HPG: Em dikarin cenazeyê leşkerê Tirk Nacî Kaygisiz bidin malbata wî

HPG'ê bang li malbata leşkerê Tirk ê bi navê Nacî Kaygisiz kir û got, "Eger bixwazin, em dikarin cenazeyê wan bi rêya sivîlan radestî wan bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser leşkerê Tirk ê ku cenazeyê wî di destê gerîla de ye, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Weke ku me di daxuyaniya xwe ya 21'ê Hezîrana 2022'an de got; Hûlûsî Akar û Tayyîp Erdogan leşkerên ku ber bi qadên gerîla ve dehf didin, tenê ji bo parastina desthilatdariya xwe bi kar tînin. Mirina leşkeran ku qet ne xema wan e, bi durûtiyeke mezin ji raya giştî vedişêrin. Bila gelê Kurdistanê, gel û raya giştî ya Tirkiyeyê zanibin; artêşa Tirk derbên ku dixwe û mirina leşkeran vedişêre. Ne tenê vedişêrin, di heman demê de gelek cenazeyên leşkeran li naverastê dihêlin, dirizînin û nadin malbatê wan.

Di daxuyaniya xwe ya 7'ê Tîrmeha 2022'an de me agahî dabûn ku 7'ê Tîrmehê saet di 08:15'an de li Qada Berxwedanê ay Girê Amediyê, 2 leşkerên Tirk ên dixwestin ber bi çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan ve bên, hatin cezakirin û cenazeyê leşkerekî di destê hêzên me de ye.

Hate tespîtkirin, ku leşkerê di 7'ê Tîrmeha 2022'an de mir û cenazeyê wî di destê hêzên me de ye, Nacî Kaygisiz e. Eşkere bû ku ev leşker ji hêza taybet a Tirk e û mirina wî ji raya giştî hatiye veşartin. Me beriya niha jî bi raya giştî re parve kiribûn, yên ku van leşkeran ji bo dagirkeriyê dişînin Kurdistanê xwedî li cenazeyên wan jî dernakevin. Ji ber vê yekê em bang li malbata leşkerê Tirk ê bi navê Nacî Kaygisiz dikin; eger bixwazin em dikarin bi rêya sivîlan cenazeyê wan radestî wan bikin. Malbata wî dikare bê navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê û bi rêya sivîlên li vê herêmê dikare têkiliyê bi me re deyne."