Avesta: ‘Meşa Gemlîkê’ pêngaveke nû ye

Sozdar Avesta, diyar kir ku 'Meşa Mezin a Gemlîkê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngaveke nû ye û got, "Bi milyonan kes ji bo Rêber Apo azadî xwestin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were wê ev têkoşîn bidome."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di bernameya taybet a Stêrk TV de rojeva Kurdistanê nirxand.

Sozdar Avesta, diyar kir ku li gelek welatên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin, lê ev têrê nakin û got, "Her der berxwedan heye, lê ev hemû ne bes in. Ji ber ku faşîzm hê jî hebûna xwe didomîne. Heta ku faşîzm neyê tunekirin û pergala wê neyê rûxandin wê ev têkoşîn encam negire. Ji bo faşîzma AKP-MHP'ê bi taybetî li Bakur û Tirkiyeyê bi dawî bibe, divê hîn zêdetir rêxistinbûyîn, çalakî bên lidarxistin û civak xwe zêdetir biparêze."

Avesta, bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî rojnamegeran û diyar kir ku hikûmeta Erdogan ji bo ku rastî dernekevin holê rojnamegeran girtin. Avesta da xuyakirin, ku kevneşopiya çapemeniya azad bi berdêlên mezin heta roja îro hatiye û got, divê li şûna her rojnamegerekî ku tê girtin, kesek bi cih bigire. Avesta, anî ziman ku divê pênûs, kamera û mîkrofonên rojnamegeran li erdê neyên hiştin û got, bi taybetî ciwan divê weke nûçegîhan û pêşkêşvanekê beşdarî xebatên çapemeniyê bibin.

BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ

Sozdar Avesta berxwedana Îmraliyê ya ku rûmeta mirovahiyê û jinan diparêze û ji bo azadiya wan têdikoşe, silav kir û wiha got, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gelek deverên cîhanê gavên cuda tên avêtin. Hem bi kampanya îmzeyan, hem jî bi nobeda azadiyê û hem jî bi daxuyaniyên çapemeniyê çalakiyên cuda tên lidarxistin. Bê şik ev çalakî gelek hêja ne. Rêber Apo 50 sal in bênavber têkoşîna azadiyê dide. Ji tunebûnê hatiye vê qonaxê. Yekane rêya rizgarbûna ji krîzên cîhanê felsefe, bîrdozî û ramana Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê nirxên mirovahiyê, azadiyê û sîstema alternatîf a li dijî pergala modernîteya kapîtalîst hatiye pêşxistin, diparêze.”

Avesta daxuyand ku hem gelê Kurd û hem jî gelên cîhanê yên alîgirê azadiyê vê rastiyê dibînin û wiha dewam kir, “Ji ber vê yekê faşîst Erdogan û Bahçelî xwestin vê rastiyê berovajî bikin û Rêber Apo li Îmraliyê bê nefes bihêlin. 20 sal in hemû hewldanên wan ji bo vê ye. Lewma divê her kes bizane ku ev tecrîd li dijî gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn tê meşandin. Ji ber vê yekê pergala kapîtalîst a modernîteyê dixwaze hemû mirovahiyê tecrîd bike. Rêveberên vê li Rojhilata Navîn dewleta Tirk, faşîst Erdogan-Bahçelî û hevkarên wan Barzaniyan e. Tecrîda Îmraliyê bi vê konseptê didome. Naxwazin gotinek Rêber Apo bigihêje derve. Ji gotinên Rêber Apo, ji felsefeya wî, ji hêza wî, ji bandora wî ya li ser civakê ditirsin. Sedema hemû êrîşan ev e.

