Bakirhan li herêma şewatê ye: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan serdana herêma şewatê kir û got: “Tiştên ku li gund qewimîn komkujiyek DEDAŞ’ê ye.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re beriya biçe navçeya Qosera Mêrdînê tev li mitînga “Nan û Edaletê” bibe, serdana herêma şewatê ya di navbera Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de qewimîbû kir. Bakirhan û şandeya pê re serdana gundê Kelekê yê bi ser navçeya Şemrexê ve ku 10 welatiyan di bobelata agir de lê jiyana xwe ji dest dabû kir. Bakirhan ji aliyê gundiyan ve hat pêşwazîkirin. 

Şandeya DEM Partiyê derbasî Mala Şînê ya gund bû û li gel malbatên qurbaniyan sohbet kir. 

Bakirhan li Mala Şînê xîtabî gundiyan kir û wiha got: “Tiştên ku li vir qewimîn komkujiyek DEDAŞ’ê ye. Em ê pêşiya vê bûyerê bernedin. Em ê bi malbatên xwe re têkoşîna hiqûqî bidin. Divê berpirsiyar bên darizandin û heta ku cezayên pêwîst bistînin em ê têbikoşin. Em bi madî û manewî li cem malbatên xwe ne. Çi bikeve ser milê me em amade ne.” 

Piştî axaftina Bakirhan, malbat jî axivîn û bertekên xwe nîşanî DEDAŞ’ê û rayedarên dewletê dan.

Bakirhan piştî serdana gund ji bo beşdarî mitînga “Nan û Edaletê” bibe berê xwe da Qoserê.