Bi wêneyên gerîla 'Keça serhildêr a Agiriyê'

'Keça serhildêr a Agiriyê' Sema Yuce beriya niha bi 24 salan di 17'ê Hezîrana 1998'an de piştî 84 rojên ji berxwedana ji bo jiyanê, şehîd bû.

Sema Yuce sala 1971'ê li gundê Qerxelixa Jêrê yê navçeya Tûtax a Agiriyê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû ku timî jê re qala destana serhildana Agiriyê dihate kirin. Hîn di zarokatiyê de bi sekna xwe ya serhildêr bal kişand û ji ber vê yekê jî nava malbatê de navê Leyla Qasim lê hate kirin.

Sema Yuce dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Tûtaxê, lîse jî li Agiriyê qedand. Di sala 1987'an de Beşa Sosyolojiyê ya ODTU qezenç kir û berê xwe da Enqereyê. Sala 1988'an li Enqereyê tevlî nava komeke xwendekarên welatparêz-şoreşger bû. Ev pêvajo ji bo Sema bû firsendek ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas bike.

Piştî ku Zekiye Alkan li ser şopa Mazlûm Dogan di Newroza 1990'î de li ser bedenên Amedê bedena xwe da ber agir, vê yekê bandoreke mezin li Sema Yuce kir. Zekiye Alkan ku bi giranî birîndar bû li Nexweşxaneya Hacettepe ya li Enqereyê hate dermankirin. Sema Yuce yek ji wan xwendekarên welatparêz ên Kurd ên li Enqereyê bû ku çûn nexweşxaneyê, ji bo hêzên dewleta Tirk Zekiye Alkan qetil nekin, li ber serê wê nobed girtin.

'ZEKIYE NAVIKA MIN BIRÎ'

Piştî ku Zekiye Alkan di 30'ê Adara 1990'î de şehîd bû, Sema Yuce gelekî jê bi bandor bû. Ji xwe di nameya xwe de ya piştre binivîsanda wê wiha bigota, "Zekiye navika min birî, bi hev ve girêdayî ye. Eger şehîd bikevim, kulmek ji axa gora min li ser gora Zekiye bireşînin."

Sema Yuce salek piştî şehadeta Zekiye Alkan dema ku xwendekara pola 3'emîn bû di sala 1991'ê de tevlî nava refên PKK'ê bû. Destpêkê çû herêma Mêrdînê, li vê derê perwerdeya leşkerî û siyasî wergirt. Di dema perwerdeyê de bi hevalên xwe yên gerîla re gelek wêne kişand. Ev wêne zêde nayên zanîn û niha li nava arşîva PKK'ê ne. Di hin ji wêneyan de kincê sivîl li Sema Yuce ye. Piştî Mêrdînê berê xwe dide Akademiya Mahsûm Korkmaz. Li vê derê jî piştî perwerdeya siyasî û îdeolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevlî karên rêxistinkirina gel bibe ji herêma Serhedê re tê şandin. Lê belê karên wê yên li vê derê kurt dewam dike.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ XETA TASFIYEKAR

Sema Yuce sala 1992'an li Agiriyê ji ber îxbarekê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê girtin û 22 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Piştî Nevşehîrê ji Girtîgeha Çanakkaleyê re tê şandin û li vê derê pêşengiyê ji têkoşîna li dijî xeta tasfiyekariyê dike. Sema Yuce dema li girtîgehê bû li ser hişmendiya azadiyê kûr bû û 8 sal piştî çalakiya Zekiye Alkan di 21'ê Adara 1998'an de ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk, li dijî xeta xiyanet û tasfiyekariya li ser PKK'ê tê ferzkirin, ji bo sekneke şoreşgerî nîşan bide bedena xwe da ber agir.

Sema Yuce ev sekna xwe di nameyên xwe de wiha vegot: "Çawa ku li ezmanan du roj nîne û nabe, ji bo mirovekî, ji bo jineke ku dixwaze azad bibe du alternatîfên jiyanê, du navendên moralê nabe. Kêliya ku vê nameyê dinivîsînim ew kêlî ye ku ji aliyê fikrî, moral û jiyanî ve Serok Apo ji xwe re kiriye yekane navend, min hemû astengiyên navxweyî ji holê rakiriye. Azadî ji bo me hemûyan e û gav bi gav em dikarin azad bibin."

Sema Yuce piştî çalakiyê li Nexweşxaneya Fakulteya Tip a Cerrahî ya Stenbolê di 17'ê Hezîrana 1988'an de piştî 84 rojan şehîd bû. Têkoşîn, serhildan û daxwaza wê ya azadiyê ji aliyê Hozan Serhat ve li çiyayên Kurdistanê bi strana 'Keça serhildêr a Agiriyê' hate vegotin û di bîra gelê Kurd de ma.