Çewlik: Şer li ser xeta Zîlan tê kirin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik destnîşan kir ku şer ne tenê li Kurdistanê ye û got, "Encamên vî şerî jî wê ne tenê li Kurdistanê be."

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bersiv da pirsên ANF'ê.

Em ketin meha Hezîranê ku weke meha fedaîtiyê tê pênaseikrin. Şert û mercên dema çalakiya Zîlan û yên niha di kîjan astê de dişibin hev? Çalakiya Zîlan çima girîng e?

Lêgerîna li azadiyê û şerê xwegihandina nasnameya xwe, ji bo gelan û jinan berhemek ji pêvajoyên şoreşgerî yên ji têkoşîna bi berdêlên giran e. Bi vî rengî destpê kirine û bi pêş ve çûne. Li gel karakterê tuneker û zordar ê îdeolojiya baviksalar, her tim kevneşopiyeke berxwedêr a zindî û rengîn hebûye, ku di belgeyên fermî de navê xwe derbas nabe. Hêza afirîner a vê kevneşopiyê jî şehîdên me ne. Ev abîdeyên berxwedan û jiyanê aliyê esasî yê ronîkirina tarîtiya sîstema serwer e. Her ku em dîroka xwe hîn dibin, vê serdemê hîn bi xurtî fêhm dikin, hezkirina jinê û mirov mezintir dikin û bi gavên xurtir ber bi azadî û paşerojê ve dimeşin. Ev dengê bi wate û azadîparêz ê dîrokê, bi nasnameya xwedawendiyê jinûve diafire, bi bedewiya dil û ruhê xwe dibe hêza jiyana bi wate. Bi wesîleya meha Hezîranê ku meha fedaîtiyê ye; di şexsê fermandarên me yên serketinê hevalên Zîlan, Sema û Gulan de, di şexsê hevalên Şehristan, Mizgîn Ronahî, Ekîn, Mahîr Mazlûm, Bager Gever, Şervan Erkendî, Rojda Cizîr, Ozgur, Zamanî, Nalîn, Seren, Siyabent û Laşer de ku bi rengê Zîlanî şer kirin, hemû şehîdên me yên Zap, Avaşîn û Metînayê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, hevrêyên xwe yên li her parçeyên Kurdistanê şer dikin, silav dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê jiyaneke azad û bi wate ava bikin.

Dema ku mirov şert û mercên çalakiya hevala Zîlan û şert û mercên vê demê dibin ber hev, dibînin ku ji gelek aliyan ve dişibin hev. Gelek bi nasname, çand, felsefe û exlaqê xwe tune tê hesibandin, zayendek li nava qalibên bênasname û bêrûmet tê bicihkirin, şerek bi rengê herî bêrehm û qirêj li dijî gel û gelan tê meşandin. Di nava van şert û mercan de bi bêdengmayinê mirov nikare bi rengekî bi wate bijî. Çalakiya hevala Zîlan di sala 1996'an de li dijî komploya navneteweyî ya 6'ê Gulanê ku li hemberî Rêbertî hate kirin, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd dihatin meşandin û di heman demê de li dijî tasfiyekariya çetetî ya navxweyî, nîşandana helwestê bû. Jiyana bi wate çalakî û têkoşîna li dijî vê sîstema serwer e ku di berdêla wê de divê mirov karibe canê xwe jî feda bike. Soz ev bû, cewher jî ev bû, pratîk jî bi heman rengî bû. Bû nîşaneya durustî, pakbûn, wêrekî, kûrahiya jinê, dilsoziya bi dil û mejî, milîtaniya bi biryardar û serketî, fermandariya serketinê. Hemû detayên ku bibin sedema neserketinê, ji holê rakir. Hevala Zîlan bi xwe bû armanc û bû çalakî. Bandora hevala Zîlan li ser tevgera me ya giştî û tevgera me ya jinê gelekî zêde ye. Rêbertî hevala Zîlan weke xwedawenda serketinê pênase kir. Di kesayetiya hevala Zîlan de hem ji bo tevgera giştî pîvanên fermandariyê û taktîkê, hem jî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê perspektîf afirand. Têkiliya navbera Rêbertî û hevala Zîlan têkiliyeke azad bû. Ya ku metirsiya li ser Rêbertî û tevgera me zû dît û bêyî li benda fermanê bisekine çalakî kir, hevala Zîlan bû.

