Cemal Şerîk: Heval Sema peywirê dide me

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk qala Sema Yuce kir ya ku di Hezîrana 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê di çalakiyê de şehîd bû û got “Heval Sema rê nîşan dide, peywirê dide me.”

Sema Yuce di Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê çalakiyek li dar xistibû û di 17’ê Hezîrana 1998’an de şehîd bûbû. Hevrêyê wê yê têkoşînê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk ji ANF’ê re qala Sema Yuce kir.

Cemal Şerîk li Girtîgeha Çanakkaleyê Sema Yuce nas kiribû û demekê bi hev re têkoşîn meşandibûn. Şerîk diyar kir ku aliyê herî balkêş ê Sema Yuce ev bû ku tu carî tiştên ji adetî qebûl nedikir.

Şerîk wisa qala naskirina Sema Yuce kir “Min heval Sema Yuce di dawiya salên 1993’an de nas kir. Wê demê ew di Girtîgeha Çanakkaleyê de bû. Em komek heval jî ji Girtîgeha Bûrsayê anîbûn Girtîgeha Çanakkaleyê. Heval Sema aliyên wê yên cihê hebû, helwesta wê ne tiştekî ji adetî bû. Di axaftina xwe û zindîbûna xwe, mirov dikaribû van tiştan bibîne. Piştre me dît ku ev aliyên wê çiqasî rast in.”

‘EZ BI ZEKIYE ALKAN RE JI DAYIK BÛM, BI SERHILDANÊ MIN NAVIKA XWE BIRÎ’

Cemal Şerîk diyar kir Sema Yuce lêgerîna xwe ya di nav têkoşînê de di helbestên xwe de jî dida der û got “Helbestek nivîsandibû, di helbestê de wisa gotibû ‘Ez bi Zekiye Alkan re ji dayik bûm, min bi serhildanê navika xwe birî’ Vî tiştî kesayetî, nasname û taybetiya heval Sema Yuce gelekî zelal nîşan dide. Zekiye Alkan di sala 1990’an de li Sûrên Amedê çalakiyek kiribû û bi çalakiya xwe serdemek dabû destpêkirin. Heval Sema jî vê çalakiya heval Zekiye wekî jidayikbûna xwe bi nav kiribû. Piştre ev jidayikbûn jiyana wê guherand. Ev jidayikbûn bi serhildanan re pêk dihat. Bi gotina xwe ya ‘Min navika xwe birî’ destnîşan dike ku ev jidayikbûn çawa pêk hatiye.  Ev tişt ji bo heval Sema destpêkek bû. Jixwe jiyana xwe ya piştre jî li gorî vî tiştî diyar kir û wisa rêya xwe domand.”

DI RÊXISTINKIRINA JINAN DE KESAYETIYEKE PÊŞENG

Cemal Şerîk diyar kir ku asta pêşengtiyê ya Sema Yuce ne bi tenê li zindanê, ji bo hemû berxwedêrên zindanê pêşiya geşedanan vekiriye û bal kişand ser vî tiştî ku Sema Yuce pêşniyaz kiriye ku li zindanan jinên hatine girtin bila konferansê li dar bixin û got “Wê demê rapor ji zindanan dihatin. Di nav wan raporan de rapora heval Sema jî hebû û wê girtîgeha Çanakkaleyê dinirxand. Wê pêşniyazên xwe digot. Yek ji wan pêşniyazan ev bû ku li zindanan bila konferansên jinan were kirin. Wan deman konferansên li zindanan yên giştî bûn û salane dihatin kirin. Nîqaşên xweser ên hevalên jin jî parçeyekî wan konferansan bû. Heval Sema ji xeynî vî tiştî pêşniyazek dikir.Ne bi tenê li Girtîgeha Çanakkaleyê wê pêşniyaz dikir ku hemû hevalên jin ên li girtîgehan bila konferansê bikin. Ev pêşniyaz hate qebûlkirin û hevalên jin ên di girtîgehan de dest bi konferansên xwe kirin. Li ser vî esasî heval Sema di warê pêkhatina konferansên jinan de, rola xwe ya kesayetiya pêşeng pêk anî.

DI NAVBERA 8’Ê ADARÊ Û NEWROZÊ DE BÛ PIR

Heval Sema beriya çalakiya we nameyek nivîsandibû û di nameyê de diyar dikir ew dixwaze di navbera 8’ê Adarê û Newrozê de bibe pirek. Ev pênase divê gelekî li ser wê were sekinandin. Em îro sloganên ‘jin, jiyan, azadî’ berz dikin heval Sema di wan deman de wateya rastîn a vê sloganê diyar kir. Jin, jiyan, azadî yanî jin û Newroz. Pênaseya ku jin, jiyan û azadiyê herî şênber diyar dike. Heval Sema bi çalakiya xwe ev tişt danî holê.

