Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel ANF'ê de bazara ku di civîna bilind a NATO'yê de ya li Madrîdê li ser Kurdan hate kirin, gefên dagirkeriyê yên li ser Rojava, zextên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li Tirkiye û Kurdistanê û krîza siyasî ya li Iraqê û Başûrê Kurdistanê nirxand.
Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye.
Dewleta Tirk a faşîst gefên xwe yên dagirkeriyê li hemberî Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye. Gelo çima dewleta Tirk di pêvajoyeke wisa de gefên xwe zêde kiriye û gelo pêwendiya vê bi bûyerên navneteweyî heye?
Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP’ê dijminê Kurdan e. Dixwaze Kurdan qir bike. Siyaseta ku dimeşîne li ser vî esasî ye. Rojava ji bo xwe kiriye hedef û eşkere jî dibêje: “Ez ê bikevim Rojava û cihên din jî dagir bikim.” Eger nekiribin ji ber bazarên ku dikin, nekirine. Di encama wan bazaran de jî wê bikin. Divê gelê me yê Kurd ên ku li Bakur û Sûriyeyê vê rastiyê ji bîr nekin. Dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd e, li dijî gelê Sûriyeyê hemûyan e. Li dijî demokrasî, azadî, jin û ciwanan e. Li dijî herkesê ku jê re xizmet neke ye. Ji ber vê yekê divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê rastiyê bibîne, ti carî xwe nexapînin û xwe sist nekin. Divê bi xwe bawer bikin, xwe bi rêxistin bikin û xwe ji bo şerê gel ê şoreşgeriyê amade bikin. Amadekariyên xwe yên ji bo şerê gel ê şoreşgeriyê di her alî de temam bikin. Dema ku dewleta Tirk gavekê nû ji bo dagirkeriyê avêt, li dijî wê bê teredut bisekinin, li ber xwe bidin û têbikoşin. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan ji her devera Rojava derbixe û çeteyên girêdayî xwe, li wan deran bi cih bike. Demografiya wan deran diguhere û li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û wan deran jî vê dike. Dixwaze li wan deran bi temamî desthilatdariya xwe pêk bîne. Piştre jî bi şertê siyasî wan deran tevlî xwe bike. Dixwaze wan çeteyan li Sûriyeyê, li dijî gelan bi kar bîne. Desthilatdariya Sûriyeyê jî ji bo wê kar dike, ji ber vê yekê El Nûsra anîn Efrînê. Bi temamî xwe amadekirine ku cihên nû dagir bikin. Bazariya vê yekê dikin da ku di encama wê de jî vê pêk bînin. Ji bo wê divê gelê me tu caran bi hêzên ji derve bawer neke, bi hêza xwe bawer bike û xwe ji bo şerekî mezin amade bike. Texmîn dikim ku ji Efrîn, Serêkanî û Girê Spî hinek encam hatin girtin. Eger dewleta Tirk a dagirker û qirker ket wan deran û demografiya wê jî diguherîne, sedema wê yek dewletên ji derve ne ku rê dane Tirkiyeyê û ya diduyan jî li wan deran hinek kêmasî qewimîn ku ji wan sûd girtin. Texmîn dikin ku ji wan şaşitî û kêmasiyan ders hatiye derxistin. Eger Tirkiye carek din wiha dagirkeriyê pêk bîne, ez di wê qenetê de me ku ew kiryarên ku li Efrîn, Serêkanî û wan deran rû dan wê dubare nebin. Ji ber ku gel encam derxist; baş fêm kir ku derketina ji welatê xwe tê çi wateyê û dikeve nava jiyaneke çawa. Divê gelê me tu caran koletiyê qebûl neke, parastina xwe ya rewa di nava xwe de bi rêxistin bike û bi pêş bixîne. Ne tenê xwe bi rêxistin bikin, li gel hêzên leşkerî di nava amadekariyan de bin û bi hev re têbikoşin. Eger bi hev re têbikoşin, dewleta Tirk û çeteyên wê jî nikarin bi wan. Dibe ku hinek zor û zehmetiyan bijîn, lê wê bi ser bikevin û bi mirovatiyê jî wê bidin qezenckirin. Dewleta Tirk sala 2022’an Herêmên Medyayê ji bo xwe esas girt. Dixwaze gerîla tasfiye bike. Lê şerê Ûkrayna û Rûsya rû da, dewleta Tirk ew ji bo xwe weke derfet dît. Her çiqasî ku li Herêmên Medyayê şer dike jî, nikare encamê bigre. Her ku diçe derbên giran ji gerîla dixwe, ji bo wê şerê Ûkrayna û Rûsyayê ji bo xwe wek derfet dît û berê xwe da Rojava. Bazariyê dike ku hedefên xwe li ser gelê me pêk bîne.
