PKK’ê 14’ê Tîrmehê ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ pîroz kir

Komîteya Rêvebir a PKK’ê ragihand ku wan 14’ê Tîrmehê wekî Roja Rûmetê ya Neteweyî îlan kirine û bang li her kesî kirin ku bila li ser Xeta Berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê li her qadê têkoşîna hilweşandina AKP û MHP’ê geştir bikin.

Komîteya Rêvebir a PKK’ê derbarê salvegera çilemîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a di 14’ê Tîrmeha 1982’an de peyameke nivîskî weşand.

Peyam li ser malpera PKK’ê hate weşandin. Di peyamê de gotinên “Em 14’ê Tîrmehê ya ku bûye roja li hemberî her cure koletî, îxanet û teslîmiyetê biryara jiyana azad hatiye dayîn, wekî ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ îlan dikin” derket pêş. Di peyamê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku di sala 2022’an de bi qasî xetereyan derfet jî zêde ne û hate gotin ‘Di sala 41’emîn de jî li ser Xeta 14’ê Tîrmehê em ê bi xurtî li ber xwe bidin û bi ser bikevin.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd di salvegera 40’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an a serkeftî de ne. Em 14’ê Tîrmehê ya ku bûye roja li hemberî her cure koletî, îxanet û teslîmiyetê biryara jiyana azad hatiye dayîn, wekî ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ îlan dikin. Li ser vî esasî ya Rêber Apo di serî de em ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ ya hemû hevrêyan, gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin, di sala 41’emîn de jî em di sala Berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê de serkeftinê dixwazin. Em tevger û gel Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên ku ev rûmet diyarî me kirine û dane jiyandin, rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin û bîranîna wan bidin jiyîn.

Wekî ku tê zanîn hemû nirxên li Kurdistanê li ser navê azadiyê çil sal in tên afirandin, li ser esasê Berxwedana Mezin a Zindanê ya 1982’an hatiye bidestxistin. Di Newroza 1982’an de Berxwedana Zindanê ya ku ji aliyê Mazlûm Dogan hate destpêkirin û di 17’ê Gulanê de ji aliyê Çar Şoreşgeran hate geşkirin, di 14’ê Tîrmehê de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê jî berê vê berxwedanê dide serkeftina îdeolojîk. Li hemberî rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an biryara berxwedana mezin a  ji bo azadî û demokrasiyê, li ser vî esasî li zindana Amedê tê dayîn. Piştre vê biryara dîrokî li çiya, bajar, derveyî welat wekî berxwedana gerîla û gel dikeve meriyetê.

DI BINGEHA HER TIŞTÎ DE EV BERXWEDAN HEYE

Li ser vî tiştî Rêber Apo ev tişt gotibû: Em li ser soza xwe ya ji bo Mahîr, Denîz û Îbrahîman bûn kom, li ser soza xwe ya ji bo Hakî me PKK ava kir, li ser soza xwe ya Mazlûm em vegeriyan welat, li ser soza xwe ya ji bo Berxwedana 14’ê Tîrmehê jî me Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an da destpêkirin. Nexwe di bingeha her tiştên ku di çarçoveya Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê heye. Li Kurdistanê hemû tiştên li ser navê azadiyê hatiye bidestxistin, bi têkoşîna li ser bingeha vê biryara dîrokî hatiye bidestxistin.

Bi giştî Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’an bi taybetî jî çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê xet û tarza têkoşîna azadiya Kurdistanê diyar kiriye. Vê girêdana ji bo azadiya welat û gel, baweriya mezin a ji bo rastiya Rêber Apo, cesaret û fedakariya mezin, berpirsyarî û peywira kûr a li hemberî dîrokê, bûne taybetiyên bingehîn ên vê xetê. Mehmet Hayrî Dûrmûş ê ku gotibû ‘Bila li ser kêlikê gora min binivîsin, deyndar e’ û Kemal Pîr ê ku digot ‘Ez di vê tevgerê de serfiraziyê dibînim’ ev rastî diyar kirine. Vê xeta şoreşgerî û welatparêziyê ya rast çil sal in gelê Kurd perwerde kiriye û gelê Kurd serwext kiriye, ew rêxistin kiriye û ew xistiye nav çalakiyê. Ev tişt hîn kiriye ku mirov wê li hemberî siyaset û feraseta faşîst, mêtinger û qirker çawa li ber xwe bide û bi ser bikeve.

GERÎLAYÊN AZADIYÊ XETA 14’Ê TÎRMEHÊ JI XWE RE DIKE ESAS

Tevgera me û gelê îro jî li ser xeta 14’ê Tîrmehê li ber xwe dide û bi ser dikeve. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku sê meh in li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedana herî mezin û watedar a dîrokî dimeşînin, Xeta Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji xwe re dike esas. Mirov bala xwe bidiyê, ji ber ku li ser xeta 14’ê Tîrmehê ye li her derê û di her şertî de berxwedan tê kirin, derbên mirinê li faşîzma AKP û MHP’ê tê xistin û bi vî awayî serkeftin tên bidestxistin. Li ser vî esasî Zap, Avaşîn û Metînayê û bi giştî Kurdistanê ji bo faşîzma AKP û MHP’ê, siyaset û feraseta faşîst û qirker dike goristan. Hêza ku têk naçe ya gelê Kurd û gerîlayên azadiyê nîşanî hemû mirovayetiyê dide. Destanên qehremanî yên herî mezin û watedar ên gelê Kurd û mirovayetiyê dinivîsin.