‘MEŞA GEMLÎKÊ ÇALAKIYEK GIRÎNG BÛ’

Meşa Gemlîkê çalakiyek girîng bû. Bi vê wesîleyê hemû kesên beşdarî meşê bûne silav dikim û têkoşîna wan pîroz dikim. Bi taybetî jinên beşdar, parlementer, rojnameger û kedkaran helwestek pir girîng pêş xistin, îradeya azad nîşan dan û serî li ber faşîzmê netewandin. Gemlik pêngavek nû ye. Dijmin xwest bi tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li hemberî gerîlayan encamekê bi dest bixe, lê meşa Gemlîkê berdewamiya pêngava 8’ê Adarê û Newrozê bû. Bi milyonan kes bi awayekî vekirî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Bi baweriya min wê meşa Gemlîkê berdewam bike. Divê gelê Kurdistanê bi dirûşmeyên “Her der Îmralî her der berxwedan e” tevlî meşa azadiyê bibe. Êdî ne pêkan e Rêber Apo bi vî rengî li Îmraliyê bihêle. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê ev têkoşîn bidome. Ne faşîzma AKP-MHP’ê, ne xiyaneta Barzanî û ne jî hêzên din ên komploger, ti kes nikare têkiliya gel a bi Rêber Apo re qut bike.”

Avesta diyar kir ku li gelek welatan, bi taybetî li Brîtanya û Meksîkayê, sendîka û karkeran ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kampanyayan dimeşînin û wiha pêde çû, “Her wiha ji bo PKK'ê ji lîsteya 'terorê' bê derxistin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê çalakî tê meşandin. Li her derê berxwedan heye, lê ev hemû têr nakin. Ji ber ku faşîzm hê jî hebûna xwe didomîne. Heta ku faşîzm neyê tunekirin û pergala wê neyê rûxandin, ev têkoşîn, ev berxwedan encam nade. Em vê yekê baş dizanin. Loma jî ravekirin û kampanya têrê nakin. Îcar divê çi bê kirin? Ji bo ku faşîzma AKP-MHP’ê bi taybetî li Bakur û Tirkiyeyê bi dawî bibe, divê hêj zêdetir rêxistinbûn çêbe, çalakî bên lidarxistin û civak xwe biparêze. Em di pêvajoyeke ku em şerê hebûn û tinebûnê dikin de ne.

Sala bê 100 saliya Peymana Lozanê ye. Dewleta Tirk bi zîhniyeta xwe ya tenêbûnê, Îttîhat û Terakkî careke din dixwaze gelê Kurd bê nasname bihêle, bê war û ji mafê demokrasî û azadiya bêpar bike. Divê gelê Kurd di asta herî jor de têbikoşe da ku ev rewş dubare nebe. Di vê pêvajoyê de kî çi ji destê wan tê bila bike, sibe dibe ku dereng be. Ne tenê li Bakur, li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat divê gelê me di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê” de têkoşîna xwe li her qadê bidomîne. Me 6 mehên sala 2022’an li pey xwe hiştin. Di van 6 mehan de têkoşîneke bi heybet derket holê. Meş û çalakiyên ku di 15'ê Sibatê, 8'ê Adarê û Newrozê de pêngavên girîng bûn. Em careke din hemû kesên ku di van çalakiyan de cih girtine, li ber xwe didin û têdikoşin silav dikin. Ji bo bilindkirina têkoşînê û bidestxistina encamê divê em hemû erka xwe pêk bînin.”

‘DIVÊ GELÊN LI KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ ÇAPEMENIYA XWE YA AZAD BIPARÊZIN’

Avesta destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê bi qirkirina gelê Kurd dixwaze hebûna xwe bidomîne û wiha axivî, “Bi taybetî hêzên berxwedêr, demokrat, çep, rewşenbîr û hêzên ku dibin wijdan û dengê civakê dike hedef. Di rojên dawî de êrîşên xwe zêdetir li dijî çapemeniya azad û saziyên weke HDK’ê pêk tîne. Yek ji sedemên êrîşan jî di vê pêvajoyê de bêdengkirina çapemeniya azad e. Ji pêkanînên dewleta Tirk, ji komkujiyên ku kirine, ji eşkerebûna rastiyê ditirsin. Ji durustî, demokrasî, azadiyê ditirsin. Ji ber ku hêzeke tarî ne, dixwazin her tişt di tariyê de bimîne.

