Hêzên PDK’ê 4 kes destgîr kirin - HATE NÛKIRIN

Hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve li gund û navçeyên Amediyê li ser gelek malan de girt û di nav de pêşmerge jî 4 kes destgîr kirin.

Hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve li Şêladizê, Sersingê û Dêralokê yên navçeya Amediyê ya Dihokê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de welatiyê bi navê Zêrevan Dêresî û pêşmergeyê bi navê Elî Pinyanişî hatiye destgîrkirin. Her wiha navê welatiyên din nehate zanîn. 

Hate zanîn ku ji ber welatiyan bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dane ji aliyên hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve hatin destgîrkirin.

Nehat zanîn ku welatiyên ji aliyên PDK’ê ve hatine destgîrkirin birine kûderê.