Encamên çalakiya Sema çi bûn? Bersiveke çawa hate dayin?

Hevala Sema da ser şopa hevala Zîlan. Hevala Sema Yuce sala 1998'an di Newrozê de bi zimanê çalakiyê, bi geşbûna êgir diaxivî. Weke şopdara Mazlûman, Çaran, Zekiyeyan, Bêrîvan-Ronahiyan, Zîlanan; ev çalakî li dijî dijminê navxweyî û derve, li hemberî xetereyan lidar xist. Bi hevala Sema re pakbûn, durustî, ziravî, wêrekî, kûrbûna têgihiştinê û lêgerîna li wateyê gelekî mezin bû. Çalakiya hevala Sema di afirandina teoriya îdeolojiya rizgariya jinê de diyarker bû, ku Rêbertî di 8'ê Adara 1998'an de ragihand. Rêbertî teqez bi pêşketin û gavekê bersivê dide her şehadetê. Ji bo bersiva li şehadeta hevala Sema jî gaveke bi vî rengî ji tevgera jinê re avêt. Têkoşîna rizgariya jinê kûrtir bû, ji aliyê kesayetan ve jî ji aliyê pêşketina rêxistinî ve jî îdeolojiya rizgariya jinê veguherî şêweyê partîbûna jinê û gihîşt vê serdemê.

Fedaîtiya Gulan tevkariyeke çawa li têkoşînê kir?

Yek ji şehîdên me yên meha Hezîranê hevala Gulan e. Fêhmkirin û meşa li ser xeta wê ya jiyan û têkoşînê bû sedema biryardariya li ser têkoşîn û jiyana azad. Ew fedaiyek bû. Ji wî eslî bû ku gelekî ji jiyanê hez dikir, ku di oxira wê de dikarîbû canê xwe feda bike. Karakterên daxwaz, hişmendî, israr û dilsoziya bi xetê re ya kesayetiya wê, kir ku israr, biryardarî û dilsozî di nava têkoşîna me ya azadiyê de xurtir bibin.

Dema ku mirov bala xwe bide ser şer û berxwedana ku îro li ser vê xeta fedaîtiyê tê kirin, çawa dikarin vebêjin?

Rastiya şehîdên me yên Hezîranê veguherî rastiya jiyan û mirovên nû ku ji bêîradehiştin û dîlgirtina li cîhaneke azad a sîstema faşîst rizgar bûn, bûn yên xwe, ji pirsgirêkên civakî heta pirsgirêkên zayendî xwe kirin hêza çareseriyê, îrade û têkoşîna azadiyê. Di vê oxirê de têkoşîn, jiyîn û mirin jî ya herî bi rûmet e. Îro li welatê me; ji bakur heta başûr, ji rojhilat heta bi rojava li ser xeta Zîlan şerek tê meşandin. Rast e ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi hêsanî negihîştiye vê serdemê û ciwanên herî bedew, herî leheng û herî wêrek ên vî gelî weke berdêl dane. Lê belê şerê ku di sala 2022'an de tê kirin û berdêlên ji bo azadiyê di vî şerî de têne dayin naşibin yên ti serdemê. Li Zap, Avaşîn û Metînayê şerekî dîrokî û stratejîk tê meşandin. Êrişên dagirkerî, qirkerî û îmhayê yên ku 17'ê Nîsanê destpê kirin, di 25'ê Gulanê de derbasî qonaxeke nû bûn. Hem li qadeke hîn berfireh belav bûn, hem jî giranî ji bikaranîna çekên kîmyewî û gazê re hate dayin. Hêzên dijmin ku nikare hevalên me şehîd bixe, dixwaze teslîm bigire. Ji ber ku nekarî vê jî bike, bi rengekî nedîtî êrişan dibe ser tunelên şer, lastîkan dişewitîne û bi rengekî nemerdane hewl didin hevalê me bifetisînin. Gava ku êrişên ji bo dagirkirinê destpê kirin, hem rêveberiya partiya me hem jî fermandariya me diyar kiribûn ku ev şer şerê man û nemanê ye. Ev şer ne tenê li Kurdistanê ye. Çawa ku gerîlayên li serê çiyê tenê şexsek nîne, şerê ku li dijî wan gerîlayan û welatê wan tê kirin jî tenê li wir nameşe. Şerê li dijî gerîla tê wateya şerê li dijî nirxên têkoşînê ku ew temsîl dike, tê wateya şerê li dijî rastiya gelê wan û şerê li dijî gelên din ên li heman cografyayê. Dixwazin hêviya azadiyê ya jinan û gelan biqedînin. Bi êrişa li ser vê gerîlatiyê re ku tevgerên dij bi sîstemê ji xwe re dikin mînak, hewl didin wî fikrî di dil û mejiyan de bi cih bikin ku şensê wan ê serketinê li dijî vê sîstemê nîne. Dixwazin tovên azadiyê yên bi tevgera me ya azadiyê re şîn bûne ziwa bikin. Ev êrişên dagirkeriyê her çend li qada leşkerî têne dîtin jî êrişên îdeolojîk in. Divê her kes bi vê zanibe; êrişa DAÎŞ'ê ya 2014'an a li ser Kobanê ji bo gelê Kurd û gelan dihate çi wateyê, êrişên dagirkeriyê yên sala 2022'an ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî tê heman wateyê.

Êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meha duyemîn li pey xwe hişt û kete meha sêyemîn. Ji bo asta berxwedana gerîla hûn dikarin çi bêjin?

Êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meha duyemîn li pey xwe hişt û kete meha sêyemîn. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi şev û roj, tî û birçî, guh nadin westandinê û şerekî dîrokî û stratejîk dimeşînin. Hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê jî li pey wê yekê ye ku li ser xwîna gerîla xwe li ser piyan bihêle. Çeteya çaralî ya Erdogan, Bahçelî, Akar û Soylû mîna kujeran ji bo temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin mirovan dikujin. Tê zanîn ku di sala 2022'an de hêzên dijmin ji sala derbasbûyî qat bi qat zêdetir êrişan dikin. Ji xwe piştî çalakiyên xurt ên li Çiyareş û Kurojahro bi pêşengiya hevalê Mahîr Mazlûm hatin lidarxistin, wan bi xwe jî ragihandin ku derbasî qonaxa êrişê bûne. Heman rojê Hûlûsî Akar û çeteya wî ji bo hêzên şer motîve bikin û derbasî qonaxeke nû bikin hatin Kurdistanê.

Piştî vê hatinê, guhertineke çawa çêbû?

Piştre jî di çarçove û rêbaza êrişê de guhertin çêbûn. Hêzên artêşa Tirk ji sala derbasbûyî gelekî zêdetir dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin û hewl dan bikevin nava tunelên şer. Bi qasî teknolojiya bilind her wiha hêzên paramîlîter jî ber bi qada şer ve ajotin. Bêguman fermandar û şervanên YJA Star û HPG'ê jî ji pratîka sala 2021'ê gelek ders derxistin û bi van encaman şerekî fedaî meşandin û dimeşînin. Çalakiyên gerîla yên îsal ne tenê bi şerê tunelan têne kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li tunelên şer jî li ber xwe didin, lê belê ev berxwedan di heman demê de xwedî cudahiyan e. Hêzên me yên gerîla ku ji tunelên şer derdikevin û bi ser dijmin ve diçin, çek û malzemeyên leşkerî ji ser leşkeran radikin û ji nû ve dikevin çeperên xwe. Di heman demê de tîmên me yên bi tevger ên profesyonel îsal çalakiyên gelekî bi bandor lidar xistin. Ji ber ku hevalên me çek û kunye ji ser dijmin radikin, dijmin neçar ma ku hin kuştiyên xwe eşkere bike.

