Xwedêda Çûkê: Divê hikumeta Iraqê bi erka xwe rabe

Rêveberê bajarokê Sinûnê Xwedêda Çûkê bi bîr xist ku civaka Êzidî hem xwe hem jî şerefa Iraqê diparêze û bang li hikumeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabe û ezmanên Şengalê ji dewleta Tirk a dagirker biparêze.

Têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a 15'ê Hezîranê ya li ser Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê, ku di encamê de Saleh Xidir Naso yê 12 salî şehîd bû û 7 kes birîndar bûn, rêveberê Sinûnê Xwedêda Çûkê ji ANF'ê re axivî.

Xwedêda Çûkê destpêkê nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumeta Iraqê da û got, "Di êrişên li hember Kurdan de dewleta Iraqê her tim xwe bêdeng kiriye. Navê dewletê lê ye, lê di pratîkê de erka xwe bi cih nîne. Gelê Êzidî axa Şengalê rizgar kir û diparêze, lê gel nikare ezmana Şengalê biparêze. Erka parastina ezmanê Şengalê ya dewletê ye. Lê hikûmeta Iraqê bi erka xwe ranabe." Xwedêda Çûkê da zanîn ku êrişên pêk tên, ne tenê bi hevkariya hikûmeta Bexda û Iraqê ye bi plana gelek dewletan pêk tê.

'DIXWAZIN GELÊ ÊZIDÎ BÊ ÎRADE BIKIN'

Çûkê anî ziman ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker bêîradekirina gelê Êzidîye û wiha domand, "Ji bo gelê Êzidî bêîrade bikin û bêparastin bihêlin êrişî Şengalê dikin. Şengal cihekî stratejîk e. Ji ber vê yekê dixwazin gelê Êzidî ji axa Şengalê derxînin û bikin kontrola xwe."

'GELÊ ÊZIDÎ ŞEREFA XWE Û YA IRAQÊ PARAST'

Xwedêda Çûkê her wiha işaret bi hewldanên provokatîf ên hin hêzan jî kir û ji civakê xwest ku nekeve lîstikên provokasyonan.

Xwedêda Çûkê fermana 2014’an jî bibîr xist û diyar kir ku wê demê jî PDK’ê û hikûmeta Iraqê gelê Êzidî di nav pençên çeteyan de hiştine û wiha dewam kir: "Bi hezaran gelê Êzidî ji ber êrişê çeteyan hatin kuştin, koçber bûn û hatin revandin. Gelê Êzidî xwe li hember êrişan birêxistin kir û çek rakir, şer kir û şerefa xwe, şerefa axa Iraqê parast. Gelê Şengalê jî xelkê welatê Iraqê ye. Hikûmeta Iraqê ger bi hêz bûna tu hêz nedikarî balafirên xwe li ser ezmanê welêt bifirandina û êriş bikirana. Ji êrişên li ser Şengalê hikûmeta Iraqê jî berpirsyar e."