MED TÛHAD-FED li Amarayê ye: Divê têkoşîna li hemberî tecrîdê xurt bibe

MED TÛHAD-FED çû gundê Amarayê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûbû. Di serdanê de hate diyarkirin divê têkoşîna li dijî tecrîdê were xurtkirin.

Rêveberên MED TÛHAD-FED’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn gundê Amarayê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûbû û bal kişandin polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk.  Mehmet Ocalan û parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan heyet pêşwazî kirin.

Hevserokê MED TÛHAD-FED’ê Zekî Baran li Amarayê daxuyanî da û diyar kir di sala 2022’an de ew du caran hatine gund û di her du caran de jî hatine astengkirin. Baran diyar kir di şexsê malbata wî de wan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin.

DIVÊ EM HEWLDANÊN XWE YÊN JI  BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN KÛRTIR BIKIN

Baran qala polîtîkaya tecrîdê ya 23 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd kir û got “Polîtîkaya tecrîdê ya dermirovî didome. Tekane armanca vê polîtîkayê ev e ku têkiliya rêzdar Ocalan û ya gel qut bikin. Çi bibe jî, hezar sal derbas bibin jî wê fikr û têkoşîna rêzdar Ocalan neyê jibîrkirin. Ji ber vê jî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn li ku derê winda kirine, divê li wir lê bigerin. Ji ber ku krîzên îro yên siyasî, ekonomîk û burokratîk girêdayî tecrîda li ser rêzdar Ocalan e. Ji ber vê divê rêzdar Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Divê gelê Kurd hewldanên xwe yên di vî warî de kûr bike.”

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir piştî sala 2015’an şertên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd zêde bûye, ne parêzer, ne malbat û ne jî heyet nikarin biçin Îmraliyê û got “Deriyê me her dem ji gelê Kurd re vekiriye. Ji ber ku fikrên Rêber Apo di dilê gelê Kurd de olan dide. Divê dewleta Tirk êdî xwe ji ber çavan derbas bike. A niha li her çar parçeyê Kurdistanê şer heye. Ji bo pêşiya van şeran were girtin û herikandina xwînê sekinandin divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd biqede û rêyên diyalogê were vekirin. Ji bo pêkhatine aştiya Rojhilata Navîn tekane mûxatap rêzdar Ocalan e.”

‘DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ WERE VEKIRIN’

Mehmet Ocalan jî diyar kir di 3 salên dawîn de têkiliya wan a bi Rêberê Gelê Kurd re qut bûye û got “Divê astengiyên li pêşiya hevdîtinê were rakirin. Lê em dibînin li Girava Îmraliyê hiqûq rakirine. Ev nayê qebûlkirin. Divê li her girtîgehê hiqûq wekî hev be. Divê deriyê Îmraliyê ji parêzer, malbat û heyetan re were vekirin. Heke ew derî vebe wê aştî were Rojhilata Navîn. Berevajî vî tiştî wê tu xêra wê ji Kurdan, Tirkan, Ereban û gelên din re tunebe. Ji ber ku polîtîkaya tecrîdê ya li wir li Tirkiyeyê belav dibe. Ev tişt sûdê nade tu kesî.”