Desthilatdariya Tirk li Bakurê Kurdistanê êrişan dewam dike. Ji aliyê armanc, çarçove û liv û tevgera gerîla ve rewş çawa ye?

Li Bakurê Kurdistanê jî bênavber êriş dewam dikin. Dijmin navê 'Eren Ablûka' li êrişên xwe yên îsal kir û bi vê pênaseyê armanca xwe jî eşkere kir. Bi vê êrişê re dixwazin têkiliya navbera gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Bakurê Kurdistanê şer dikin û navenda gerîla û cîhanê bibirin. Êrişa li vê derê bi giranî li ser qada me ya Botanê ye. Hêzên me yên li qada Botanê derbasî qonaxa duyemîn a pêngava Egîdên Botanê bûn û ragihand ku pêngava Şehîd Şervan Êrkendî û Şehîd Diljîn Marya dane destpêkirin. Em hêzên xwe yên li qada Botanê ji ber van pêngavan pîroz dikin û di çalakiyên wan de serketinê dixwazin. Her wiha li Cûdî, Besta û Katoyê jî hêzên me yên YJA Starê çalakiyên xurt kirin. Bêguman ji hêzên me yên li Botanê ji qadên me yên Botan, Serhed, Dersim, Garzan, Mêrdîn û Amedê bendewariyên me gelekî zêdetir e. Potansiyela hevalan ji performansa heyî gelekî zêdetir e. Di serxistina têkoşîna me de hêzên me yên li Bakur xwedî roleke stratejîk û diyarker e. Divê hêzên me bi vê têgihişt û berpirsyariyê tevlî pratîka sala 2022'an bibin.

Li van qadên berxwedan û şer, pêşengiya YJA Starê dewam dike?

Sala 2022'an hêzên me yên YJA Starê jî performansa xwe ya par derbasî asteke nû kirin û gihandin asta lûtkeyî. Gelek çalakî bi rêxistin kir, koordîne kir û pêk anî. Bêtirs bi ser dijmin ve çû. Gerîlayên jin ên li ser xeta Zîlan şer dikin, bi ruhê xwe yê azad û esîlbûna xwe bûn cihê şanaziyê. Rastiyeke jinê ya welê hatiye afirandin ku li rûyê dijmin dibêje; ev der Kurdistan e, hatin heye, çûyî nîne. Faşîzm li hemberî vî ruhî ji zûdeyî têk çûye. Di şexsê Mizgîn Ronahiyan, Nalînan, Şehristanan û Viyanan, xeta Zîlan rojane bûye. Di bingeha vê tempoya xurt û performansa bilind a gerîlayên YJA Starê de hêza îdeolojîk a pîvanên îdeolojiya rizgariya jinê û Rêbertiya me heye. Pîvana destpêkê ya îdeolojiya rizgariya jinê, hezkirin û dilsoziya bi warê xwe ye. Gerîlayên ku bi eşqeke mezin bi welatê xwe ve dilsoz in, ji bo vî welatî ji êrişên dagirkeriyê biparêzin û jiyaneke bi rûmet, xwe ji dayina ti fedakariyê nadin alî.

Bi tifaqa faşîzmê re êrişên berfireh rû dan. Dijberên faşîzmê divê hîn bêhtir çi bikin?

Hem gelê me, hem mirovahiya pêşverû hem jî hêzên ku têkoşîna şoreşgerî dimeşînin divê vê yekê zanibin ku ev êrişên li dijî Rêberê me û tevgera me, bi hevkariya hêzên navneteweyî, hêzên noker ên Kurd ji aliyê îdeolojîk, leşkerî, dîplomatîk, siyasî, civakî û çapemeniyê ve bi rengekî yekpare têne meşandin. Hêzên faşîst û paşverû li hemberî hêzên azadiyê li hev civiyane û hewl didin krîza ku tê de ne binixumînin.