Gelo li hemberî gefên dagirkeriyê yên dewleta faşîst a Tirk pêwîste helwesta gelê Rojava û hêzên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çi be?
Eger gelê me bi hêzên leşkerî re xwe amade bike, ew nikarin encam bigrin. Heta ku koordînasyon û taktîkê şer rast bi pêş bikeve, ew ê dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê jî bîne. Hem gelê Kurd, hem gelê Tirk û hem gelê herêmê ji wê belayê xilas dibin, ev rastiyek e. Pêwîste gelê me vê hedefê bide pêş xwe, gelên vê herêmê yên Asûrî, Ereb, Tirkmen, Çerkez û hemû vê hedefê bidin pêş xwe. Ev hedef, hedefek mezine û encamên mezin jî çêdike. Dewleta Tirk, dewleteke NATO’yê ye. Dema ku şerê Ûkrayna û Rûsyayê rû da, dewleta Tirk dît ku dewletên Emerîka û Ewropa li dijî Rûsya disekinin. Bi xwe jî endamekî NATO’yê ye, wisa hesab kir ku eger pêngavekê li Rojava biavêje wê NATO, Emerîka û Ewropa li dijî wê nesekinin, hesab kir ku wê çavê xwe bigrin û alîkariyê bidinê. Dîsa dît ku Emerîka, Ewropa û NATO li dijî Rûsyayê enî çêkirine, Rûsya pir tengav bûye û xwest ji vê jî sûdê bigire. Ango dît ku Rûsya, Emerîka û NATO di hinek aliyan de pêwîstiya xwe bi Tirkiyeyê heye, Tirkiye di vir de dikare şantajên xwe bide bi kar anîn û daxwazên xwe bi wan bide qebûlkirin. Eger ku berê xwe daye Rojava, ji ber vê yekê ye. Ji nakokiyên NATO û Rûsyayê sûd dît. Divê gelê me vê rastiyê bibîne.
Divê gelê me bi tevahiya gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê re, yekitiya xwe xurt bike û bi hev re li dijî dagirkeriyê bisekine û amadekariyên xwe ji bo şer temam bike. Ji ber ku dewleta Tirk wê balafir, tank û topan bi kar bîne. Ji bo şer divê hinek tedbîrên din bêne wergirtin. Nimûne avê li ser gelê me qut dikin, divê tedbîrên wê bi bîran bê girtin û ji aliyê erzaq û dermên ve jî dikarin tedbîran biafirînin. Li ser esasê parastina rewa dikarin xwe perwede û bi rêxistin bikin. Dîsa hinek dikarin alîkariya hêzên leşkerî bikin. Eger ku xwe di vê çarçoveyê de amade kirin, dewleta Tirk û çeteyên wê bên jî, hinek dewlet li pişt wan bisekinin jî gelê me dikare wan bişkînin û serketinek mezin bi dest bixin.
Di demên dawî de zextên faşîzma AKP-MHP'ê li ser saziyên demokratîk û gelê Kurd zêde bûne. Li hemberî çapemeniya azad zext çêbûn û gelek rojnamevanên Kurd hatin girtin. Gelo çima faşîzma AKP-MHP'ê di vê pêvajoyê de şîdet û zextên xwe zêde kiriye?
Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP’ê lawaz ketiye, ditirse ku ji desthilatdariyê bikeve. Ji bo ku ji desthilatdariyê nekeve û lawaziyên xwe veşêre, zext û zilmeke mezin dike. Ji derveyî zilmê tiştek din nemaye di dest de ku bikin. Eger ku zilmê, şer, êşkence, kuştin, girtin, heqaret û lînçê nekin nikarin desthilatdariya xwe dewam bikin. Dixwaze hemû gelên li dijî wan bitirsîne. Gelek mirovan bê sûc û guneh digirin girtîhan, êşkenceyê li wan dikin û dixwazin îradeya wan bişkênin û teslîm bigrin. Yên ku teslîm nebe dikujin û dibêjin bi nexweşiyê mir, yan xwe kuşt, ango bi vî awayî gelek sedeman derdixînin. Nahêlin ku malbatên wan cenazeyên wan bigrin. Ji bo ku diyar nebe ku bi êşkenceyê hatine kuştin, cenazeyên wan radest nakin. Tevî ku divê hin girtiyan berdin jî, lê wan dernaxin. Bi vî awayî dixwaze girtîgehan teslîm bigre û ji bo yên ji derve jî bi vî awayî bitirsînin da ku nekevin çalakiyan. Yê ji derve jî dibêje ji bo ku ez neyêm girtin û ev siyaset li ser min jî neyê meşandin, divê ez çalakiyan pêk neyînim. Kesên di girtîgehê de ew in ku yên di nava civakê de li pêş in û xizmetê dikin. Eger ku ew teslîm girtin, bi hêsanî dikarin civakê teslîm bigrin. Niha binêrin, berê di nav gelê Kurd de bi hezaran mirov kuştin, ew mirov jî ew in ku yên ji civakê re pêşengî kirine, yên demokrat û sosyalîst in. Dewleta Tirk ew kesên ku ew mirov kuştine, li dadgehan mafdar nîşan dide. Wateya wê çiye? Ango yên we kuştine hemû Kurd in, demokrat in û sosyalîst in; destê we sax be. Bi vî awayî yên ku dixwazin van karan bikin, cesaretê didin wan. Ango dibêjin ku binêrin hûn dikarin van karan bikin, yên ku berê van karan kir em efû dikin, mafdar nîşan didin û hûn jî netirsin, bikin. Kurdistan û Tirkiye kirine cihekî êşkencexaneyê. Êşkenceyan tenê li girtîgehan nakin, li nava tax, kolan û li ser rêyan jî dikin. Tirkiye û Kurdistan kirine girtîgeh. Di nav girtîgehek girtî de girtîgehek din a girtî diafirînin. Nahêlin ên hunermend hunerê bikin, ji rojnamevanan jî gelek mirov girtin û hîna jî digirin. Qanûnek jî derxistin ku kes bi êşkence, zilm û şerê wan nehese. Dixwazin her tiştî veşêrin, her kesî bixapînin û wisa bidin diyarkirin ku li Tirkiyeyê her tişt normal e. Her çiqasî ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze rastiyan veşêre, nikare veşêre. Berxwedan qedexeyan qet qet dike, ew çiqas hewl bidin veşêrin jî berxwedan xurt e. Berxwedana ku li Îmraliyê, çiya û di nava gel de vê derdixîne holê. Çi bikin jî nikarin gel û rojnamevanan bêdeng bikin.
Li Iraqê hilbijartin çêbû, lê hikumet ava nebû. Tevgera Sedr ku di hilbijartinê de herî zêde parlamenter derxistibû ji parlamentê vekişiya. Gelo li Iraqê çima qeyrana siyasî kûr dibe û çareseriyek ji vê qeyranê re nayê dîtin? Çareserî çi ye?
