Nobeta edaletê ya malbata Senyaşar dewam dike

Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin çalakiya Nobeta Edaletê li dar dixe. Îro roja 489'an a çalakiyê ye.

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Bi armanca darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Malbatê di roja 489. a Nobeta Edaletê de ji ber serdanên cejnê li mala xwe ya Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.

Malbata Şenyaşar wekî rojên din li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamek nû parve kir: "Îro piştî serdana goristanê, ji ber mêvanên ji derveyî bajêr tên em ê nobeta xwe ya edaletê li malê bigirin. Deriyê me ji her kesê ku bixwaze bê serdana cejnê re vekirî ye."