Cezayê girtîgehê dan birayê Medenî Yildirim ê hatî qetilkirin

Mehmet Yildirim birayên Medenî Yildirim ê ku li navçeya Licê yê Amedê di dema protestokirina kalekolê de ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin bi hêceta “heqaret” li Recep Tayyîp Erdogan kiriye, cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di çalakiyên protestokirina avakirina qalekolan a di 28’ê hezîrana sala 2013’an ên li Taxa Hêzan a Lice ya Amedê de, di encama gulebarana leşkeran de ciwanê bi navê Medenî Yildirim ê 18 salî hate qetilkirin. Derheqê birayê Yildirim, Mehmet Yildirim de bi hinceta “Heqaret li serokkomar kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro hate dîtin. Di îdianameya derheqê Yildirim de hat îdiakirin ku hesaba medyaya civakî ya bi navê “@yildirim_medeni” ji hêla Mehmet Yildirim ve tê bikaranîn û li ser vê hesabê jî heqaret li serokkomar hatiye kirin. Di sala 2021’an de Wezareta Edaletê destûra teqîbatê da û li ser vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî derheqê Mehmet Yildirim de bi daxwaza girtinê ya ji salekî heta 4 salan û bi hinceta “Heqaret li serokkomar kiriye” îdianame amade kir.

 Di îdianameyê de Serokkomar Tayyîp Erdogan weke gilîker hat destnîşankirin. Îdianame ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê ve hate qebûlkirin û hat îdiakirin ku hesaba “@yildirim_medeni” ji hêla Mehmet Yildirim ve tê bikaranîn. Di îdianameyê de sê parvekirinên “Nêrîna Erdogan nêzî ya DAÎŞ’ê ye”, “Kujer, Dizek” û “Bi rastî jî tu qeraseyî” ên di navbera salên 2014 û 2015’an de hatine parvekirin di îdianameyê de cih girtin û hat îdiakirin ku bi van gotinan heysiyet û şerefa serokkomar hatiye binpêkirin.

Mehmet Yildirim di danişînê de parastina xwe kir û wiha got: “Ez li ser Twîtterê hesaba ‘@licelimehmet21’ bi kar tînim. Ji bilî vê hesabê jî tu hesabên min ên cuda nînin. Hesaba ‘Yıldırım@Yıldırım_Medeni’ ya min nîne. Ev hesab di dema berxwedana Geziyê de li ser navê birayê min hatiye vekirin. Ev hesab, di dema protestoyên qalekolan de li ser navê birayê min hatiye vekirin. Derheqê vê bûyerê û danişînê de agahî parve dikirin. Nizanim bê ka kî vê hesabê bi kar tîne. Min ev hesab bi kar ne anî ye. Ez beraeta xwe dixwazim.”

 Dozger jî tawanbariyên di îdianameyê de weke hincet nîşan dan û xwest ku Yildirim were girtin.

Parêzerê Yildirim, Serdar Çelebî jî destnîşan kir ku di rapora lêkolînê ya di dosyayê de delîl an jî tespîteke şênber nîne ku miwekîlê  wî ev hesaba behsa xeberê bi kar anî be û wiha domand: “Lewma jî nabe ku di rewşeke wiha de biryara girtinê were dayîn. Nexwe wê mafê darizandina adilane yê miwekîlê min bê binpêkirin.” Di heman demê de Çelebî anî ziman ku rexneyên hatine kirin ne di wateya heqaretê de lê di wateya rexneyeke li dijî siyasetmedarekî de hatine kirin û beraeta miwekîlê xwe xwest.

 Parêzerê Yildirim, Mehmet Racî Bîlîcî jî got ku delîleke teqez û jêbawer di dosyayê de nîne û xwest ku miwekîlê wî were berdan.

Dadgehê biryara xwe da û îdia kir ku sûcê “heqaret li serokomar hatiye kirin” teqez e û salek û 2 meh û 17 roj cezayê girtîgehê da Yildirim. Dadgehê ev ceza taloq kir.