Her ku diçe nerazîbûn zêde dibin. Ew êdî nikarin desthilatdariya xwe bi rê ve bibin, dawiya desthilatdariya wan hat. Sedemê derketina krîzên berfireh jî ew e ku nêzîkbûneke demokratîk nîne. Li cihekî ku demokratîkbûn esas nehatibe girtin, li wê derê her ku diçe pirsgirêk mezintir dibin. Eger ku li Iraqê pirsgirêk çareser nabin, krîz kûrtir dibin sedem ew e ku li Iraqê demokrasî û zihniyet nîne. Li ser vî esasî nêzîbûnên pirsgirêkan nîne, ji bo wê ew krîz rû didin. Li Iraqê netew-dewlet û desthilatdarî tê esasgirtin. Eger ku li pirgirêk çareser nabin sedemê ev zîhniyet e. Ji ber vê yek pêwîste ev zîhniyet bê guhertin, dest ji netew-dewlet û desthilatdariyê berde. Divê sîstemek a demokratîkbûnê ji bo xwe esas bigire, bi vî awayî pirsgirêk wê bên çareserkirin. Di hilbijartina derbasbûyî de jî gel ev yek bi eşkere diyar kir. Zêde kes neçûn hilbijartinan, bawerî bi partî û hilbijartinan nemaye. Ev îfade dike ku gel sîstemeke demokratîkbûnê dixwaze. Yekê li Iraqê siyasetê dike divê vê rastiyê baş bibîne û di xwe de dest bi guhertinê bike ku bikare li Iraqê guhertinê pêk bîne. Sedemek din jî ku li Iraqê pirsgirêk kûr dibin, dewletên ji derve ne. Dewletên ji derve di siyaseta Iraqê de roleke mezin dileyîzin. Ew li gelê Iraqê nahizirin, ew berjewendiyên xwe esas digirin û li gorî berjewendiyên xwe siyasetê dikin. Di nava civakê de dijmintî û parçebûnê çêdikin. Ji dewletên ji derve yên ku dibe sedem ku li Iraqê pirsgirêk rû bide, yek jî dewleta Tirk e. Bi hevkariya PDK’ê û mala Barzanî armancên xwe li ser Başûr û Iraqê dimeşîne. Di ragihandinê de jî derket holê ku yên li Iraqê dibêjin ku MÎT ên Tirk in, li Kerkûk xwe rêxistin dikin. Tirkiyeyê di aliyê leşkerî de li gelek cihan baregehên xwe çêkiriye û her ku diçe Başûr bi dest dixin. MÎT li Kerkûk, Mûsil û wan deran kar dikin. Tirkiye Iraqê rehîn digre û li Başûr jî mala Barzanî rehîn digre. Li ser vî esasî armanca xwe ya Mîsakî Mîllî û Osmaniya Nû bi cih tîne. Xeteriyek mezin çêdike û li Iraqê parçebûnên heyî bi pêş dixe. Dixwaze Başûrê Kurdistanê bike milkê Tirkiyeyê û li ser vî esasî jî li Iraqê desthilatdarî û zextê bike. Divê tevahî gelên Rojhilata Navîn, rastiya siyaseta Erdogan-Bahçelî bizane. Di dîrokê dizanin ku Osmaniyan çi bi serê wan ve aniye. Eger ku naxwazin Osmaniya nû rû bide, divê li dijî Tirkiyê û hevkariya PDK’ê bisekinin. Eger bisekinin Tirkiye nikare Iraqê rehîn bigire.
Piştî şerê navbera Rûsya-Ûkraynayê têkiliyên di navbera hêzên NATO'yê de xurtir bûn û çalakkirina NATO'yê careke din kete rojevê. Di civîna dawî ya li Madrîdê de li gel Rûsyayê cara yekemîne Çîn jî weke gef hate pênasekirin. Li gorî we di paşerojê de tabloyeke çawa li benda cîhanê ye?