Xebatkarên çapemeniyê yên hatin destgîrkirin helwesta "Em ê ti carî serî netewînin, em ê li ber xwe bidin û kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin" girtin. Çapemeniya azad li Tirkiyeyê bi taybetî li Kurdistanê berdêlên giran dan. Ev êrîş ne yên pêşî ne. 30 sal berê rewşenbîrê civaka Kurd, nivîskar Apê Mûsa, ji ber heqîqetê ronî kir, hat qetilkirin. Dîsa bi dehan xebatkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin, bi sedan ji wan hatin destgîrkirin, girtin. Dijmin ji xeynî gotina xwe naxwaze peyvek din bibihîze. Qanûna medyaya civakî ya ku ew niha hewl didin derbas bikin nîşan dide ku ew çiqas ji rastiyê ditirsin. Divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê çapemeniya xwe ya azad biparêzin. Divê xebat û mîrata xwe biparêzin û nehêlin xebatên wan bên betalkirin. Divê her kes demildest têkeve şûna rojnamegerên girtî. Bi giranî jin û mêrên ciwan. Divê her kes wek nûçegihanek, wek pêşkêşvanek beşdarî xebatên çapemeniyê bibe. Bi vî rengî bixebitin ku zîhniyeta faşîst zanibe ku dema mirovek tê girtin 50 kes dikarin şûna wî bigirin. Ev tevger bi vî rengî hate pêşxistin.

Çawa ku îro gerîllayek şehîd dikeve, rêhevalekî din çeka wî ji bo tolê hiltîne, divê xebatkarên çapemeniya azad jî pênûs, kamera û mîkrofonên xwe li erdê nehêlin. Piştî ku ev yek pêk hat, ez bawer dikim ku ew ê careke din bi vî rengî êrîşî çapemeniya azad nekin. Herî dawî 185 rojnameger li Başûr xwedî li xebatên çapemeniya azad derketin. Ne tenê li Bakur, li Başur, Rojava û derveyî welat divê her kes bibe dengê çapemeniya azad. Meşa Gemlîkê hebû, berxwedana mezin a gerîla û berxwedana Îmraliyê dewam kir. Dijmin nexwest ev bên rojevê, lewma jî xwest çapemeniya azad bêdeng bike.

Par di vê mehê de xebatkarê HDP’ê yê ji şehîdên xeta azadiyê Denîz Poyraz li Îzmîrê hat qetilkirin. Yanî êrîşên li ser çapemeniya azad jî di vê konseptê de ne. Dikujin, dişewitînin, digirin. Kujerê Denîz Poyraz digot, 'Ez ê hemûyan bikujim'. Ev çeteyên faşîst ên Silo jî dixwazin li avahiyên ku avêtine ser her kesî bigirin û qetil bikin. Niha jî dixwazin çeteyên xwe bixin pratîkê. Tevî van hemûyan jî Meşa Gemlîkê li her derê belav bû û rojnamegeran jî ji pêşiyê nûçeyên xwe çêkirin. Divê her kes bi vî rengî tevbigere.”

ŞEHÎD ZÎLAN, SEMA Û GULAN PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ NE’

Sozdar Avesta şehîdên pêşeng ên PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan), Sema Yuce, Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ku di meha Hezîranê de şehîd bibûn bibîr anîn û diyar kir ku îro gerîlayên HPG û YJA Starê li Zap, Avaşîn û Metînayê di xeta şehîdan de li ber xwe didin û got, “Divê em rastiya meha Hezîranê fêm bikin. Bi dehan şehîdên me yên meha Hezîranê bûne sembol hene. Heval Zîlan, Sema û Gulan di meha Hezîranê de şehîd bûn. Ev her sê heval pêşengên têkoşîna azadiya jinê ne. Ez 3 rêhevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînim. Erka me ye ku em keda van hevalan biparêzin. Divê em vê yekê fêhm bikin ku di her dewra hevalan de bi çi ruh, cesaret û lehengiyê çalakiyên xwe pêk aniye. Di vî alî de carinan kêmasî û xeletî hene. Dema em van hevalan yek bi yek dihesibînin û li jiyana wan a têkoşînê dinêrin, em dibînin ku her hevalekî di dema xwe de roleke dîrokî girtiye ser xwe. Çalakiya wan bû sedema destpêkek nû di tevgera azadiyê de. Rêber Apo bi vî rengî nêzî çalakiya hevalan bû. Ev heval di têkoşîna me de bûne sembol.