Di têkoşîna dijî faşîzmê de mafdarî bi tena serê xwe têrê nake. Bi tenê têrê nake ku mirov xwedî daxwazên pêşverû û azadîparêz bin. Serketina li dijî faşîzmê bi têkoşîna bi plan, rêxistinbûyî û hevgirtî dibe. Eger hêzên çep, sosyalîst, azadîparêz, dijberên sîstemê û şoreşger bibin yek, em ê karibin derba dawî li faşîzmê bixin ku li ber hilweşînê ye. Lê belê dema têkoşîn yekalî be yan jî tenê li çend qadan be, hingî tenê berxwedan tê kirin. Halbûkî em êdî serketinê dixwazin. Ne ku zorê bidin faşîzmê, em dixwazin faşîzmê têk bibin.

We got ku ev şer wê ne tenê li cihê ku niha lê diqewime bimîne. Hûn dikarin vê hinekî eşkere bikin?

Me di destpêka nivîsê de diyar kir, ku şerê tê kirin tenê li cihê diqewime wê bi sînor nebe. Êrişên li ser Şengalê û Mexmûrê mînakên ji van êrişan e. Her wiha çend hefteyên dawî êrişên dagirkeriyê yên pêncemîn li ser Rojava têne nîqaşkirin. Dewleta Tirk ku hewl dide piştgiriyê ji hêzên NATO'yê werbigire, li vê cîhana berjewendiyan dikare her tiştî di her kêliyê de bifiroşe û di êrişên dijî Rojava de van hêzan bide pişta xwe. Faşîzma dewleta Tirk ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê encama dixwest bi dest nexist û li Zapê asê ma, ji bo vê kilîdê veke çav berdaye herêmên cuda yên Kurdistanê. Ji ber vê yekê, ne tenê PKK'î divê her Kurdên dixwazin bi rengekî azad û bi rûmet bijîn li her devera cîhanê di bin xeteriyê de ne. Divê jiyana xwe li gorî vê yekê bi rêxistin bike. Hêzên şoreşa Rojava jî berpirsyar in ku nirxên bi xwîna bi deh hezaran şehîdan hatine afirandin biparêzin. Divê xwe bispêrin hêza xwe, vê êrişê veguherînin şerekî dîrokî û xaka Rojavayê Kurdistanê li faşîzmê bike goristan, bike çirav. Divê neyê jibîrkirin ku ev şerê tê kirin şerekî dîrokî û stratejîk e. Hêzên Şoreşa Rojava jî divê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin. Ji bo meşandina şerê gel ê şoreşgerî divê amadekariyên xwe temam bikin. Eger rastiya gel ê şerker bê afirandin li vê derê wê serketin teqez bê misogerkirin.

Encamên vî şerê li çiya, bajar û deştên welatê me tê kirin, wê tenê li welatê me nemînin. Hevalên li tunelên şer ên li Şehîd Şahîn, Şehîd Berxwedan li ber xwe didin, li peyama banga azadî û serketinê ya hêzên me yên bi fermandariya hevalên Cûmalî û Çavrê par li tunelên şer ên Werxelê şer kirin, peyameke nû zêde kirin. Ev peyam ji bo mirovahiya xwedî wijdan e. Fedaiyên ku dibêjin, serketina vî şerî ji niha ve diyar e, di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe dan û peyama serketinê dan. Şert û mercên ku ew tê de ne çiqasî giran jî bin, zanin ku bendewariya Rêberê me û gelê me ji berxwedana gerîla heye, lewma dibêjin ku wê heta dawiyê li ber xwe bidin û şer bikin. Ev yek jî nîşaneya têkçûna faşîzmê ya li tunelên şer ên li Şehîd Berxwedan e. Li tunelên şer ên li Kurdistanê, takeperestî, feraseta jiyana madiyat û lîbera a modernîteya kapîtalîst têk çûye. Li pêşberî vê rastiyê, gotin hemû kêm dimînin.

Divê her kes zanibe ku êdî gotin qediya ye. Di vê demê de ku têkoşîna me bi pêş ketiye, jiyan, têkoşîna bi rengê Zîlanî, wî serketinê bi xwe re bîne. Serketin û azadî di nava vê karakterê de veşartî ne. Di destê jin û gelan de ye ku bi pêşengiya gerîla serketinê misoger bike û jiyanê bigihîne asta ku mirov karibe lê bijî.