HPG: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîla de ku bi pêşengiya tîmên bi tevger ên YJA Starê hatin lidarxistin, 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê berxwedana dîrokî dewam dikin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê, di çalakiyan de ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê hatin lidarxistin 8 dagirker hatin cezkairin, sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin. Dagirkerên ku nikarin li ber berxwedana gerîla bisekinin, 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 15 caran jî bi balafirên şer bombe li qadên berxwedanê barandin."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

9'ê Tîrmehê danê nîvro li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, dagirkeran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li tunelên şer barandin û piştre ketin nava liv û tevgerê. Tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran dan û dagirkerek ceza kirin.

9'ê Tîrmehê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

9'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ber bi çeperên şer ve ketin nava liv û tevgerê, tîmên me yên bi tevger lê dan û herî kêm dagirkerek ceza kirin.

10'ê Tîrmehê saet di 06:00 û 06:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên tevdigeriyan, bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê çalakî hatin kirin. 5 dagirker hatin cezakirin.

10'ê Tîrmehê saet di 08:35'an de sîstemeke kamera ya mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hatibû bicihkirin, hate îmhakirin. Piştre jî dagirkerê ku ji bo kontrolkirina kameraya mobesse hate qadê, bi sûîqestê hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

9'ê Tîrmehê saet di navbera 22:30-23:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran bombe li çeperên şer hatin barandin.

10'ê Tîrmehê serê sibehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran hatin bombekirin.

9'ê Tîrmehê saet di navbera 01:00-03:00 de çeperên şer ên li Şehîd Têkoşer ên Avaşînê bi çekên ferdî û giran hatin bombekirin.

9'ê Tîrmehê dagirkeran carekê bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara barandin.

9'ê Tîrmehê saet di 07:30'î de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kokerê 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer hatin kirin;

9 û 10'ê Tîrmehê drone li ser qadên berxwedanê yên Girê FM û Çemço geriyan.

9'ê Tîrmehê Girê Amediyê, Deşta Kafya û Xêrê yên Garê, Saca, Sîda û Çemço yên Zapê û qada Şehîd Têkoşer a Avaşînê 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

9'ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê bi çekên giran hate bombekirin."