û îmhakirin.

Li Herêma Metînayê;

19’ê Tîrmehê di saet 20.00’an de bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Dergelê hate xistin. Derb li çeperên dagirkeran hate xistin û 2 çeper îmha bûn. Dagirkeran xwestin mudaxileyî çalakiyê bikin, lê bi rengekî hemwext derbe li 2 çeperên din jî hate xistin. Li vir 2 çeper hatin îmhakirin û 4 dagirker hatin cezakirin.

Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

17’ê Tîrmehê bi taktîka sekvaniyê mobesseya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hate îmhakirin.

18’ê Tîrmehê di saet 05.40’an de dagirkeran xwestin kameraya mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatî îmhakirin, biguherin. Lê bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

19’ê Tîrmehê di saet 18.00’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk derbe lê hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker, bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

18’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

18 û 19’ê Tîrmehê qadên Lolan, Kolît û Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê 9 caran, qadên Avtehlê, Deşta Kafya, Spîndarê, Kanî Gûzê, Girgaşê û Mijê yên herêma Garê 10 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 6 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

20’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”