Li Kelarê bombe li wesayitê hate barandin, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Kelarê ya bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê bombe li wesayitekê hate barandin. Di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li herêma Kelarê ya bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê bombe li wesayitekê hate barandin. Di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku êriş bi balafira bêmirov a biçek hatiye kirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, wesayit li gundê Berlut ê li bakurê Kelarê hatiye bombekirin.
Hate ragihandin ku 4 kesên di wesayitê de jiyana xwe ji dest dane, yek jî birîndar bûye.
Nayê zanîn bê êriş ji aliyê kîjan welatî ve hatiye kirin.
Rayedarên herêmî jî heta niha têkildarî êrişê daxuyaniyeke fermî nedane.