Fermandariya Biryargeha NPG'ê gerîla pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) şervan û fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê, ji ber çalakiyên wan ên serketî pîroz kir.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de wiha hate gotin:

"Beriya her tiştî em bi ruhê Berxwedan û Serketinê yê 14'ê Tîrmehê hevalên ku şer dikin hemûyan silav dikin.

Em sala 40'î ya Çalakiya 14'ê Tîrmehê ya dîrokî li pey xwe dihêlin. Gelekî girîng e ku di sala 41'ê de bi heman bawerî, biryardarî ruhî têkoşîn tê meşandin, xeta berxwedan û serketinê ya PKK'ê li çiyayên Kurdistanê tê geşkirin û bi çalakiyên gerîla yên bi bandor tê silavkirin. Helwesta berxwedanê ku di şexsê Rêber Apo, gerîla û gelê me yê welatparêz de tê nîaşndan, radixe pêş çavan ku hîmên PKK'ê çiqasî qewîn e, kevneşopiya xwe çiqasî xurt e û dilsoziya bi vê kevneşopiya esîl re 40 salan bênavbera û bi hevgirtî dewam kiriye.

Artêşa Tirk a dagirker ku bi êrîşa li ser Zap, Avaşîn û Metînayê xwest Başûrê Kurdistanê dagir bike, di vê armanca xwe de bi ser neket. Gerîla ku bi îradeya ji pola dîwarekî berxwedanê danî pêşiya artêşa Tirk a dagirker û her roj derbên giran li dagirekran xistin, nehiştin ku dagirker bigihêjin armanca xwe. Artêşa Tirk a ku nikare bi pêş ve biçe û xwe bigihîne armanca xwe, hewl dide êrîşa dagirkeriyê li qadên nû belav bike û bi vî rengî xwe ji rewşa tê de ye rizgar bike. Lê belê ev jî jê re nebû derman û dagirker hîn bêhtir dibin hedef. Artêşa Tirk ji bo rewşa xwe ya xitimandina taktîkî ya li qada şer rizgar bike, şeva 4'ê Tîrmehê li rojavayê Zapê êrîşa dagirkeriyê berfireh kir. Lê belê we hevalên hêja, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de şeva 4'ê Tîrmehê di çalakiyan de 16 dagirker ceza kirin, derb li 2 helîkopteran xistin û bi vî rengî bersiva destpêkê dan.

Roja 5'ê Tîrmehê taktîkên sûîqest û sabotajê li ser hev bi rengekî serketî xistin meriyetê û 15 dagirker ceza kirin.

6'ê Tîrmehê destpêkê derb li helîkopterê xistin, piştre jî kemîn danîn pêşiya baskekî dijmin û bi çalakiya gerîla ya koordîneyî 13 dagirker ceza kirin. Dûre jî bi taktîkên sûîqestê 9, bi taktîka serdegirtinê 3 dagirker ceza kirin û derb li helîkopterekê xistin. Bi vî rengî fatûre li dijmin birîn ku hewl dida li Qadên Berxwedanê bi pêş ve biçe.

7'ê Tîrmehê 2 dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan ve bi pêş ve biçin, ceza ikrin, çûn ser cenazeyên wan, debanceyek bi marka Glock, 2 tivingên HK-416 ên Elman, 2 cîhaza destnîşankirinê ya lazerê, 2 amûrên çekê û cîhazeke ragihandinê ya bi marka Aselsanê desteser kirin. Her wiha cenazeyê leşkerê bi navê Nacî Kaygisiz xistin bin kontrola xwe û bi vî rengî durûtiya artêşa Tirk û medya şerê taybet raxistin pêş çavan, careke din ispat kirin ku artêşa Tirk qiymetê nade cenazeyê leşkerê xwe û windahiyên xwe ji raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêre.

Serketineke gelekî girîng e ku we taktîkên encamgir ên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi afirînerî û hostatiyeke mezin xistin meriyetê, bi rêbaza şerê tîm ê bi tevger derbên giran li dijmin xistin. Her wiha bi saya çalakiya we, bang li malbata Nacî Kaygisiz hate kirin ku cenazeyê xwe werbigire û ev yek jî bû derseke mirovahiyê ya ji bo dagirkerên ji mirovahiyê bêpar in.

Em hemû fermandar û hevrêyê şervan ji ber van serketinên wan silav dikin ku performanseke bi vî rengî ya şer û çalakiyan afirandin. Em di wê baweriyê de ne ku Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê wê serketinên hîn mezintir dewam bike û hevrêyan hemûyan ku bi rengê fedaî şer dikin bi hezkirin û hurmet silav dikin, serketinê ji wan re hêvî dikin."