Serdanên cejnê yên ji bo malbata Şenyaşar

Saziyên sivîl û hiqûqî, bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana malbata Şenyaşar kirin, ku 490 roj in ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin di Nobeta Edaletê de ye.

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Di roja 490’emîn a çalakiyê de malbat hat qada bi navê “Koşeya edaletê ya malbata Şenyaşar” a li ber Edliyeya Rihayê. Di roja sêyemîn a cejnê de jî rêveber û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Siwêregê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Rihayê malbat ziyaret kirin.

Parêzer Serdar Tum di serdana malbatê de axivî û wiha got, "Ji bo malbat cejnên xwe pîroz bikin û sersaxiyê bidin, divê edalet pêk bê. Em weke platform di şexsê dayika Emîne de li cem hemû dayikên edaletê dixwazin e."

Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke jî got, "Ji ber ku hê daxwazên malbata Şenyaşar ên mafdar nehatine bicihanîn, malbat di roja cejnê de jî li vir e. Ji bo ku li gorî qanûnên hiqûqî daxwazên malbatê di zûtirîn demê de bi cih bînin, em hatin serdana cejnê û ji bo piştevaniya malbatê em li vir in. Heta ku daxwazên malbata Şenyaşar pêk bên em jî li vir bin. Em ê li cem wan bin."