Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê: Têkoşîna azadiyê divê ji bo şikandina tecrîdê be

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê ragihand ku tecrîd êrîşeke li dijî tenduristiya mirovan e, qirkirina civakî ye û got, "Têkoşîna ku li dijî şer û qirkirinê, ji bo maf û azadiyê tê meşandin, divê ji bo şikandina tecrîdê be."

Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rojevê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîda li girtîgehan gihîştiye wê astê ku sînoran nas nake.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku sîstema tecrîdê ya li girtîgeha Îmraliyê ji aliyê desthilatdariyê ve hate afirandin, li hemû girtîgehan hatiye belavkirin û hate gotin, "Mafê darizandina adîl, azadiya îfadeyê, mafê tenduristî û jiyanê li girtîgehan veguherîne pirsgirêkên giran. bi vê konsepta li girtîhan re girtîgeh veguherandine qada êşkenceyê. Dema ku mirova bala xwe didin ser êrîşên li girtîgehan ên demad awî, tê dîtin ku AKP-MHP bi karê Esat Oktay radibe."

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê diyar kir ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li ser kar e, tecrîda di nava tecrîdê de ye û wiha dewam kir, "Tecrîda girankirî ya li girtîgehên Tirkiyeyê di serî de yal i Îmraliyê, li dijî îhtimala aştiyê, şer; li dijî maf û azadiyê, kiryarên antî demokratîk; li dijî jiyana bi tenduristiyeke baş, talankirina ekolojîk ferz dike û hewl dide ku civakeke bi nexweşiyan ava bike."

Meclîsa Tenduristiyê her wiha işaret bi girtiyên nexweş jî kir û ragihand ku raporên 'dikarin li girtîgehê bimînin' ên Saziya Tpa Edlî sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de bandora şer a li ser civakê bi bîr xist û işaret bi girîngiya azadiya Abdullah Ocalan a ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn kir.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li ser vê bingehê birêz Abdullah Ocalan ji ber ku rêberê gelê Kurd e, tenduristiya wî tendurstiya gelê Kurdistanê ye. Tecrîd ne tenê bêparhiştina ji mafê darizandina adîl e, di heman demê de qirkirineke civakî ye ku bi teknîkên şerê taybet tê meşandin. Lewma têkoşîna ku li dijî şer û qirkirinê, ji bo maf û azadiyê tê meşandin, divê ji bo şikandina tecrîdê be."

KCD'ê destnîşan kir ku bi şikandina tecrîdê aştî û azadî dikare bê avakirin û got, "Li dijî polîtîkayên mêtinger û dagirker, avakirina jiyaneke azad û bi tenduristiyeke baş wezîfeya me ya sereke ya welatparêziyê ye."