KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne, hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne eşkere kir û got “Malbatên hêja yên hevrêyên me Firat û Delîla di serî de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û banga geşkirina têkoşînê dikin.” -
Rojnamevanên destgîrkirî: Çapemeniya azad wê neyê bêdengkirin!
Rojnamevanên di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin gotin, " Kevneşopiya çapemeniya azad bi van pêkanînên derveyî hiqûqê nikarin bên bêdengkirin. Kevneşopiya çapemeniya azad her tim rastî got û wê niha şûnde jî rastiyan bibêje.” -
Reûf: Em bi metirsiyeke dagirkeriyê ya mezin re rû bi rû ne
Rewşenbîr û rojnamevan Kemal Reûf bal kişand ser asta metirsîdar a dagirkeriya dewleta Tirk a li ser temamiya Başûrê Kurdistanê û got: “Em bi metirsiyeke mezin û berfireh a dagirkeriya Tirk re rû bi rû ne.” -
‘Hevpeymaniya PDK-Sedir û Sûnî ji aliyê welatên herêmî ve tên arastekirin’
Berpirsê Ragihandinê ya Malbenda 2 ya YNK’ê Necat Hacî Tofîq bal kişande ser aloziyên siyasî yên Iraqê û got; “Eger hikumeta piranî ji aliyê hevpeymaniya PDK-Sedir û Sûniyan pêk bihatiba, wê Iraq ber bi pêşerojeke nediyar û tarî bibira.” -
Karasû: Ne ji NATO’yê be, wê dewleta Tirk piştî demeke kurt têk biçe
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku Îngîltere, DYE û NATO ji bo tasfiyekirina PKK’ê bi her awayî alîkariyê dide dewleta Tirk û got “Heke Tirkiye vê piştgiriyê wernegire wê nikaribe şer bidomîne û piştî demeke kurt têk biçe.” -
‘Xizmet’ên Erdogan ên ji bo Wanê: Avakirina qereqol, girtîgeh û edliyeyan
Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan wekî salên borî dîsa li Wanê dest bi vekirinên komî yên xeyalî dike. ‘Xizmetên’ herî baş a Erdogan dîsa bû girtîgeh, avahiyên edliyeyê û emniyetê yên nû. -
Gerîlayê HPG’yî Botan: Dijmin wê nekaribe wisan bi hêsanî ji Zapê derkeve
Gerîlayê HPG’ê Ronî Botan ê ku tevlî berxwedana Zapê bûyî wiha got: “Dijmin çawa sala 2008’an li Zapê têk çû, wê di sala 2022’an de têkçûnek ji wê gelek mezintir bijî. Wê dijmin wisan bi hêsanî nikaribin ji Zapê derkevin.” -
Baroya Amedê: Bila restorasyona li baregeha JÎTEM'ê bên rawestandin
Baroya Amedê, piştî ku li baregeha JÎTEM'ê hestiyên mirovan hatin dîtin, xwest xebatên restorasyonê yên li Kelehê bên rawestandin. -
Li Amedê piştgirî dan çapemeniyê: Hûn nikarin bêdeng bikin
Partî û saziyên ku ji bo piştevaniya li dijî destgîrkirinan çûn serdana DFG'ê gotin, “Em ê xwedî li çapemeniya azad derbikevin.” Rojnamevanan peyama, “Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin” dan. -
Li Bestayê 3 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Bestayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê lidarxistin, di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin û 1 dagirker jî bi giranî birîndar bû. -
Wê rojnamevan 2 rojên din jî di nezaretê de bimînin
Li Amedê di 8’ê Hezîranê de 20 jê rojnameger, 21 kes hatibûn destgîrkirin. Hate ragihandin wê rojnamevan 2 rojên din jî di nezaretê de bimînin. -
775 parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
775 hiqûqnasan li dijî tecrîda li Îmraliyê serlêdan kirin û xwestin di navbera 10-17'ê Hezîranê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. -
HPG: 4 dagirker hatin cezakirin
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di çalakiyên gerîla de 4 dagirker hatin cezakirin. HPG'ê diyar kir ku dagirkeran 28 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan tunelên şer bombe kirin. Her wiha 26 caran jî bi balafir û helîkopteran bombardûman hate kirin. -
Malbata Şenyaşar ji bo bîranîna di 14’ê Hezîranê de bang kirin
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ku di Nobeta Edaletê de ne, ji bo bîranîna di 14’ê Hezîranê de bang kirin. -
Karasû: Di nava sendroma Zapê de ne
Karasû diyar kir, ku AKP-MHP'ê dixwaze 'kilîdê' li Zapê veke, bi vî rengî bikeve hemû qadan, piştre jî hilbijartinê pêk bîne û got, "Lê vê carê li bin guhê berxwedana gerîla ketin. Ji hev ketin. Lewma êrişî her kesî dikin û her kesî sûcdar dikin." -
Li Wanê zexta AKP'ê ya ji bo mîtîngê
Li Wanê, beriya mîtînga ku Tayyîp Erdogan lidar bixe, li karmend û karkerên li saziyên dewletê dixebitin, cerdevan û malbatên wan hate ferzkirin ku divê tevlî mîtîngê bibin. -
'Me soz dan ku xaka xwe biparêzin'
Gerîlayên ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengê fedaî li ber xwe didin, diyar kir ku ew bi bawerî li ber her cûre êrişê radibin û gotin, "Gelê me û dostên Kurdan divê bi gerîla re bibin yek û şerê gel ê şoreşgerî bi ser bikeve." -
Êrîşa bi fuzeyan li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
Bi fuzeyan êrîşê baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li bajarokê Zilkan ê Başîkayê hat kirin. -
Rojnamevanên Mexmûrê: Tu hêz nikare me ji heqîqeta me qut bike
Li hemberî destgîrkirina rojnamevanên Bakurê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, rojnamevanên Mexmûrê daxuyaniyek dan û gotin; “Em ê hertim li ser şopa heqîqetê têkoşîn û berxwedaniya xwe bidomînin.” -
Şandeya Aştiyê serdana Nûnertiya Rêvebiriya Xweser kir
Şandiya Aştiyê ya Parastina Kurdistanê, çû serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyeyê. Di serdanê de behsa gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava hat kirin. -
Komek ciwanên Ereb û Kurd tev li nava refên gerîla bûn
Komeke ciwanên Ereb û Kurd bi daxuyaniyekê tev li nava refên gerîla bûn û bang li hemû ciwanan kirin ku li dijî dagirkerî û xiyanetê tev li nava refên gerîla bibin. -
Li Girtîgehên Wan û Panosê tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
Di rapora der barê Girtîgeha Tîpa T û F ên Wanê û Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê de hate diyarkirin ku tecrîd û îzolasyona li girtîgehan êdî hatiye mayîndekirin. -
Rojnamevanên Başûr: Dengê çapemeniya azad nayê qutkirin
Rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê kar dikin, piştevaniya xwe ya ji bo hevpîşeyên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi operasyonekê hatin destgîrkirin nîşan da û gotin ku dengê çapemeniya azad a Kurd nayê qutkirin. -
Çalakiyên ji bo bîranîna şehîdên Zendûra: 17 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna Lehengên Zendûra yên par şehîd bûn çalakî lidar xistin. Di encamê de 17 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. -
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir û got “Heta ku em armancên hevrêyên xwe Cesûr, Baran û Mazlûm bi ser bixînin, em sozê didin ku em ê têkoşînê mezintir bikin.”