Meta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest da

Meta Rêberê Gelê Kurd Abdullah a 97 salî, Eynê Ocalan jiyana xwe ji dest da.

Meta Rêberê Gelê Kurd Abdullah, Eynê Ocalan a 97 salî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro jiyana xwe ji dest da.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku ji ber temenê xwe yê dirêj gelek nexweşî li meta wî çêbûne.

Ocalan diyar kir ku bi sedan kes hatine taziyeya ji bo meta wî ya li gundê Amarayê hatiye danîn û wiha got: “Ji ber temenê xwe demek bû meta min nexweş bû. Hew karî nexweşiyên xwe rake û îro rehmet kir. Mala wan kesan ava be ku hatin taziyeyê, bi telefonê sersaxî xwestin.“