Dîmenê Girê Cûdî: Dema ku gerîla li dagirkeran dixe

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, leşkerên Tirk ên dagirker ber bi kûrahiya Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kişandin û piştre lê dan. Dîmenê vê çalakiyê jî kişandin.

Li Girê Cûdî, dîmenê çalakiyeke gerîla bi dest ket, ku li dijî leşkerên Tirk ên dagirker di 15'ê Hezîranê de hate kirin.

Li gorî çavkaniyên HPG'ê, gerîla destpêkê leşkerên Tirk ên dagirker ber bi kûrahiya qada berxwedanê ya Girê Cûdî dikişînin û piştre lê didin.

Piştî şerê giran, qada berxwedanê ji aliyê artêşa Tirk ve bi obus û balafirên şer hate bombekirin.

Di dîmen de tê dîtin ku teqînên mezin çêdibin û dû bi ser herêmê ve dikeve.