Malbata Şenyaşar 466 roj in di Nobeta Edaletê de ye

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin 466 roj in di Nobeta Edaletê de ye, daxwaza xwe ya ji bo "edaletê" careke din anî ziman.

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeta xwe ya ji bo edaletê îro jî dewam kir.

Emîne Şenyaşar ji ber pirsirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya li Pirsûsê, Ferît Şenyaşar jî li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirin.

Li ser hesabê Twîtterê yê malbata Şenyaşar ev peyam hate parvekirin: "4 sal in em daxwaza edaletê dikin. 466 roj in li ber edliyeyê di nobetê de ne. Daxwaza me edalet e, ne girîng e ku li dijî kê ye. Em li ser rêya mafdariyê ne. Em ê her tim mafdariyê bînin ziman."