Sîstema modernîteya kapîtalîst di nava krîzekê de ye, dixwaze xwe ji vê krîzê derbixe û heta niha çiqas ji bo vê yekê kar kir, lê encam negirt. Ji bo wê şerekê 3’emîn diqewime û navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistan e. Di vî şerî de dixwaze krîza ku di nav de ye çareser bike. Eger ku şerê Ûkrayna û Rûsyayê rû da, ew encama vê yekê ye. Ango di sîstema modernîteya kapîtalîst de pirsgirêkên ku hene, ev şer derxist holê. Ji ber ku Rûsya di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de ye, lê çiqas di nav de ye jî tam sermayeya gerdûnî ya Rûsyayê çênebûye. Dixwaze bi temamî Rûsyayê bixe nav sermayeya gerdûnî, ji bo sîstema modernîteya kapîtalîst pirsgirêkan çêneke. Eger ku Emerîka, Ewropa û NATO bi ser Rûsyayê de diçe, ji bo wê yekê ye. Dixwazin Rûsyayê lawaz bikin, neçar bikin ku bi temamî bi sîstema xwe re bikin yek. Ji bo ji sîstemê re pirsgirêkê çêneke. Dixwazin bandorê li Çînê jî bikin, ji ber Çîn jî di aliyê aborî û teknîkê de gelek pêngav avêtin. Emerîka wê sîstema Çînê di nav xwe de afirandî, ji bo berjewendiyên xwe wek xeteriyê dibîne. Dixwaze pêşiya vê jî bigrin. Ew jî di nav sîstema modernîteya kapîtalîst de ye, di nav sîstemê de hinek nakokî hene. Ango her kes dikare li gor hêza xwe di nav sîstemê de cih bigre. Hinek ji cihê xwe nerazîne, dixwazin di sîstemê de cihekê xurt bi dest bixin û rolekî mezintir di sîstemê de pêk bînin. Emerîka û Îngilîstan ji ber ku pêşengiya sîstema kapîtalîst dikin, vêna ji bo xwe xeterî dibîne. Dixwazin pêşiya vê yekê bigirin. Dixwazin bi şerê cîhanê yê 3’emîn re di nava sîstemê de, rêk û pêkiyekê çêbikin û bi vî awayî pirsgirêkên di nava sîstemê de çareser bikin. Ev zehmet e ku bikarin çareser bikin. Pirsgirêk û krîzên ku di nava sîstemê de çêdibin, zû bi zû nikarin çareser bikin. Dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, lê ev jî pirsgirêkên nû derdixe. Çîn dibêje ku dixwazin şerekî sar derbixin. Lê ev ne rast e, şerekî sar pêk nayê. Şerê sar ber pêş ketibû, ji ber ku sîstema modernîteya kapîtalîst hebû. Yê ji xwe re digot ez sosyalîst im, di çiqekê vê sosyalîzmê de kapîtalîzm hebe jî vêya nakokiyên mezin çêdikir, şerê sar li ser vî esasî pêş diket. Lê îro şertên wisa nînin, Çîn û Rûsya di nav vê sîstema kapîtalîst de ne. Îdeolojî û felsefeya wan yek e, ji bo wek berê şerekî sar çênabe. Lê wê nakokî hebin û nakokiyên wan li ser esasê ku di sîstemê de cih bigirine. Hinek ji cihê xwe nerazîne, ji bo wê ev nakokî tên jiyîn. Rêber Apo di parêznameyên xwe de digot: “Îhtimal heye ku di navbera sîstema modernîteya kapîtalîst û sîstema demokratîk de lihevkirin çêbibe.” Diyare ku ew îhtimal pêk tê.
Dewleta Tirk di civîna Madrîdê de ji bo tevlîbûna li NATO'yê ya Swêd û Fînlandiyayê şert danî ku di şerê li hemberî Kurdan de piştgiriyê bidin wan. Hûn vê rewşê û encamên derketiye holê çawa dinirxînin? Çima NATO di şerê dijî Kurdan de piştgiriyê dide dewleta Tirk? Li hemberî vê pêwîste gelê Kurd polîtîkayeke çawa bimeşîne?
