HPG'ê agahiyên li ser nasnameya Ekîn Wan a şehîd bû, eşkere kir

HPG'ê diyar kir ku gerîla Ekîn Wan a Tirkiyeyê, enternasyonalîst û şoreşgereke Apoyî şehîd bû û got, "Heta ku ewladên bi vî rengî yên bi rûmet, wêrek û leheng ên gelan hebin wê doza azadî û sosyalîzmê teqez bi ser bikeve."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Komploya navneteweyî ya nû ku li dijî Rêber û tevgera me tê meşandin, li Zap, Avaşîn û Metînayê bi şerekî giran dewam dike. Di vî şerî de ewladên herî leheng, herî bedew ên gelên Kurd, Ereb û Tirkiyeyê bi rengê herî bêhempa li ber xwe didin. Di vî şerê azadiyê de ku naşibe ti şerê sedsala 21'ê, em hevrêyên xwe yên hêja şehîd didin. Li herêma Zapê ku navenda vî şerê azadiyê yê dîrokî û stratejîk e, hevrêya me Ekîn Wan ku ji roja destpêkê heta şehadetê bi lehengî şer kir, di taktîka sabotajê de afirîner û bi bandor bû, 15'ê Gulana 2022'an di şerê dijî dijmin de şehîd bû. Ji ber şehadeta şoreşgera Apoyî, enternasyonalîst û Tirkiyeyî hevrêya me Ekîn di serî de malbata Arslan em sersaxiyê ji tevahiya demokrat-sosyalîstên Tirkiyeyê û gelên Kurdistanê re dixwazin. Sekna enternasyonalîst û têkoşîna azadiyê ya hevrêya me Ekîn weke mînakeke kêmdîtî ya biratî û têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê cihê xwe di dîrokê de girt. Gelê Tirkiyeyê, ji ber ku xwedî ewladeke welê hêja û şoreşgereke bijarte bû, çiqasî serbilind be hêja ye. Em dibêjin, ku em ê têkoşîna hevrêya xwe Ekîn ji xwe re bikin mînak û hesab ji vê sîstema faşîst, qirker û mêtinger bipirsin ku bûye belayê serê gelên Tirkiyeyê û herêmê. Em soza xwe dubare dikin ku armanca hevrêya xwe Ekîn û hemû şehîdên xwe teqez pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Ekîn wiha ne:

Nasnav: Ekîn Wan
Nav paşnav: Ekîn Arslan
Cihê jidayikbûnê: Enqere
Dayik-Bav: Muge-Goksel
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Gulana 2022 / Zap

Hevrêya me Ekîn li nava kevneşopiyeke ji nirxên sosyalîst û şoreşger mezin bû, di dema xwendina zanîngehê de lêgerînên xwe bi zanebûnê xurt kir. Dema ku li Zanîngeha Hacettepe li beşa dîroka hunerê dixwend, ciwanên welatparêz nas kir, bi naskirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re fêhm kir ku bersiva herî nêz û rast a li lêgerînên wê di nava PKK'ê de ye. Wê demê tevlî nava karên ciwanên welatparêz bû û ji xwe re kir esas ku xizmetê ji şoreşa Kurdistanê û Tirkiyeyê re bike. Piştre têkoşîna me ya sala 2014'an a li dijî DAÎŞ'ê bala hevrê Ekîn kişand û hîn bêhtir li ser kûr bû û ev yek bû wesîle ji bo tevlî nava refên gerîla bibe.

Wê qebûl nekir ku di rastiya heyî ya serdemê de bibe jinek û mirovek hişmendî, ruh, fikir, hest û bedena wê hatiye dizîn. Red kir ku bibe miroveke welê ku li nava sînoran hatiye girtin, bi qasî ku destûr jê re tê dayin dibîne yan jî nabîne. Rastiya miroveke welê ti carî qebûl nekir ku haya xwe ji rabirdûya xwe tine ye, li pêşberî paşerojê xemsar e û di serdema heyî de jî hebûn û tunebûna xwe nediyar e. Ji ber vê yekê biryar da tevlî nava refên PKK'ê bibe û xwest bibe miroveke azad û derdkeve derveyî sînroên ku serweran li ser mirovan, jinan û civakan ferz kirine. Dîroka serweran navdarî, pere û milk weke mîrate ji hev re dihêle. Dîroka bindestan Jî têkoşîna azadbûnê û nirxên komunal ji hev re dihêle. Vê mîrateyê ji Denîz, Mahîr, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Kemal Pîran heta niha veguheriye têkoşîneke azadiyê. Hevrêya me Ekîn jî bû pêla Denîzan. Denîzan, Mahîran bi têkoşîna ciwanan a li Tirkiyeyê gavek avêtin; rê li ber şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê vekirin. Li ber sêdarê jî gotin, 'Bijî biratiya gelên Kurd û Tirk' û rastiya înkar û tunekirinê ronî kirin. Şoreşa Kurdistanê li xeleka vê zincîrê bi cih bû û weke PKK'ê dewam kir. Hakî, Kemal, Çîgdem, Hêlîn, Toprak, Gulnaz û Ekîn afirand. Şehîdên me yên enternasyonalîst di heman demê de şehîdên hevpariya di jiyan û mirinê de, hevgirtina gelan e. Hevrêya me Ekîn jî yek ji mînakên herî bedew ên van hevalan e.