Li ser vî esasî em gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku Zap, Avaşîn û Metîna di serî de li hemû Kurdistanê şerê azadiyê yê herî watedar ên dîrokê dimeşînin, careke din silav dikin, ji ber serkeftinên wan ên li ser Xeta 14’ê Tîrmehê wan ji dil û can pîroz dikin. Em hemû şehîdên qehreman ên vê berxwedana pîroz bi rêz, hurmet û hezkirin bi bîr tînin. Bi taybetî hêza fermandar û şervan a YJA Starê ya ku wekî şûrê tûj ê azadiyê pêşengtiyê ji berxwedana her qadê re dike, di şertên herî dijwar de serkeftinên mezin bi dest dixe û mizgîna serfiraziya Şoreşa Azadiyê ya Jinan didin, silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Gelê me welatparêz û dostên me yên şoreşger û demokrat ên li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat berxwedaneke mezin bi rê ve dibin, li ser Xeta Berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê têdikoşin û bi ser dikevin. Berxwedana dîrokî ya ku Mazlûm, Kemal, Hayrî û Sakîneyan çil sal berê li Zindana Amedê kir, îro ji bo jin, ciwan û gelên kedkar ên ku li her qadê têdikoşin dibe çavkaniya îlham û bandorê. Li ser vî esasî pêngava me ya Dem Dema Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, roj bi roj geş dibe. Ji ber vê helwesta wan a zelal û têkoşer, jin û ciwan di serî de em hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger û demokrat silav dikin û her dem serkeftineke mezin ji wan re dixwazin.

DI SALA 41’EMÎN DE JÎ EM Ê LI SER XETA 14’Ê TÎRMEHÊ BI XURTÎ LI BER XWE BIDIN Û BI SER BIKEVIN

Tevgera me û gelê me sala 41’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê wisa pêşwazî dikin. Em diyar dikin ku di sala 41’emîn de jî em ê li ser xeta 14’ê Tîrmehê bi xurtî li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Gelekî zelal e ku em ketine saleke wisa ku wê dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê hilweşe û di dîrokê de têkeve binê erdê. Em baş dibînin ku di vê salê de bi qasî xetere hene derfet jî gelek in. Em diyar dikin em ê derfetan baş bi kar bînin, pêşiya xetereyan bigirin û Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk biafirînin. Li ser vî esasî di serî de DYE û welatên Ewropayê, hemû hêzên NATO’yê û welatên din hişyar dikin ku bila piştgiriyê nedin faşîzma AKP û MHP’ê ya ku li ber hilweşandinê ye û nebin şirîkê qirkirina Kurdan. Em diyar dikin PDK jî di serî de divê Kurdên hevkarên dagirkeran jî êdî nebin amûra êrîşên qirker û faşîst ên AKP û MHP’ê. Ji ber ku ev hêz çi bikin jî wê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin û ew ê di bin vî kavilî de bimînin.

Di demên dawîn de hinek derdorên serwer ên li Tirkiyeyê, li ser rewşa li Îmraliyê û Rêber Abdullah Ocalan spekulasyonên cihê dikin. Em bi baldarî û hêrseke mezin van tiştan dişopînin. Aliyekî vê rewşê nîşan dide ku xwediyê vê spekulasyonê çiqasî muxtacî rastiya Rêber Apo ne. Ev derdor ew qasî qels bûne êdî hêviya xwe bi vî tiştî girêdane ku qaşo wê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê parçe bibe. Ev tişt hin rastî bin jî em van spekulasyonan wekî kûrbûna zext û şantajên li ser Rêber Apo fêm dikin. Li ser vî esasî em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bila têkoşîna li hemberî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê geştir bikin.

Diyar e heke pêvajoya hilweşandina wan bi lezgînî pêk were, wê faşîzma AKP û MHP’ê ji ber tirsa canê xwe zext, teror, qetlîam û êrîşên xwe yên dagirkeriyê zêdetir bike. Herêmên Parastinê yên Medyayê di serî de wê êrîşên xwe yên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava zêdetir bikin. Bi taybetî dibe ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hinek êrîşên nû yên dagirker bike. Li hemberî vî tiştî em diyar dikin ku divê gelê me  û hêzên azadiyê yên li her qadê divê tevdîrên xwe zêdetir werbigirin û li hemberî dijminê faşîst û qirker têkoşîna xwe xurttir bikin. Em bawer dikin wê gel û hêzên azadiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşeke nû ya dagirker berxwedaneke serkeftî bimeşînin û pêşiya dijmin bigirin û em dixwazin diyar bikin ku wê gelê me û dostên me yên demokrat ên li her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat jî piştgiriyê bide berxwedana wan.

Li ser vî esasî em ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ pîroz dikin, afirînerên vê roja dîrokî bi rêz û hurmet bi bîr tînin, jin û ciwan di serî de em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat dikin ku bila Xeta Berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê baş û rast fêm bikin û li ser vê xetê têkoşîna hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê li her qadê geştir bikin!”