KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Piştî êrîşê heyeteke Iraqê çûn Mexmûrê
Piştî êrişa hewayî ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), heyeteke girêdayî hikûmeta Iraqê serdana wargehê kir û li cihê êrişa ji aliyê balafirên bêmirov a bi çek a dewleta Tirk ve pêk hat, lêkolîn kir. -
'Bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan em ê civakeke zane û exlaqî biafirînin'
Rewşenbîr û hiqûqnasên Efrîn û Şehbayê li ber tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û diyar kirin ku dîlgirtina Ocalan dîlgirtina aştiyê ye. -
Li Êlihê hejmara kesên hatin destgîrkirin zêde bû
Li Êlihê hejmara kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin gihîşt 4 kesan. -
Dewleta Tirk bombe li maleke li wargeha Mexmûrê barand -NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker bi balafieke bêmirov a biçek bombe li maleke li wargeha Mexmûrê barand. -
Nobeta Edaletê ya Amedê di roja 232’an de ye
Xizmên girtiyên nexweş di roja 232’an a Nobeda Edaletê de li hev civiyan û azadiya girtiyan xwestin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kûmrû Çetînkaya hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kûmrû Çetînkaya, ku li Çiyayê Katoyê di şer de şehîd bû, li Êlihê hate veşartin. -
CPT: Zarokên li Bamernê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin
CPT’ê ragihand ku piştî lêkolîna li Bamernê û şahidên bûyerê êrîşa ku 26’ê Gulanê li Bamernê pêk hat û 2 zarok hatin qetilkirin, ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye. -
Girê Marya li dagirkeran veguherî Girê Cehennemê
Girê ku gelê Asûrî jê re 'Marya' dibêje, li navenda Zapê mîna kelehekê ye. Ev gir li leşkerên Tirk bûye Girê Cehennemê. -
'Dewleta Tirk li her devera ku dagir dike, daran dibire'
Wekîlê YNK'ê Zîkri Zêbarî got, dewleta Tirk li her devera ku dagir dike daran dibire, baregehên eleşkerî çêdike û destnîşan kir, ku ji bo pêşîgirtina li dagirkeriya dewleta Tirk divê her kes helwesteke cidî nîşan bide. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî qada Girê Amediyê dike
Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya dikeve rojavayê Zapê bomberdûman dike û dixwaze leşkeran ji hewayî ve dane xwarê. -
Jinên Tîrêjên Rojê li Wan û Geverê çalakî li dar xistin
Jinên Tîrêjên Rojê li Wan û Colemêrgê rêze çalakî li dar xistin. -
Gerîla li Werxelê li dagirkeran da: 7 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiya gerîlayan a li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Li Cizîrê di şermezarkirina DEDAŞ'ê de 20 kes hatin destgîrkirin
Leşkeran êrîşî gundiyên ku li gundê Newala Îsaaxa û Zûran ên girêdayî gundê Dîrseklî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, neqlkirina saetên elektrîkê li stûnan protesto kirin, kirin û bi bikaranîna şîdetê ve 20 kes destgîr kirin. -
Li Başûrê Kurdistanê di nava 6 mehan de 62 rojnamevan rastî binpêkirina mafan hatin
Sendîkaya Rojnamevanan a Herêma Kurdistanê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê di şeş mehên destpêkê yên salê de 62 rojnamevan rastî binpêkirina mafan hatine. -
Gerîlayan yek jê payebilind 9 dagirker ceza kirin
HPG: Di encama çalakiyên tîmên me yên bi tevger de ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin, yek jê payebilind 9 dagirker hatin cezakirin. -
Doza JÎTEM’a Kerboranê: Hemû kujeran beraat kirin
Di rûniştina Doza JÎTEM’a Kerboranê de derbarê 18 bersûcan biryara beraatê hate dayîn. -
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Dîdar, Ozgur û Zemanî bi jiyana xwe ji me re bûn pêşeng, bi şehadeta xwe re jî ji me re bûn fermana hilanîna tolê û geşkirina têkoşînê." -
Şîrketên produksiyonê yên Piya û Arî hê jî di bin dorpêça polîsan de ne
Li Amedê dorpêça polîsan a li ser şîrketên produksiyonê yên Piya û Ariyê 27 roj in didome. -
DEDAŞ û leşkeran êrîşî gundiyan kirin: 5 kes birîndar bûn 6 kes hatin destgîrkirin
Li gundekî Cizîra Şirnexê gundiyan nerazîbûn nîşanî veguheztina saetên elektrîkê dan. Leşkeran bi TOMA’yan êrîşî gel kirin. Di êrîşê de 5 kes birîndar bûn, 6 kes jî hatin destgîrkirin. -
Rapora Hezîranê: 35 rojnamevan hatin destgîrkirin, 16 hatin girtin
DFG'ê ragihand ku meha Hezîranê êrîş li 25 rojnamevanan hatiye kirin, 35 rojnamevan hatine destgîrkirin, 16 jî hatine girtin. -
Li Cizîrê leşkeran êrîş birin ser gundiyan
Li gundekî navçeya Cizîrê ya Şirnexê, jendermeyan êrîş birin ser gundiyan. Di encamê de gelek kes birîndar bûn. -
Li 14 deverên Bestayê dar têne birîn
Li herêma Besta ya Şirnexê li 14 deverên cuda cerdevanan dest bi birîna daran kirin. -
Karasû: Li dijî vê desthilatdariyê tenê têkoşîn divê!
Mûstafa Karasû diyar kir ku çavkaniya îdîaya 'Wê li Îmraliyê hevdîtin bê kirin' MÎT û AKP ye û got, "Li dijî vê desthilatdariyê tenê têkoşîn divê. Rêber Apo jî bi sekn û helwesta xwe bi vî rengî nêzî desthilatdariyê dibe." -
Dîmenê eniya şer a li Zapê
Rojnamevan Kûrtay Serhat dîmenê qada şer kişand ku di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê şerekî giran lê diqewime. Serhat li ser wan giran qala hewldanên dagirkeriyê yên leşkerên Tirk kir. -
Li Wanê komkujiya penaberan - HATE NÛKIRIN
Li gundê Karahîsara bi ser navçeya Seraya Wanê ve leşker û cerdevanan wesayîta panberan gulebaran kir. Di encama gulebaranê de penaberek hate qetilkirin û herî kêm 9 penaber jî birîndar bûn.