KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Nexweşiyeke giran li nava girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Xarpêtê belav dibe!'
Girtî Celalettîn Demîr ku li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin anî ziman ku nexweşiyeke giran li nava girtiyan belav dibe û got: “Heta niha 60 hevalên me bi vê nexweşiyê ketine." Demîr bang li raya giştî kir ku bala xwe li ser mijarê be. -
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê: Têkoşîna azadiyê divê ji bo şikandina tecrîdê be
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê ragihand ku tecrîd êrîşeke li dijî tenduristiya mirovan e, qirkirina civakî ye û got, "Têkoşîna ku li dijî şer û qirkirinê, ji bo maf û azadiyê tê meşandin, divê ji bo şikandina tecrîdê be." -
Fermandariya Biryargeha NPG'ê gerîla pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) şervan û fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê, ji ber çalakiyên wan ên serketî pîroz kir. -
Qurbaniyê komkujiya Helebceyê: Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî em bibin yek
Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê Luqman Ebdulqadir Mihemed bal kişand li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên bi destê dewleta Tirk û bang li Kurdan hemûyan kir ku li dijî van êrîşan bibin yek. -
Rêveberê HDP’ê Kadrî Devîr hate girtin
Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê Kadrî Devîr, bi hinceta ku der barê wî de cezayê girtîgehê yê pejirandî hebû hate girtin. -
Hêzên PDK’ê 4 kes destgîr kirin - HATE NÛKIRIN
Hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve li gund û navçeyên Amediyê li ser gelek malan de girt û di nav de pêşmerge jî 4 kes destgîr kirin. -
HPG: Dagirkeran bombeya fosforê bi kar anîn
Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare maye û gelek caran çekên kîmyewî bi kar tîne, vê carê jî bombeya fosforê bi kar anî. -
Serdanên cejnê yên ji bo malbata Şenyaşar
Saziyên sivîl û hiqûqî, bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana malbata Şenyaşar kirin, ku 490 roj in ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin di Nobeta Edaletê de ye. -
Li Hewlêrê bi çekê êrîşî endamê polîtburo ya YNK'ê kirin
Li Hewlêrê, êrîşeke çekdarî li ser mala endamê polîtburo ya YNK'ê Hacî Mesîf hate kirin. Di êrîşê de parêzvanekî Mesîf birîndar bû. -
MED TÛHAD-FED li Amarayê ye: Divê têkoşîna li hemberî tecrîdê xurt bibe
MED TÛHAD-FED çû gundê Amarayê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûbû. Di serdanê de hate diyarkirin divê têkoşîna li dijî tecrîdê were xurtkirin. -
PKK’ê 14’ê Tîrmehê ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ pîroz kir
Komîteya Rêvebir a PKK’ê ragihand ku wan 14’ê Tîrmehê wekî Roja Rûmetê ya Neteweyî îlan kirine û bang li her kesî kirin ku bila li ser Xeta Berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê li her qadê têkoşîna hilweşandina AKP û MHP’ê geştir bikin. -
Meclîsa Îştar di çareserkirina pirsgirêkên wargehê de bi erka pêşengiyê radibe
Nûran Sezgîn diyar kir ku Meclîsa Îştar di çareserkirina pirsgirêkên wargehê de bi berpirsyarî û rola sereke radibe û got, “Em li qadên tenduristiyê, perwerdekirina jinan, aliyê aborî û çareserkirina pirsgirêkên lihevhatinê xwe bi rêxistin dikin." -
Cemîl Bayik: 14'ê Tîrmehê ruhê serketinê ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê axivî û got, "14'ê Tîrmehê ruhê serketinê ye, rabûna li ber desthilatdarî, koledarî û xiyanetê ye." -
Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 5'an a Amedê îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanên di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin red kir. -
Meta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest da
Meta Rêberê Gelê Kurd Abdullah a 97 salî, Eynê Ocalan jiyana xwe ji dest da. -
HPG: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîla de ku bi pêşengiya tîmên bi tevger ên YJA Starê hatin lidarxistin, 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin. -
Nobeta edaletê ya malbata Senyaşar dewam dike
Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin çalakiya Nobeta Edaletê li dar dixe. Îro roja 489'an a çalakiyê ye. -
HPG: Em dikarin cenazeyê leşkerê Tirk Nacî Kaygisiz bidin malbata wî
HPG'ê bang li malbata leşkerê Tirk ê bi navê Nacî Kaygisiz kir û got, "Eger bixwazin, em dikarin cenazeyê wan bi rêya sivîlan radestî wan bikin." -
Jinên Tîrêjên Rojê çalakiyên li Geverê li xwe girtin
Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku di 8'ê Tîrmehê de ji bo bîranîna Rênas Oremarî yê li Rojava hate qetilkirin û Şehîdên 14'ê Tîrmehê li dijî du qereqolên polîsan çalakî hatine kirin û şer heta serê sibehê dewam kiriye. -
Eyup Barzanî: PDK teslîmî dewleta Tirk bûye
Siyasetmedar û nivîskar Eyup Barzanî diyar kir, ku dewleta Tirk ji têkiliyê wêdetir teslîmî dewleta Tirk bûye û ragihand ku hemû biryarên li ser aboriya Başûr di bin kontrola Tirkan de ne, li dijî gel 'Qanûnên Dîwanxaneyê' derbas dibin. -
Bayik: Divê gelê me rastiya DYE û NATO'yê bibîne
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku di civîna bilind a NATO'yê de ya li Madrîdê, li dijî PKK'ê û gelê Kurd biryarên nû hatin wergirtin û got, polîtîkaya qirkirinê ya Erdogan di vê civînê de hatiye erêkirin. -
Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundekê Zaxo bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Perexê yê Derkarê bombebaran kir. Di encamê de bi dehan sewal telef bûn. -
TÎP’ê bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
Rêxistina Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ya Bajarê Rihayê bi boneya Cejna Qurbanê serdana Malbata Şenyaşar kir. -
HPG: 19 dagirker hatin cezakirin, 2 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin -HATE NÛKIRIN
HPG: Hêzên me ji bo bîranîna Berxwedana 14’ê Tîrmehê hin çalakî kirin. Di van çalakiyan de 2 jê payedar 19 dagirker hatine cezakirin, 2 wesayîtên zirxî jî hatin îmhakirin. -
Xizmên windayan di hefteya 700’î de ji bo Vedat Aydin kom bûn
Li Amedê xizmên windayan û endamên ÎHD’ê ji bo Vedat Aydin kom bûn.