Ensariyê AKP’yî got: “Hûn ne ji vir in“ û çar karker ji kar derxistin

Şaredarê Ebexê yê AKP’yî Şefîk Ensar bi hinceta ne ji Ebaxê ne 4 karker ji kar derxistin.

Şefîk Ensarî yê AKP’yî yê weke qeyûm tayînî Şaredarê Ebexê hat kirin li nelirêtiyên xwe dewam dike. Ensarî îcar dawî li karê çar karkeran anî û li şûna wan 4 nasên xwe girtin.

Bi îmzeya Şaredarê Ebexê Şefîk Ensarî, xebatkarên şaredariyê Miraz Kaya, Hasan Kûtlû, Alî Ozdemîr û Metîn Guner ji karê xwe hatin kirin. Hinceta ji kar derxistinê nehat diyarkirin. Di nivîsa teblîxê de wiha hat gotin: “Ji ber ku mafê we yê xebitîna zêde ya bi 3 salan, piştî danzanîna bi we ya vê teblîxê bi qedîna 8 hefteyan, bêyî hişyarkirina careke din wê peymana were betalkirin û hûn ê ji kar bên derxistin.“

Karkerên ne bi heqî û hiqûqî dawî li karê wan hat anîn, diyar kirin ku heke di hişyarnameyê de nehatibe nivîsîn jî ji wan re hatiye gotin ku ew ne ji Ebexê ne û ev gotin kirin: ‘’Em ê bi rêya hiqûqî li gera li mafê xwe dewam bikin.“