BI DÎMEN

Li Kerkûkê şehîd Soran Mame Heme hate bîranîn

Şehîdê pênûsê, Soran Mame Heme di 16’emîn salvegera qetilkirina xwe de ku bi destê PDK û malbata Barzanî hatibû qetilkirin, li Kerkûkê hate bîranîn.

ŞEHÎD SORAN MAME HEME

16 sal berî li bajarê Kerkûkê rojnamegerê wêrek û ciwan, Soran Mame Heme, ji aliyê hêzên malbata Barzanî ve di 21’ê Tîrmeha 2008’an de li ber mala xwe hate qetilkirin. Lê heta niha sûcdarên vê kiryara terorîstî nehatine cezakirin. Piştî şehîdketina Soran Mame Heme ji ber wêrekî û zindîbûna pênûsa wî nasnavê “Şehîdê Pênûsê” lê hate kirin.

Îro saet di 10’ê sibehê de, li ber Keleha Kerkûkê bi merasîmekê bi beşdariya malbata şehîd û gelek rojnamevan, çalakvan û kesayetiyên rewşenbîr ên bajêr, di 16’emîn salvegera qetilkirina Soran Mame Heme de wêneyê wî hate daliqandin.

‘PDK’Ê SORAN QETIL KIR’

Birayê şehîd Soran, Ferman Mame Heme li ser şehîdkirina birayê xwe ji ANF’ê re axivî û got: “Em wek malbata şehîd Soran, spasiya hemû rojnamevan, malbat û azadîxwazan dikin. Îro 16 sal derbas dibin di ser qetilkirina Soran re, lê di dosyeya qetilkirina wî de heta niha tu pêşveçûnek çênebûye. Çeteyên desthilata PDK’ê ku xwe bi zorê li ser vê hikûmetê sepandiye, Soran qetil kirin. Heta vê gavê jî tu tişt nehatiye kirin ji bo eşkerekirina kujerên birayê min.”

‘BERÎ ŞEHÎDBÛNA WÎ PDK GEFA KUŞTINÊ LÊ DIXWE’

Birayê Soran Mame Heme her wiha ev tişt anîn ziman: “Birayê min Soran bi eşkere ji me re gotibû ku ‘çeteyên PDK û malbata Barzanî bi navê Şebehên Partiyê [Xeyaletên Partiyê] gefa kuştinê li min xwarin.’ Em jî wek malbat Partiya Demokrat a Kurdistanê tawanbar dikin. Eger PDK bêtawan bûya, dê di nav van 16 salan de kujerên Soran Mame Heme bigirtina û ew tawan ji ser xwe rakira.”

Di dawiya axaftina xwe de Ferman Mame Heme wiha got: “Peyama me wek malbata şehîd rûreşî  ji bo kuştin û terorîstan û ji bo wan kesan e ku azadiyê asteng dikin. Heta vê gavê jî gelek rojnamevan li Behdînanê di zindanan de ne. Zindanîkirina rojnamevanên Behdînanê mîna wê kêliyê ye ku şehîd Soran hate qetilkirin.”

Rojnamevan û çalakvanê qada jenosîdê Hêmin Hesîb jî şehîd Soran Mame Heme bi bîr anî û ev tişt got: “Îro 16 sal di ser qetilkirina şehîd Soran Mame Heme re derbas dibin. Îro me wek komek çalakvan û rojnamevan bi hevkariya li gel malbata şehîd ev merasîm lidar xist ji bo bibîranîna şehîd Soran.”

ŞEHÎD SORAN MAME HEME (ŞEHÎDÊ PÊNÛSÊ)

Soran Mame Heme di sala 1987’an de li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Ew rojnamevanekî serbixwe yê Kovara Livînê bû û sê salan di wê kovarê de kar kir. Du meh berî kuştina wî, gefa kuştinê li Soran Mame Heme hatibû xwarin. Kuştina wî jî piştî çend gotarên wî yên ku di rojname û kovaran de belav kiribûn tê, wekî gotara wî ya li ser xuyabûna xanima yekem a Kurdistanê ku di Rojnameya Hawilatiyê de hatibû weşandin û tê de daxwaza xuyabûna hevjîna Mesûd Barzanî kiribû, her wiha rapora wî ya li ser têkiliya berpirsên hikûmetê yên bajarê Kerkûkê bi laşfiroşên wî bajarî re. Hin kes jî kovarê wek sedema qetilkirina wî şîrove dikin. Soran Mame Heme di roja 21’ê Tîrmeha sala 2008’an de li ber mala xwe li bajarê Kerkûkê ji aliyê çekdarên PDK û malbata Barzanî ve hate qetilkirin.

Nivîsên Soran Mame Heme zêdetir li ser xiyanet û gendeliya desthilata Kurdî bûn. Di nivîseke xwe de behsa wê yekê dike ku xiyanet di nav desthilata Kurdî de bûye felsefe û faktorek e ji bo mayîna wan di desthilatê de. Bo nimûne, dibêje: “Ew kesên ku îro xwe wek siyasetmedar û xwediyên xebata Kurdayetî ya vê herêmê dizanin, gelo li ser xwe fikirîne ku ji bilî kuştina Kurdan, xiyaneta neteweyî, kolebûn û casûsiya welatên cîran û cîhanê, di dîrokê de ji bo tevgera rizgarîxwaz a Kurdan xebateke wan heye?”