NATO di destpêka vê tevgerê de alîkariya dewleta Tirk dike. Di destpêkê de ev alîkarî çêbû û heta roja îro jî dewam dike. Ji ber ku dewleta Tirk dewletek a NATO’yê ye. Çima Tirkiye ket NATO’yê, çima têkiliyên xwe bi Ewropa re pêş xist? Ji ber ku dixwaze li Tirkiyeyê netew-dewlet ava bike, gel û zimanên din hemû ji holê rabin. Tenê ziman, dewlet, gel û alayekê Tirkiyeyê bihêlê, vêya her tim jî tîne ziman. Ji bo wê jî di nav gel de komkujî pêş xist. Ji bo ku bikarin vê siyasetê bimeşînin û encam bigrin, ket NATO’yê û têkiliyên xwe bi YE’yê û saziyên din re pêş xist. Da ku alîkarî ji wan bigirin û dema ev siyaset meşandin, li dijî Tirkiyeyê nesekinin. Em dibînin ku Tirkiye gelek komkujiyan dike, gelan ji holê radike, lê kes deng dernaxîne. Li dijî gerîla kîmyewiyê, çekên nûkleer, bombeyên cûda cûda bikar tîne kes deng dernaxîne. Dagirkerî û komkujiyan pêk tîne, kes deng dernaxîne. Ji ber ku dewletek a NATO’yê ye. Eger NATO vêna qebûl neke Tirkiye nikare vêya bike. Lê ew çavê xwe digirin û Tirkiyeyê teşwîq dikin. Olof Palme dixwest ku bi PKK’ê û gelê Kurd re eleqe û alîkariyê pêş bixe. Wexta ku ev yek dîtin pêşiya wê girtin. Hem kuştin û hem jî PKK sûcdar kirin, bi vî awayî komployek li dijî PKK’ê û gelê Kurd meşandin. Li ser vî esasî li dijî PKK’ê û gelê Kurd gelek biryar derxistin, xistin lîsteya terorê. Dewleta Tirk jî ji vê yekê sûd dibîne û dibêje ku mafê min heye li kuderê PKK’yîyek hebe, ez dikarim bikujim. Li ser vê biryarê Tirkiye van tiştan dike, ango NATO’yê ew derfet dan destê Tirkiyê. Çawa ku destpêkê tevgera me pêş diket, gelê Kurd şiyar dikir. Sîstema modernîteya kapîtalîst, pirsgirêka Kurd derxist holê. Yê ku li ser Kurdan siyaseta tunekirinê meşand û hêla ku Tirkiye li ser Kurdan peymana Lozanê bi rêve bibe sîstema modernîteya kapîtalîst e. Yê ku di şexsê Rêber Apo de li ser gelê me komploya navneteweyî kir, dîsan sîstema modernîteya kapîtalîst, saziyên wê û NATO’ye. Niha jî dibînin ku ji bo Rêber Apo û PKK’ê hêvî mezin dibin, fikir û paradîgmayên Rêber Apo belav dibin, çawa ku di destpêkê de bi komployê Olof Palme kuştin niha jî dixwaze komployek bi vî awayî pêş bixe. Li Madrîdê civîna NATO’yê çêbû, di wê civînê de li dijî tevgera me û li dijî gelê Kurd û Rojava biryar derxistin. Erdogan eşkera got ku ‘Divê her kes siyaseta ku ez dimeşînin qebûl bike eger qebûl kirin, ez ê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê qebûl bikim’. Madrîd qebûl kir ku Swêd û Fînlandiya bikeve NATO’yê. Wateya wê jî ew e ku Madrîd siyaseta Erdogan li dijî PKK’ê û gelê Kurd dimeşîne qebûl kirine. Niha siyaseta ku Erdogan li dijî PKK’ê dimeşîne tasfiyeyê, li dijî gelê Kurd qirkirin e û li dijî gelê herêmê jî siyaseta Osmaniya nû û ya îtîhat terakî ye. Ew îtifaqa ku li Lozan pêş xistî, di roja me de zindî kirin. Vê civînê rastiya Emerîka, Ewropa û Natoyê derxist holê. Berê jî hinek rastiyên wan hatin fêmkirin, lê piştî Sowyet belav bû û şûn de, rûyê xwe guhertin û gotin ‘Em ê demokrasiyê û mafê mirovan esas bigirin. Em ê li dijî dîktatoriyê bisekinin’. Bi vî awayî xwestin ku xwe bi mirovahiyê şirîn bidin diyarkirin. Di şerê Ûkrayna û Rûsyayê de jî wisa dan diyarkirin ku li dijî dagirkeriyê ne. Li cem Ûkrayna ne, gelê Ûkrayna diparêzin. Gel jî li dijî şer û dagirkeriyê ne, li ser vê yekê hinek rabûn ser piyan û xwestin vê jî bixin di bin xizmeta xwe de. Rûyê xwe yê gemar paqij bikin heta ku hinekê di vê de encam jî girtin. Wisa dan diyarkirin ku li cem gelê ku li dijî dagirkerî û şer disekinin e. Lê belê di civîna Madrîdê de rûyê wan der holê. Çiqas du rû ne, çiqas berjewendiyên xwe esas digrin, çiqas gelan û mirovahiyê dixapînin? Derket holê.
