Dayikên Aştiyê: Çapemeniya azad dengê me ye

Şandeyeke ji Dayikên Aştiyê, Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê pêkhatî, serdana DFG'ê kir û peyama xwe ya piştevaniyê dan.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di 8’ê hezîranê de hatin destgîrkirin. Piştî destgîrkirina 8 rojan jî duh derxistin Edliyeya Amedê û ji 22 kesan 16 rojnameger hatin girtin. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca balê bikêşîne li ser rojnamevanên hatine girtin, serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kir. Endamên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li serdanê bûn.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, di serdanê de axivî û diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên li ser çapemeniya azad li cem çapemeniyê bin. Tosun operasyona li dijî rojnamegeran a 8’ê Hezîranê bi bîr xist û got: “16 rojnameger serê sibê hatin destgîrkirin. Em dizanin ku ji salên 90’î û vir ve çapemeniya azad her tim bi awayekî azad nûçe û rastiyan dişopîne. Li ku derê çewisandin hebe, çapemeniya azad şopand û ji hemû civakê re ragihand. Îro em dibînin ku çapemeniya Tirk di bin zexta hikûmetê de ye. Hikûmet dibêje, 'Ya hûn bi me re ne yan hûn ê li derveyî civakê bihêlin'. Îro em dibînin ku hevalên me yên hatine girtin bi rastî jî dixwazin dengê civaka azad qut bikin. Dixwazin raya giştî bêhiş bimîne.“

Dayika Aştiyê Emîne Denîz jî diyar kir ku zextên li ser çapemeniyê ne hiqûqî ne û got:" Em van êrîşên nehiqûqî şermezar dikin. Çapemeniyê tu sûc nekiriye. Di rêya heq û huqûqê de rojnamevanî kirine. Ew hatin girtin lê wê bi sedan kes werin cihê wan. Ew çapemeniya azad in û dengê me ne. Kesek nikare dengê me bibire."