Fermandar Germiyanî bang li ciwanên Başûrî kir: Berê xwe bidin çiyayên azad

Ji fermandarên HPG'ê Şaho Germiyanî destnîşan kir ku dem hatiye ew ala pîroz li axa pîroz a Kurdistanê li ba bidin û bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo xwedîderketina li welatê xwe, berê xwe bidin çiyayên azad û li ber dagirkeriyê rabin.

Ji Fermandarên HPG’ê Şaho Germiyanî têkîldarî êrişan û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê ji ANF'ê re axivî.

Şaho Germiyanî got: "Îro Kurdistan di nava şer de ye, ev bêdengî û bê helwestiya heyî nayê qebûlkirin, ji bo cemaweriya birûmet a Kurdistanê û bi taybetî ji bo cemaweriya Başûrê Kurdistanê. Divê ji her alî dengê xwe li hemberî dagirkerî û xayinan bilind bike."

Germiyanî bal kişand ser xiyaneta PDK û wiha pêde çû: "Îro pêşengekê Kurd heye (...)Pêşengên gelê Kurd li çiyayên pîroz ên Kurdistanê ji bo her çar beşên Kurdistanê têdikoşin."

Germiyanî ragihand ku xiyaneta PDK'ê divê ji aliyê gelê Kurd ve êdî neyê qebûlkirin, her kes li ber rabe û got, "Bawer bikin eger sibe artêş û leşkerên Tirk bikeve Başûrê Kurdistanê, wê ji Enfala beriya niha xerabtir Enfalê li serê gel bike."

'XIYANETA KU PDK NIHA DIKE, JI YA SALA 1992'AN GELEKÎ MEZINTIR E'

Germiyanî diyar kir ku divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên dagirkeriyê bi hestiyar, bi fikir û zanebûn tevbigere û got, "Îro bi pêşengiya Rêber Apo ku şoreş ava kiriye, divê hûn jî bi hemû hêz, bîr û hizra xwe di hemû aliyan de tevlê bibin; hem mamosteyên ayînî, rewşenbîr, yên aqilmend û rûspî, eşîrên hêja yên welatparêz û bi giştî gelê me yê hêja pêwîste li hemberî vê dagirkeriyê û xiyanetê serê xwe bilind bikin, ango raperîn bikin."

Germiyanî bi bîr xist ku wî bi xwe 4 salan pêşmergetî kir û wiha dewam kir: "Lê belê di nava wan 4 salên pêşmergetiya min de tenê şerê birakujî û xwekujiyê hebû. Wate şerekê ji bo parastina xaka pîroz a Kurdistanê nebû. Yanî di dawiyê de êdî weke tê gotin, çawa ku sala 92’an xiyaneteke mezin hat kirin, a niha jî ji 92’an mezintir û xirabtir e. Pêwîste gelê Kurdistanê nexasim gelê Başûrê Kurdistanê hestiyar, bi fikir û zane be."

'NAMÛS AXA KURDISTAYÊ YE, XWEDÎ LÊ DERKEVIN'

Fermandar Şaho Germiyanî pirsa "namûs çi ye?" kir û got, "Namûs axa Kurdistanê ye. Eger axa we ji dest biçe tê wateya namûsa we ji dest diçe. Daxwaza me ji partiyên siyasî û hemû hêzên Başûrê Kurdistanê ew e ku eger bi rastî pêşengtiya Kurdan dikin pêwîste helwesteke rastî û biwêr raber bikin, yanî namerd nebin. Bi rengekî camêrane li dijî xayîn û dagirkeran têbikoşin. Hin kes dibin derkevin û berovajîker bin, dibe ku hin kes bi çewtî û vala biaxivin û daxuyaniyan bidin, lê ew daxuyaniyane ne esas, rast û dirûst in. Hûn îro rastiya PKK’ê û bîrdoziya wê, we xwendiye û baş dizanin. Hêzên aqil û zana û yên welatparêz û dost baş dizanin. Temaşe bikin ev saleke ku şer heye, bi taybetî li Zagrosan şerekî herî giran ji bo vê axa pîroz heye. Yanî kesekê rojekê dît ku em dest ji xaka pîroz berdin, kesekê rojekê dît ku em li ser xaka xwe birevin û biçin? Eger menewiyat, îrade û îdeolojiyeke rastî nebe, tu kes wê nekaribe li hemberî wan dijmin û neyaran wisa têkoşîn û berxwedanî û serbilindiyê bijîn."

Germiyanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Komkujiya Enfalê û wiha dewam kir, "Ez ji qaşo serkirdeyên Kurd dipirsim, ji xwe mala Barzan ne serkirdeyê Kurdan e belku ew serkirdeyê xayînan e; lê heqê Enfalê li kuderê ye, ka ew 25-30 salin li Kurdistanê desthilatiyê dikin, ji bilî talan û diziyê tiştekî din heye ji we re? Başe qet heq û hesabek dane xelkên ku ji Enfalê re derbas bûn? Ka heqê rastiyê dan wan? Yanî ji derveyî talan û diziyê malbata Barzanî ji bo Kurdistanê tiştekî din nîne."

'ROJ HATIYE EM ALA PÎROZ LI SER AXA KURDISTANÊ BILIND BIKIN'

Şaho Germiyanî bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Êdî roj hatiye ku em bi rengekî azad, serbilind û kêfxweş bijîn. Roj êdî ne ew roje ku em bibin amûrê destê dijmin, bibin koleyê xayînan. Yanî roj ne ew rojin, êdî ew sal derbas bûn. Ew wateya wê êdî bê wate maye, êdî rolekê wê nemaye. Êdî roj ew roje ye ku em êdî alên pîroz li ser axa pîroz a Kurdistanê bilind bikin. Roj ev roje ye ku êdî hûn dibînin, çawa ku hûn dibînin rastî eve. Ew rastiya ku hûn îro dibînin eve ye. Kî bi dil û dilsozî şer dikin, xwe feda dikin û şehîd dibin vaye li ber çavên we ne û hûn dibînin. Ev dîroka wê ye, ev rastî û kerameta wê ye. Tiştekî din ji bo wê nîne. Lewma pêwîstiya me bi rastiyên Kurdistanê heye. Pêwîstiya me bi serbilindbûna Kurdistanê li cem cemawera bi rûmet a Kurdistanê heye. Êdî pêwîstiya me bi vê yekê nîne ango yek bê muameleyê li ser me bike, yek bê û me bike caş û quricî. Êdî ew sal derbas bûn, êdî gel ne gelê berê ye. Ew cemawerê Kurdistanê êdî ne ew cemawerê berê ye ku wisa bêdeng bimînin, bêçare bimînin û serî tewandî bijîn. Heta kengê em ê wisa guh bidin hin xelkên din. Heta kengê em pêwîst dibînin ku dîsa malwêraniyeke din bijîn."

'WERIN DESTÊ XWE BIGIHÎNIN ÇIYAYÊN SERKÊŞ ÊN KURDISTANÊ'

Germiyanî bang li ciwanan kir ku li cem gerîla cîh bigrin û wiha anî ziman: "Bi taybetî ji bo ciwanên Kurdistanê dibêjim; werin destê xwe bigihînin çiyayên serkêş ên Kurdistanê. Yanî ti maf û wateyekê din ji bo we nîne. Yê we azad bike ev çiyayên pîroz e. Yanî kesekê din ango ne Tirk, ne Ereb û ne Ecemên dagirker wê we azad nekin, we serfiraz nekin. Berovajî wê we serşor bikin."