Tirkiyeyê digot ku ‘Pirsgirêka min a parastinê heye’. Kî gef lê dixwe? PKK û Kurd. Tirkiye Kurdan di qirkirinê re derbas dike, ango di ser qirkirina Kurd parastina Tirkiyeyê pêş dixe. Gefek a Kurd ji bo Tirkiyeyê nîne dewleta Tirk gef li Kurdan dixwe û dixwaze Kurdan tune bike. Bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye tune dike. Yekê bê parastin gelê Kurd e ne dewleta Tirk e. Sîstema modernîteya kapîtalîst li gel siyaseta Tirkiye ya qirkirinê cih digire. Divê gelê me vê baş bibîne. Biryarek ji bo Rojava pêş xistin û esas daxwaza Tirkiyeyê pêk anîne. Tirkiye niha li Rojava her roja bûyerên kuştinê pêk tîne. Her roj bi balafir, tang û topan êrîş dike û mirovan şehîd dixin. Tirkiye demografiyê diguhere ma ev ne dagirkeriye, ne siyaseteke ku Kurdan ji holê rabike? Ev tê wateyê ku biryarek di derbarê Rojava de pêş xistin ku ne li ger Rojava ye. Ew dagirkeriya ku Tirkiyeyê li Rojava pêş xistî, hemû bi biryarên wane. Eger balafirên wan neba îhtimal nebû ku ew gav ber bi pêş da bavêjin. Ji bo wê gelê me bi taybetî gelê Rojava divê rastiya Emerîka, Ewropa û NATO’yê bibîne ku siyaseta li ser Kurdan tê meşandin qebûl kirine. Ji ber ku qebûl kirine Tirkiyeyê piştî wê civînê êrîşên xwe zêdetir kir, hem li dijî gerîla, hem li Rojava û hem jî li Başûr kuştin zêde kir. Li Tirkiye girtina hunermendan û êşkence zêde kir. Bi taybet jî ev diyar dike ku dibêjin tu li dijî PKK’ê û Kurdê azad çi bikî bike. Ji derveyî vê li ser vê civînê nirxandinên ku pêş xistin nerastin. Digotin ‘Em li dijî DAIŞ’ê ne’, li dijî DAIŞ’ê gerîlayên gelê Kurd têkoşîn mezin kirin, bi hezaran şehadet dan, mirovahî ji xeteriya DAIŞ’ê rizgar kirin. Wê demê çawa dostên Rojava ne? Vane hemû xapandinin. Eger bi rastî jî li dijî DAIŞ’ê bûna, ma kê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn kir, nirxên mirovan parast, berdêlên giran da? Ev yek diyar e: Kurd û PKK’ê wan. Divê ji vê re hurmet nîşan bidin, lê siyaseta Tirkiye dibînin û wê qebûl dikin. Gelê me vê dibîne, êdî kes nikare gelê Kurd bixapîne, kes nikare li ser gelê Kurd siyasetên komkujiyan bimeşîne û berjewendiyên xwe ferz bike. Ew dem xilas bûye, êdî gelê Kurd şiyar e. Ji bo wê jî kes nikare pêşengê gelê Kurd û PKK’ê, Rêber Apo teslîm bigire. Dewleta Tirk çi dike bila bike, yê ku hevkariya wan dikin çi dikin bila bikin, nikarin gelê Kurd, PKK’ê û Rêber Apo teslîm bigirin. Gelê Kurd xizmetek mezin ji bo wan kir, ew deyndarê gelê Kurd in, pêwîste deynê xwe bidin.