Hevrêya me Ekîn bi nêrînên xwe yên ji bo fêhmkirinê ku bandoreke mezin li mirovan dikir, bi eşqa xwe ya hînbûnê, bi çavên xwe yên biriqanî û bi nêzîkatiya xwe ya têgihiştî bandoreke mezin li hevrêyên xwe dikir. Şoreşgerî ji bo hevrêya Ekîn rêbazeke jiyanê bû. Ji ber vê yekê ti carî qebûl nekir ku xwe ji têkoşînê vegire, li derveyî têkoşînê bisekine. Wê xwe di nava deryayê de li hemberî pêlan li ber xwe bide. Û weke şoreşgerekê bi wêrekî jiya. Hevala Ekîn şoreşgereke rasteqîn bû. Tevkariyeke mezin li RAJÎN û karên çapemeniya YJA Starê kir. Lê belê hevala Ekîn timî dixwest biçe qada şerê giran û di vê mijarê de pêşniyar dikir. Li dibistana sabotajê ya Şehîd Sarya ji bo gerîlatiya jinê pêşengiya profesyonel, şareza û hîn têgihiştî bi dilnizmî pêk dianî. Bi performansa xwe ya li perwerdeya sabotajê, ji bo gerîlayên jin bû mînakeke motîvekirinê. Hevala me Ekîn zanî bû ku sadebûn di heman demê de tê wateya bijartebûnê û bi vî rengî dilsoza gerîlatiyê bû. Lewma jî qet nedisekinî, li hemberî zor û zehmetiyan ti carî ranediwestiya. Ji bo hevala Ekîn şoreşgerî dihate wateya tercîhkirina ya zehmet û jiyana li gorî vê tercîhkirinê. Şoreşgerî ji bo wê bûbû şêweyê nêzîkatî û jiyanê. Tevî ku hevaleke Tirk bû gelekî hewl dida bi Kurdî biaxive, ku guhdarî kirina li wê gelekî bedew bû. Ji Botanê heta Zagrosê hevalên ji gelek qadên pratîkê dihatin gelekî bala wê dikişandin. Timî xwe ji bo karên pratîkî pêşniyar dikir, ji karên sengerî heta bi pirsgirêkên şer li ser her mijarê radiwestiya.

Hevala Ekîn ji bo bersivê bide pirsgirêkan û nakokiyan timî Rêbertî dixwend. Lêgerîna Rêbertî ya têkildarî jin û jiyana azad, herî zêde bala hevala Ekîn dikişand. Pîvanên Îdeolojiya Rizgariya Jinê di jiyan, nêzîkatî û têkiliyên xwe de, di kesayetiya xwe de şênber kir.

Hevala Ekîn ku xwe ji gelek aliyan ve bi pêş ve bir, herî zêde hêza wê ya bandora li mirovan xurt bû. Têkoşeriya wê, bandora eşqa azadiyê ya di dil û mejiyê wê de, li ser rûyê wê xuya dikir. Bi aramî û têgihiştîbûna xwe, her wiha bi heneko û coş, ken, hunera pratîkê, berpirsyariya xweperwerdekirinê, dîsîplîn, hêza parvekirina bi mirovan re, dihate naskirin. Bêyî ku kesî aciz bike û xwe cuda bibîne, hewl dida hîn bike. Dema ku mirov li hevala Ekîn dinihêrî hîn bêhtir felsefeya jiyanê ya gerîla, zor û bedewî, rêbaza jiyana azad ji kûrahî ve didît. Hevala Ekîn şoreşgereke jin bû ku sînorên netewe dewletê di dil û mejiyê mirovan de daniye, ji holê rakir. Gerîlayek bû ku her ku sînor ji holê radikir bedewtir dibû. Di her şert û mercî de pak, dilnizm bû. Pîvanên xwezayî yên hezkirinê û bandora azadiyê di kesayetiya xwe de ava dikir. Hevala Ekîn her ku bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re bû yek bêhtir bedew bû, bû xwedî wate û wate tevlî nava têkoşîna azadiyê kir. Weke jineke Tirk di nava tevgera azadiyê de bi serbilindî û bi rûmet meşiya.

Bi hezaran ewladên pak, durust, bijart û hêja yên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi jin û mêr tevlî nava vê têkoşînê bûn, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Armanca her yekî, sekna jiyanê, ruhê sosyalîst tevgera me, kesayetiya me mezin dike û rêya me bêhtir ronî dike.

PKK û PAJK bi diyalektîka şehîdan timî ciwan dimîne, ruhê berxwedanê yê gel û civakê zindî dihêle. Bi serketina Têkoşîna gerîla re ne tenê ji bo Kurdistanê her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêza herî zindî ya sedsala 21'ê. Gerîlatiya jinê ya zad îro bi şerê azadiyê yê li Zap, Avaşîn û Metînayê re, gerîlayên YAJ Starê û şehîdên me yên dilê xwe wêrek bûn; Mizgîn, Ronahî, Viyan Botan, Şaristan, Eylem û Ekîn Wan hîn bi heybet dibin. Têkoşîna pîroz a şehîdên me yên ezîz, ji bo gelên Kurdistanê, Tirkiye û herêmê wê bi paşerojeke demokratîk, ronî û azad bê tacîdarkirin. Ji bo vê jî em di wê baweriyê de ne ku wê hîn bi xurtî têbikoşin. Heta ku gel xwedî ewladên bi vî rengî yên bi rûmet, wêrek û leheng be, doza azadî û sosyalîzmê wê teqez bi ser bikevin."