HPG: 25 dagirker hatin cezakirin, wesayîta zirxî hate îmhakirin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê bi wesîleya salvegera şehadeta Sema Yuce hin çalakî li dar xist. Di çalakiyan de yek jê payebilind 25 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin,wesayîteke zirxî ya Amarok û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Çalakiyên hêzên me yên li hemberî dewleta Tirk a dagirker bênavber didome. Bi wesîleya salvegera şehadeta heval Sema Yuce ya ku ew bûye navê israra meşa li ser xeta Rêber Apo û bi çalakiya xwe ya dîrokî nîşanî me daye ku jiyana bêyî Rêbertî heram e, hêzên me çalakiyên xurt li dar xistine. Di çalakiyên hêzên me de, yek jê payebilind 25 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bûye wesayîteke zirxî ya Amarok û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate îmhakirin. Artêşa Tirk tunelên şer 19 caran bi teqemenî û çekên kîmyewî bomberdûman kiriye, Qadên Berxwedanê 9 caran bi balefiran û 34 caran jî bi helîkopteran bomberdûman kiriye.

Agahiyên li ser êrîş û çalakiyên hêzên me wisa ye;

LI HERÊMA XAKURKÊ;

Di 14’ê Hezîranê de saet di 10.30’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Girê Karker dane. Hêzên me yê YJA Starê ev çalakî kirine û di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ;

Di 15’ê Hezîranê de saet di 16.40’an de wesayîteke zirxî ya Amarok a dagirkeran bi sabotajê lê hatiye xistin. Vê wesayîta zirxî îmha bûye, 5 dagirkerên di wesayîtê de hatine cezakirin.

LI HERÊMA ZAPÊ;

Di 16’ê Hezîranê de saet di 00.30’an de li du helîkopterên êrîşê yên li Qada Berxwedanê ya Karkerê hate xistin. Piştî mudaxeleya hêzên me, helîkopter neçar mane ku ji qadê derkevin.

Di 16’ê Hezîranê de saet di 06.10, 09.30 û 18.30’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn dane. Dagirkerên ku derb li wan hatiye xistin, neçar mane qedemeyekê vekişin.

Di 16’ê Hezîranê saet di 15.00’an de  û di 17’ê Hezîranê de saet di 01.50, 03.00 û 05.50’an de hêzên me yên YJA Starê bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê dane û 4 dagirker hatine cezakirin.

LI HERÊMA METÎNAYÊ;

Di 15’ê Hezîranê de saet di 17.00’an de hêzên me bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM dane û dagirkerekî payebilind hate cezakirin.

Di 16’ê Hezîranê de saet di 19.10’an de kamerayeke mobese ya ku dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi cih kirine, bi sûîkastê hate îmhakirin. Saet di 22.45’an de bi sûîkastê li dagirkerên li vir hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

16’ê Hezîranê, dagirkerên ketina hewila bicihbûyîna li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û hezên me pev çûn. Saet di 10.40’î de bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li Girê Şehîd Kendal hat xistin û 3 dagirker hatin cezakirin. Seet di 13.45’an de bi taktîka sûîkastê ji du aliyan ve bi koordîneyî li dagirkerên xwestin xwe li Girê Şehîd Şîlan bi cih bikin, hat xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di saet di 17.40’î da bi taktîka sûîkaste li dagirkerên xwestin xwe li Girê Şehîd Çekdar bi cih bikin hat xistin û dagirkerek hat cezakirin. Saet di 23.30’î de, bi çekên ferdî ji nêz ve li dagirkerên li ser Girê Şehîd Çekdar hat xistin, 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Dagirkerekî ku berê xwe da nava erdan jî bi taktîka sûîkastê hat cezakirin.

17’ê Hezîranê saet di 04.30’î de sekvanek neyar ê li Girê Şehîd Çekdar ê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hat tespîtkirin û bi taktîka sûîkastê hat cezakirin. Saet di 05.10’an de careke din bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hat xistin û dagirker hat cezakirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çek û teqemeniyên kîmyewî kirine;

16’ê Hezîranê saet ji 08.15’an heta bi 12.40’î tûnêlên şer ên Şehîd Akîf ên li Qada Berxwedanê Hekariyê 6 caran bi teqemeniyan hat bombekirin.

16’ê Hezîranê saet di 09.30’î de, tûnêlên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê carek bi teqemeniyan hatin bombekirin. Saet ji 10.00’an heta bi 12.00’an li ber tunêlên şer agir hat vêxistin û 4 caran gaza bi jehrî hat bikaranîn.

16’ê Hezîranê saet di 14.00 û 16.45’an de tunêlên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran 2 car, saet ji 14.30’î heta 15.30’î tunêlên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker 3 caran hatin bombekirin.

16’ê Hezîranê saet di 16.an de tunêlên şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi teqemeniyan hatin bombekirin.

17’ê Hezîranê saet di 07.30’î de tunêlên şer ên Şehîd Akîf ên li Qada Berxwedanê ya Hekariyê carek bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşê artêşa Tirk a dagirker ku bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kirine;

16 û 17’ê Hezîranê, Werxelê, Çemço, Rênçbiraxa û qadên Girê Ortê yên li herêma Metînayê bi obusan hatin bombekirin.

16 û 17’ê Hezîranê Çemço, Girê Cûdî, Qadên Berxwedanê yên Karker û Neqeba Helgurd a li herêma Xakûrkê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15 û 16’ê Hezîranê, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Hekarî, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kurojaro û Qadên Berxwedanê yên Çiyareşê 34 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.”