Heval Zîlan di sala 1996’an de dema êrîşa li dijî Rêber Apo hat kirin ev yek hîs kir. Ji bo pêşî li êrîşên ser Rêber Apo bigre dest bi hizirandinê kir. Cara yekem di dîroka me de, xeta fedayîbûnê ava kir. Wê ev yek çawa kir? Li ser xeta Rêber Apo, li ser dîroka Kurdistanê, li ser rastiya jinê xwe kûr kir. Bi vî rengî çalakiya xwe ya mezin ji bo ku dijmin ji êrîşên li dijî Rêbertî encam negire pêk anî.

Heval Sema di sala 1998’an de komploya hem li hundir hem jî li derve dît. Dema ku îmhaya fîzîkî ya Rêbertî li derve dihat hedefkirin, li zîndanê jî xwestin xeta Rêber Apo berovajî bikin û di nava tevgera me de pêşengên sexte derxin pêş. Sema ku ev xeterî dît, têkoşîneke mezin da û ji bo Rêper Apo bû meşale.

Yek ji kesên ku di nava hêzên taybet ên gerîla de xwe birêxistin kir, yek ji fermandara me Heval Gulan bû. Her sê heval li dora Rêber Apo bûn yek xelek. Divê em têkoşîna van hevalan baş fêm bikin. Van hevalan Rêber Apo bi tenê nehiştin. Bi wî re li ser rêya heqîqetê meşiyan. Çawa ku heval Sakîne Cansiz ji destpêkê heta dawiya têkoşîna azadiyê bênavber li ber xwe da, hevalên me yên di meha Hezîranê de şehîd bûne jî bûne sembola vê têkoşînê. Nehiştin dijmin xwe nêzî Rêber Apo bike.”

Sozdar Avesta berxwedana gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bibîr xist û wiha got, “Dema ku em hewl didin berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna rave bikin, em ê çawa îfade bikin, em difikirin. Belkî di dîroka mirovatiyê de ev cara yekem e ku şahidiya tiştekî wiha dike. Bêguman têkoşîna li dijî faşîzm, dîktator, qirkirin û dagirkeriyê di dîrokê de pêşketiye û mirovahiyê berdelên mezin daye, şehîd daye û koçber bûye. Ne tenê em, di sedsala 21’emîn de li Rojhilata Navîn li hemberî dijminekî wiha dagirker, qirker berxwedaneke bi vî rengî pêk nehatiye. Bi vê minasebetê ez di şexsê gerîlayên YJA Star û HPG’ê de hemû gerîlayên ku li çeperên Zap, Metîna û Avaşînê di nava berxwedana pîroz de şer dikin silav dikim, hezkirina xwe radigihînim û berxwedana wan pîroz dikim.”

DAXUYANIYA DEWLETA SÛRIYÊ GIRÎNG E

Sozdar Avesta herî dawî daxuyaniya dewleta Sûriyê bibîr xist û got, “Dewleta Sûriyeyê jî hin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, ‘Eger dewleta Tirk hewl bide axa me dagir bike, em ê axa xwe biparêzin.’ Ev girîng e. Ji ber ku dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir dike. Rejîma Sûriyê jî êdî dibîne kî niha dijmin û dost e. Eger bi aqilane tevbigere, nêzîk bibe ku Sûriye êdî ne Sûriyeya kevin e û bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re projeyan pêş bixîne, ewlekariya ne tenê Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li hemû xaka Sûriyê wê misoger bibe. Tifaqa gelê Kurd û Ereb li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Şengalê dibe nexşeya tevahiya Rojhilata Navîn.

Faşîst Erdogan û dewleta Tirk dixwaze vê tifaqê têk bibe û dijminatiyê di navbera gelên herêmê de çêbike. Ez di wê baweriyê de me ku gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi vê yekê dizanin. Ew dikarin ne tenê gefan, lê di heman demê de êrişên pêşerojê jî pûç bikin. Li ser vê bingehê ez bang li gelê me, dost, rewşenbîr, hunermend, jin, ciwan, enternasyonalîst dikim; Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û îxaneta PDK’ê bi ruhê yekitiya ku li dijî DAIŞ’ê derketiye holê rabin ser piyan, xwedî li Kurdistana azad derkevin û biparêzin.”