Li Raperînê kampanyaya berhevkirina îmzeyan

Di çarçoveya kampanyaya berhevkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîstên qedexekirî hat destpêkirin de, li Qeladiz û Çarqurmê îmze hatin berhevkirin.

Li Kurdistanê, Ewropa û seranserî cîhanê kampanya berhevkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexekirî berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de li Qeladiz û Çarqurmê gelek îmze hatin berhevkirin.

Êvarê, li navçeyên Qeladiz û Çarqurmê yên girêdayê Raperînê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz, ji bo derxistina PKK’ê ji lîstên qedexekirî îmze hatin berhevkirin.

Gelê navçeyan, bi kampanyaya berhevkirina îmzeyan re gelek eleqedar bû.