TÎP’ê bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir

Rêxistina Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ya Bajarê Rihayê bi boneya Cejna Qurbanê serdana Malbata Şenyaşar kir.

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 488’an de jî berdewam dike.

Malbat di saetên serê sibehê yên roja destpêkê ya cejnê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir.

Di nava rojê de gelek kes çûn serdana malbatê û cejna wan pîroz kir. Her wiha Rêxistina Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Rihayê jî çû serdana malbatê. Yên hatin serdana malbatê peyamên piştevaniyê dan û pêvajoya dawî ya dozê ji malbatê guhdarî kirin.