YNK’ê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kelarê şermezar kir

Koma YNK’ê, êrîşa dewleta Tirk a li ser Kelarê ya pê sivîl qetil kirin, şermezar kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bi çek a bêmirov wesayîtek bombe kir. 4 kes şehîd bûn, kesek jî bi giranî birîndar bû.

Koma YNK’ê ya Meclîsa Iraqê li ser êrîşa dewleta Tirk a li ser Kelarê daxuyaniyek bi nivîskî da.

‘SIVÎL TÊN KUŞTIN’ 

YNK’ê anî ziman ku binpêkirina dewleta Tirk a serweriya ax û qada hewayî ya Iraqê nahê qebûlkirin û got: “Em wek koma YNK’ê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Tirkiye ji bo pêkanîna planê xwe, her roj li xelkê dixe. Duh li Şengalê û îro li Kelarê xelkê sivîl şehîd kirin.’’

'DIVÊ MECLÎSA IRAQÊ ERKA XWE YA MILÎ BI CIH BÎNE'

YNK’ê di daxuyaniya xwe de bang bang li Meclîsa Iraqê kir ku erka xwe ya milî bi cih bîne, ji bo parastina serweriya dewletê, mal û canê gel bike û li dijî êrîşên dijminane yên dewleta Tirk bibe xwedî helwest.