NPG'ê pîroz kir: Em hevrêyên xwe hemûyan silav dikin

NPG'ê peyama pîrozkirinê ji bo gerîla weşand û got, "Em bawer in ku Pêngava Şoreşgerî wê bi çalakiyên gelekî serketî û operasyonên şoreşgerî bênavber dewam bike. Em hevrêyên xwe hemûyan silav dikin ku bi ruhê fedaî şer dikin."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ev daxuyanî da:

"Dema ku mirov bala xwe dide ser agahiyên ku hêzên me vê hefteyê dane û çalakiyên ku lidar xistine; tê fêhmkirin ku ji aliyê bicihanîna rê û rêbazên gerîlatiya serdema nû ve asteke girîng hatiye bidestxistin. Bi ruhê êrişê yê bilind, bi lêdana aqilane, wêrek û tûj;

- 31'ê Gulanê li herêma Besta ya Botanê bi hostatî û hesasiyeteke mezin cerdevanên li pêş hatin hişyarkirin û astengkirin û piştre jî tenê li dijminê dagirker hate xistin û hate cezakirin.

- 4'ê hezîranê li navçeya Şaxê ya Wanê bi sûîqestê li dagirkerên li nîzamiyeya qereqola Tingê hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

- 8 û 9'ê Hezîranê li Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şahîn û Karker bi çalakiyên sûîqestê yên serketî gelek dagirker hatin cezakirin.

- 9'ê Hezîranê li herêma Metînayê li Girê Ortê 4 dagirker ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin cezakirin, 5 jî birîndar bûn.

- 10'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sûîqestê û taktîkên êrişê 4 dagirker hatin cezakirin.

- 10 û 11'ê Hezîranê tevî ku dagirkeran bi bombardûmaneke bi rojan a li ser qada Dola Şîvê xwestin bi pêş ve biçin, hêzên me yêyî windahiyê bidin pêşî li pêşveçûna dijmin girtin û 6 dagirker ceza kirin, droneyek jî xistin.

- 11'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Karker bi du taktîkên sabotajê yên serketî 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn.

- 12, 13, 15 û 16'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Karker bi sûîqestê dagirker li ser hev hatin cezakirin.

- 13'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çalakiyên serdegirtin û sûîqestê yên koordîneyî 10 dagirker hatin cezakirin, sîstemeke radarê hate îmhakirin.

- 14'ê Hezîranê li herêma Avaşînê li qada Mervanosê bi çalakiya gerîla ya koordîneyî 5 dagirker hatin cezakirin, 2 termal û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin.

- 15 û 16'ê Hezîranê li hemberî dijminê ku dixwest li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi pêş ve biçe, xefikeke mezin hate amadekirin û bi Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî, gelek taktîk di nava hev de bi hostatî hatin bikaranîn, bêyî ku windahî bê dayin 57 dagirker û kontra bi rengekî serketî hatin cezakirin. Ev çalakiyên hatin lidarxistin ji çalakiyên sereke yên serketî ne ku derketin pêş.

Li ser bingeha pêngavên şoreşgerî yên Şehîd Şervan-Şehîd Diljîn Egîdên Botanê, Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê Şehîd Savaş Maraş, hevalên me li her derê bi tempoyeke bilind her roj bi her awayî, bi afirîneriya taktîkê, bi rêbaza lêdanê ya bi rengê baz çalakiyan lidar dixin. Bi taybetî li dijî dijminê ku dixwaze Zap, Avaşîn û Metînayê dagir bike her roj derb lê tê xistin, fatûreya sûcê dagirkeriyê timî lê tê birîn û cezakirin. Dost û dijmin her kesî dît ku ketina dagirkeriyê li Kurdistanê hêsan nîne.

Dilê gelê me û dostan ên bi berxwedana gerîla lê dide, bi çalakiyên serketî yên we hevrêyên me ku li ser xeta lehengiyê şer dikin, bi moral û hêvî tijî dibe. Li ser vê bingehê hesab ji dewleta Tirk tê pirsîn ku zarokên bêguneh ên gelê Kurd li Bamernê û Şengalê qetil dike, heyfa gelê me li erdê nayê hiştin. Vê ekê jî careke din nîşan da ku gerîla parêzvanê rasteqîn ê Kurdistanê û nirxên gelê Kurd e.

Tîmên bi tevger ên ku van çalakiyan lidar dixin, hevalên ku bi îradeyeke mezin li tunelên şer şer dikin, hemû fermandar û şervanên ku di van çalakiyan de keda xwe hene, ji ber ruhê êrişê yê bilind, rêbaza lêdanê ya encamgir û taktîkên gerîla yên afirîner, em hemûyan pîroz dikin.

Em bawer in ku Pêngava Şoreşgerî wê bi çalakiyên gelekî serketî û operasyonên şoreşgerî bênavber dewam bike. Em hevrêyên xwe hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikin ku bi ruhê fedaî şer dikin."