Cenazeyê girtiyê 30 salan hate veşartin

Girtiyê 30 salan Mehmet Alî Yaşa yê ku dema li ber mirinê bû ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Meletiyê hatibû berdan, ji bo tedawiyê çû Fînlandiyayê û li vir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Alî Yaşa li Amedê hate veşartin.

MERASÎMA VEŞARTINA CENAZE

Girtiyê bi navê Mehmet Alî Yaşa yê ku 74 roj beriya înfaza xwe ya 30 salan temam bike ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Meletiyê hatibû berdan, di 11’ê tîrmehê de li Fînlandiyayê jiyana xwe ji dest da. Piştî karûbarên otopsiyê yên cenazeyê Yaşa ê bi nexweşiya penceşêrê ketibû xelas bûn, cenaze duh bi şeva anîn bajarê wî Amedê. Cenazeyê Yaşa di saetên serê sibê de li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hate veşartin.

Gelek nûnerên sazî, dezgeh, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî, malbat û xizmên Yaşa tevlî merasîma cenazeyî bûn. Piştî ku wecîbeyên olî hatin bicihanîn Yaşa bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate veşartin.  

Hevserokê Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windarine re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç ê piştî merasîma veşartina cenazeyî axivî, da zanîn ku dewletê 30 sal in hewl dida bi awayekî sîstematîk Yaşa qetil bike û bi lêv kir ku di encama tiştên hatine kirin îro tev li cenazeyê Yaşa dibin.

Malbata Yaşa li Mala Şînê ya Liceyiyan şîn danî.