Şofêr daketine ser rê û rê li hatin û çûnê girtine

Demeke dirêje li Başûrê Kurdistanê krîza benzînê heye. Her çendî rayedar sozê didin ku nirxê benzînê kêm bikin, heta niha gav neavêtine. Ji ber wê ji doh bi şev ve şoferên li ber benzînxaneyan benzîn negirtine, rê girtin.

Doh waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir li gel Rêveberê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî civiya bû.

Di civînê de biryar bû ku rojane 33 benzînxaneyên li sînorê Silêmaniyê de dest bi belavkirina miktarek zêdetirî milyonek lître benzîn bikin. Li gorî biryarê wê benzîn destpêkê ji bo wesayîtên taksî û xetên veguhestinê hatiye dayîn û piştre jî ji bo hemû wesayîtan benzîn hatiba dayîn.

Piştî biryarên şofêr ji şevê din ve ketine rêzê ku benzîna 800 dînarî werbigirin. Lê heta niha jî benzîn nehatiye benzînxaneyan û nehatiye belavkirin.

Li hember vê yekê şofêrên taksiyan li ber benzînxaneyek li ser rêya 60 metrî ya Silêmanî nerazîbûna xwe anîn ziman. Şofêran rê li trafîkê girtin û xwestin pirsgirêka wan were çareserkirin.

ÇEMÇEMAL

Piştî daxuyaniya waliyê Silêmaniyê şofêran berê xwe dan benzînxaneyan û di nava çend saetan de rêza benzîn wergirtinê dirêj bû. Lê li gorî şofêr dibêjin heta niha benzîn ne gihiştiye ti benzînxaneyan.

Şofêrên Çemçemal zêdetirî 10 saetin di rêza benzîn wergirtinê de ne, lê heya niha benzîn nehatiye belavkirin. Şofêran jî dijî nedana benzînê rêya Silêmanî-Kerûkê li trafîkê girtin û nerazîbûna xwe anîn ziman.