Gerîlayê HPG’ê Amed: Em ê li nîveka mejiyê dijmin bixînin

Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Amed diyar kir ku arteşa Tirk wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tek biçe û got, “Dijmin derbe bixwe lê wê nizanibe bê ka ji ku derê hat. Em ê li nîveka mejiya dijmin bixin.”

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên di 17’ê Nîsana 2022’an de li dijî Zap, Metîna û Avaşînê dabû destpêkirin, rastî berxwedana gerîlayên Zagrosê tê. Ev berxwedana dîrokî xwe dispêre amadekariyên leşkerî û îdolojîk yên gerîla û hîna jî didome.

Gerîlayê HPG’ê Mazlum Amed têkîldarî amadekariyên gerîlayan yên li dijî êrîşên dagikeriyê ji ANF’ê re axivî.

Mazlum Amed diyar kir ku ev şer bi îddîayeke mezin bibe şerê serkeftinê û weke mîlîtanên Apoyî ew ê heta dijminê têk bibe wê şer bidomîne û got “ Şerê ku em dikin şerekî dîrokî ye. Hebûn û tunebûna gelê Kurd û Rojhilata Navîn e. Weke mîlîtanekî Apoyî perwerdeya zanîstî, leşkerî, birdozî û îdeolojîk ku tevgera me bi me daye qezenckirin, em ê ji pêvajoyê re bibin bersivek mezin û şer bikin.”

Gerîla Amed li ser amadekariyên gerîla yên îdeolojîk wiha got: “Şerên mezin di şeran de tên destpêkirin; ev jî bi şerê îdeolojî û leşkerî pêkan e. Şer bi serkeftinê tên qezençkirin. Ez ji xwe dipirsim bê ka ez ê çawa ji Rêbertî û gelê Kurd re bibim bersiv. Li hemberî hemû teknîkên ku li ser gerîla tê bikaranîn, d vê em ê di her milî de xwe amade bikin heta ku em ê dijmin têk bibin.

TEKNÎKA HERÎ MEZIN MIROV E

Mazlum Amed destnîşan ku ger dijmin li Kurdistanê têk biçe wê li hemberî gerîlayan çok dayne û wiha got: “Gerîla ji balafir û teknîkan natirse. Gerîla balafiran nade berçavê xwe. Teknîka mezin tuneye.”

Amed bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd û got: “ Teknîka herî mezin mirov e. Yên ku teknikê diafirîne mirov in. Em ê vê teknîkê pûç bikin. Divê dewleta Tirk vê baş bizane. Dijmin bi rastiya xwe nikare şer bike, lewma bi teknîkan êrîş dike. Ger dijmin li dijî me şer bike, em ê jî li dijî vê şer bikin. Ger dijmin şikeftên me bombebaran bike, em ê jî şerê tunelan pêş bixin.

‘LEHENGÊN ZAGROSÊ WÊ SERKEFTINÊ BI DEST BIXIN

Mazlûm Amed anî ziman ku ji bo gelê Kurd ew ê vê şerê bi serkeftinê tacîdar bikin û wiha pêde çû: “Ger em serkeftinê neynin, nikarin şer bikin. Em ê ji bo Rêbertî û hemû gelên bindest serkeftinê dest bixin. Ji bo vê şerî amadekariyên me hene, em ê vê li eniyên şer nîşan bidin. Lehengên Zagrosê wê serkeftinê dest bixin. Em ê weke hêzên gerîla li dîrokê cihê xwe bigrin. Hêzên gerîla bi zanista Rêber Apo û hêza ku ji gel digire wê dijmin têk bibe. Ger arteşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastina yên Medyayê têk biçe, ew ê li her derê têk biçe. “

‘KURDISTAN WÊ JI DIJMIN RE BIBE JEHR’

Mazlûm Amed bi berdewamî wiha got: “Kurdistan wê ji dijmin re bibe jehr. Gotin me li Agiriyê beton avêt ser Kurdistanê. Rêbertî ev beton şikand. Em ê ji li Herêmên Parastina yên Medyayê bişkînin. Hêza Herêmên Parastina yên Medyayê ji vê yekê re heye. Li gor pêvojoyê em ji hemû tiştê re amade ne. Em ê bi tecrûbeya xwe ya 43 salan bi  ser bikevin. Erka ku dikeve ser milê me em ê pêk bînin. Li Herêmên Parastina yên Medyayê dijmin têk biçe. Dijmin derbe bixwe lê wê nizanibe bê ka ji kuderê hat. Em ê li nîveka mejiyê dijmin bixin. Gerîla tucar li hemberî teknîkê têk naçe.”

Mazlûm Amed têkîldarî sekna gerîla ya li hemberî pêvajoya dijwar wiha got: “Dibêjin teknîka me heye em ê gerîla têk bibin, em jî dibêjin gerîla tune nabe û her hebe. Çi teknikê bi kar tînin bila bi kar bînin, em ê ji li hemberî teknîkê şer bikin.”

Gerîla Amed diyar kir ku ew ê li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurke û Herêmên Parastina yên Medyayê serkeftinê dest bixin û wiha domand: “Qêrîna dijmin wê li Kurdistanê derbikeve. Ez li hemberî pêvajoyê helwesta xwe zelal dikim. Ez weke şoreşgerekî di asta milîtaniya Apoyî de dibêjim wê dijmin têk biçe. Bi tecrûbeyên 43 salan, ew ê dijmin îsal têk biçe. Dema dijmin derbeya mezin xwar wê êdî nikare navê Kurdan binê ser zimanê xwe. “