Li Şengalê koordînatorê şerê taybet ê PDK’ê: Haydar Şeşo

Malbata Şeşo ya li Şengalê wekî mînyatura xanedaniya Barzaniyan e. Di nav Kurdan de malbata Barzanî çi îfade dike, di nav civaka Êzidî de jî malbata Şeşo heman tişt e.

Dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Hezîranê de bi balefira keşfê ya bi çek li Şengalê êrîşî Meclîsa Gel a Sinûnê kir. Di êrîşê de zarokekî 12 salî şehîd bû û hinek jê bi giranî heft kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê Meclîsa Gel a Şengalê daxuyaniyek weşand û gelê Şengalê êrîş şermezar kirin. Di daxuyaniya meclîsa gel de û di roportajên ji bo çapemeniyê de hate diyarkirin ku kesên girêdayî PDK’ê û îxanetê bi Êzdiyatiyê re dikin agahiyê didin dewleta Tirk û dewleta Tirk a dagirker jî êrîşan dike.

Kî û ji bo çi îxanetê bi vê baweriya qedîm dikin ku 73 ferman li ser wê hatiye kirin? Gelo bi rastî jî têkiliyeke van kesan bi Êzdiyatî û Şengalê heye?

LI ŞENGALÊ MINYATURA XANEDANIYA BARZANIYAN

Dema ku hê Meclîsa Gel a Sinûnê dişewitî, Haydar Şeşo yê ku xwe wekî fermandarê hêzên Êzidxanê dide diyarkirin,derbarê êrîşê hin daxuyanî da.Daxuyaniya wî hate wateya ku mikurhatina êrîşa li ser Sinûnê. Bi awayekî diyar kir ku têkiliya wî jî bi vê êrîşê re heye. Malbata Şeşo ya li Şengalê wekî mînyatura xanedaniya Barzaniyan e. Di nav Kurdan de malbata Barzanî çi îfade dike, di nav civaka Êzidî de jî malbata Şeşo heman tişt e.

Malbata Barzanî çawa ku ji bo berjewendiyên xwe yên malbat û xanedaniyê Kurdistanê, gelê Kurd û hemû nirxan pêşkêşî dewleta Tirk a mêtinger û qirker dike û her cure îxanetê dike, malbata Şeşo jî di nav civaka Êzidî de heman rol û mîsyonê pêk tîne. Malbata Şeşo jî ji bo berjewendiya xwe bi her kesî re li ser îxanet û hevkariyê têkiliyan datîne. Tê zanîn têkiliyên malbata Şeşo û yên malbata Barzanî xwe dispêre salên 1970’ê. Ev têkiliyên di salên 1970’î de dest pê kirine, malbata Şeşo bi Barzaniyan didin girêdan û malbata Şeşo di nav civaka Êzidî de dibin dest û çavê malbata Barzanî.

Di sala 2014’an de dema ku PDK û dewleta Tirk a dagirker xwestin bi destê çeteyên DAÎŞ’ê Êzidiyan qir bikin, bi mudaxeleya gerîlayên HPG’ê pêşiya qirkirinê hate girtin û civaka Êzidî gav bi gav azad bûn. Malbata Şeşo ji bo temamkirina qirkirina Êzidiyan ketin dewrê. Ji wê rojê û vir ve malbata Şeşo tevî PDK û dewleta Tirk bi awayekî çalak tevlî şerê qirkirina civaka Êzidî didin.

SÎXURAN RÊXISTIN DKIN

Haydar Şeşo tevî polîtîkayên şerê taybet ê li gelek qadan, di warê îstîxbarat û sîxuran de jî, tora sîxuran rêxistin dike. Li Şengalê koordînatorê şerê taybet ê PDK û dewleta Tirk Haydar Şeşo ye. Peywireke wisa dane wî. Dema ku balefirên şer û keşfê yên dewleta Tirk li Şengalê didin, Haydar Şeşo di çapemeniyê de daxuyaniyan dide. Di daxuyaniyan de gelekî eşkere xuya dike ku peywira koordînatorê şerê taybet dane wî. Di qetilkirina Mam Zekî, şehîd Zerdeşt, Saîd Hesen, Dijwar Feqîr û şehadeta gelek pêşengên Êzidî de heta êrîşa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê yên ku îstîxbarata van êrîşan dide, hedefê nîşan dide û dikin ku dewleta Tirk lê bide, PDK û Haydar Şeşo ye.

Di êrîşên qirkirina Êzidiyan de tiliya van hêzan hene û ev kes bûne şirîkên qirkirina Êzidiyan. Êdî dem hatiye ku mirov li hemberî vê xeta îxanetê helwesteke zelal û çalak nîşan bide. Ji bo parastina hebûna rêveberiya xweser a Şengalê û pêkanîna azadiya wê divê her Êzidiyên girêdayî ax û baweriya xwe, hesap ji PDK û îxanetkaran bipirse. Ev mafekî Êzidiyan e û berpirsyariyeke wan a dîrokî û civakî ye jî. Bi têkoşîna li hemberî xeta îxanetê civaka Êzidî dikarin hebûn û azadiya xwe pêk bînin, ji xeynî wê li pêşiya civaka Êzidiyan de tu rêyeke din nehatiye hiştin.