Li Mêrdînê girtina 16 rojnamevanan hat şermezarkirin

Platforma Ked û Demokrasiyê a Mêrdînê girtina 16 rojnamevanan şermezar kir û got: " Kedkarên çapemeniya Kurd bi tu awayî serî li ber çewisandinan û gefan natewînin û dest ji têkoşîna xwe bernadin."

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê girtina 16 rojnamevanan şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya KESK'ê yên şaxê Mêrdînê hat dayîn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin" nivîsandî hat vekirin. Rêvebirê Tarim Orkam Sen a Şaxa Mêrdînê Yilmaz Zengîn daxuyanî xwend.

Zengîn diyar kir ku desthilat ji bo ser şer û krîzê bigire êrîşê dibe ser hemû derdorên civakê û got, bi taybetî jî êrîşê dibe ser çapemeniyê. Zengîn bilêv kir ku kedkarên çapemeniya Kurdî ji berê de ji bo mafê nûçewergirtinê yê gel û ji bo ragirhandina binpêkirinên mafan têdikoşin û got: "Lê kedkarên çapemeniya Kurd bi tu awayî serî li ber van çewisandinan û gefan natewînin û dest ji têkoşîna xwe bernadin."

Zengîn di berdewamiya daxuyaniyê de bang li desthilatê kir û got: "Em bang li kesên dixwazin çapemeniya azad û muxalif bitepisînin dikin; hûn ê nikaribin pêşî li ber ragihandina heqîqetê bigirin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û bi çepikan bi dawî bû.