NABE KU LI ASÎMANAN DU ROJ HEBIN

Heval Sema dibêje ‘Nabe ku du roj hebin’. Di vir de roj Rêbertî ye. Heke mirov wê şîrove bike, ev Rêbertî ye, ne kesekî din e. Ev pênase jî diyar dike nav rêxistinê de divê helwest û pozîsyona me çawa be. Du roj nabin nexwe em ê bidin dû Rêbertî. Em ê bibin xwendekarên layiqî Rêbertî. Em ê bendewariyên Rêbertî bi cih bînin. Ji xeynî wê ew ê lêgerîn û nêzikatiya me û tevgerên me tune bin. Em ê destûrê nedin vî tiştî.”

LEŞKER DIDE PEY ŞOPA FERMANDARA XWE

Şerîk qala Fîkrî Baygeldî jî kir ê ku bi gotina ‘Leşker dide pey fermandara xwe’ û bi çalakiya xwe li ser rêya Sema Yuce meşiya. Şerîk ji bo Fîkrî Baygeldî jî got “Him kûrahiya di çalakiya wî de, him jî di raporên wî yên wê demê de, tê wateya ku divê kesayetiya Sema Yuce baş were nirxandin. Divê mirov baş vî tiştî bibîne û encamên baş jê derxîne. Hinek hevalan encamên rast jî vî tiştî derxistin. Heval Fîkrî jî di girtîgeha Çanakkaleyê de bû. Hevalekî ciwan bû. Ew jî xwedî lêgerîn û hewldanan bû. Dixwest van lêgerîn û hewldanên xwe bigihîne encamê. Ji ber van taybetiyên xwe çalakiyeke wisa xurt li dar xist. Wî heval Sema wekî pêşeng qebûl kir û rêya pêşenga xwe wekî rêya xwe dît û piştre çalakiyeke wisa dîrokî û mezin li dar xist.”

‘BI ÇALAKIYA XWE BÛ YEK JI KESA PÊŞENG A DÎROKÊ’

Şerîk diyar kir di geşbûna bîrê de rola takekes û di warê giştîbûna ku takekes bi dîrok û civakê re ava dike divê her kes li ser kesayetiya Sema Yuce bisekine û ji xwe re encaman derxîne  û got “Di dîrokê de kesên wisa li pêş hene. Sedema ku ev kes wekî kesên pêşeng tên dîtin, ne ji ber vî tiştî ye ku ew xwe wekî kesên pêşeng dibînin. Civakê ev kes bi nav kiriye. Ji ber ku bi çalakî, helwest û têkoşîna xwe ji mirovên din cihê ne, ciwak wan wisa dibîne , pênaseyeke wisa tê kirin. Di çalakiyan de jî kesên wisa hene. Dema ku qala şoreşan tê kirin jî gelek caran navê van kesan jî tê dayîn û ev kes wekî mînak tên nîşandan. Sermesele li Tirkiyeyê qala serdema 12’ê Adarê tê kirin navê Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya tê gotin. Di geşbûna şoreşê de hin kesayetî hene ku rola xwe bi cih anîne. Hakî Karer û Mazlûm Dogan wisa ne. Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Çar Şoreşger, Delîl Dogan û Mahsûn Korkmaz wisa ne. Em dikarin van navan zêde jî bikin. Di şexsê van hevalan de, taybetiyên serdeman derketine holê û ji bo ku ew serdem têkeve pratîkê jî van hevalan peywir û berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ev tişt divê li ser esasê diyalektîka têkoşînê û di nav diyalektîka civak û takekesan de were nirxandin. Rewşa heval Sema jî wisa ye. Ji bo ku tevgera jinan di zindanan de were rêxistinkirin û bi çalakiya xwe ji partiya me re nîşan daye ku divê em li ser kîjan esasî tevbigerin.

BI BERXWEDANEKE SEMAYÎ EM DIKARIN PEYWIRA XWE BI CIH BÎNIN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ji bo jiyaneke azad û bi rûmet divê xeta Sema Yuce îro di şertên têkoşînê de têkeve meriyetê û got “Tişta ku divê niha were kirin, em li hemberî îmha û qirkirinê peywir û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Ji xeynî vê tiştekî din tune. Heval Sema di şertên girtîgehê de bi bedena xwe ev tişt kir. Girtiyek di wan şertan de bi bedena xwe dikare berxwedanê bike. Lê em ne girtî ne, em ji bo azadiyê têkoşin. Heval Sema di wan şertan de bi çalakiya xwe ser ketiye û bûye pêşenga me, nexwe divê kadro û milîtanên PKK’ê jî li ser rêya heval Sema, xwe bikin milîtanên pêşeng. Tekane peywira, em milîtan divê em peywir û berpirsyariyênx we pêk bînin. Divê em li gorî wê xwedî têkoşîn, helwest û çalakiyê bin. Heke em peywir û berpirsyariyên xwe pêk bînin, di her qadê de em ê karibin bersiva pêwist bidin dijmin. Encama ku divê were derxistin ne ku heman çalakî be, divê mesele dewlemendiya çalakiyan bin. Berfirehî û çarçoveya çalakiyan heye. Bi vê bîrê, bi berxwedaneke Semayî em dikarin peywir û berpirsyariya xwe pêk bînin.”