‘Ji bo ewlehiya mamosteyan mûçeyên wan bişînin Kerkûkê’

Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Kerkûkê anî ziman ku ji bo ewlehiya mamosteyan divê mûçeyên wan bişînin Kerkûkê û gotin: “Wê heta kengê mamoste bibin qurbanî.”

Du roj beriya niha 3 rêveberên li Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Kerkûkê ku ji xwendina bi Kurdî berpirs bûn bi armanca wergirtina mûçeyên mamoste û karmendên dibistanan bi hev re çûbûn Çemçemalê, di dema vegerê de wesayîta wan qelibî û her 3 birîndar bûn.

Rewşa her sê rêvebiran giran e û li Nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê derman dibin. Beşa xwendina Kurdî li Kerkûkê di dema buhurî de bi domdarî daxwaznameyên nivîskî arasteyê Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û ji bo ku mûçeya dibistanên girêdayî hikûmeta herêmê razîne bankayên herêmî yên Kerkûkê daxwaza erêkirinê ji wezaretê kiriye. Lê li gorî gotina yekîtiyê daxwaza wan hatiye redkirin.

Ji ber xirab bûna rêyê, mamoste tim di rê jiyana xwe ji dest didin, li gorî gotina rêveberên Kurd ên xwendina Kurdî ev rê bûye rêya mirinê, bi domdarî qezayên tirafîkê û karesat lê diqewimin. Îro ji ber bûyera du roj beriya niha careke din Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Kerkûkê, civîneke çapemeniyê li dar xist û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku mûçeyên mamosteyên xwendina Kurdî li şûna bankaya Çermo ya li Çemçemalê razînin bankayên Kerkûkê.

Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Kerkûkê Kemal Şerîf, di civîna çapemeniyê de li ser navê mamosteyên Kurd ên Kerkûkê axivî û got: “Me çend car beriya niha ji bo mûçeyên mamoste û karmendên xwendina Kurdî ji banka Çermo ya bajarokê Çemçemalê daxwaz kir ku mûçeyan razîne bankayeke Kerkûkê. Ji ber ku ji bo wergirtina mûçeyan pêwîst e mamoste û karmend biçin bankaya Çemçemal û ev demek e ku wek mamosteyên xwendina Kurdî li Kerkûkê erkdar in.”

Şerîf diyar kir ku hemû aliyên pêwendîdar ên xwendina Kurdî li Kerkûkê yên wek Yekîtiya Mamosteyan,Sekreteryaya Yekîtiya Mamosteyan, Rêveberiya Xwendina Kurdî û Yekeya Berpirsê Xwendina Kurdî li Kerkûkê, bi nivîskî û fermî daxwaza razandina mûçeyan li bankayeke bajarê Kerkûkê kirine, lê bi hinceta ku li Kerkûkê bankayek a girêdayî herêma Kurdistanê nîn e, Wezareta Darayî ya Herêmê naxwaze mûçeyên me bişîne Kerkûkê.”

Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ya li Kerkûkê Kemal Şerîf bal kişande ser metirsiya jiyanî ya li ser wan rêveberên Kurd ên diçin ji bo wergirtina destheqê xwe û wiha pê de çû: ”Herî kêm 8 hezar mamosteyên xwendina Kurdî li herêmên bi nakok ên girêdayî herêma Kurdistanê hene û piraniya wan li eyaleta Kerkûkê ne, lê xwendina wan girêdayî Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Iraqê ye, ji ber wê jî rêveberên dibistanan ji bo wergirtina mûçeyên xwe diçin bankaya Çermo ya li bajarokê Çemçemalê. Lewre tim bi qezayên trafîkê re rû bi rû dimînin, herî dawî di vê hefteyê de 3 rêveber di dema vegera li Kerkûkê qeza kirin û bi giranî birîndar bûn.”

Hêjayê bibîrxistinê ye ku piştî bûyerên 16’ê Cotmeha sala 2017’an hikûmeta herêma Kurdistanê bi hinceta nearambûna rewşa ewlehiyê ya bajarê Kerkûkê, Wezareta Darayî ya Herêmê mûçeyên mamoste û karmendên xwendina Kurdî yên li Kerkûkê ji bankaya Çermo ya bajarokê Çemçemalê dabeş dike.