Rêveberê HDP’ê Kadrî Devîr hate girtin

Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê Kadrî Devîr, bi hinceta ku der barê wî de cezayê girtîgehê yê pejirandî hebû hate girtin.

Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kadrî Devîr di saetên serê sibê de li navçeya Pirsûsa Rihayê di serdegirtina malê de hate destgîrkirin. Devîr, bi hinceta der barê wî de cezayê girtîgehê yê pejirandî hebû, li Edliyeya Rihayê ku ew birinê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê. 

Hate hînbûn ku di sala 2013’an de di doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hatibû vekirin de 6 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li Devîr hatiye birîn û hem Dadgeha Îstînafê û hem jî Dadgeha Destûra Bingehîn cezayê li Devîr hatibû birîn pejirandine.