'Nexweşiyeke giran li nava girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Xarpêtê belav dibe!'

Girtî Celalettîn Demîr ku li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin anî ziman ku nexweşiyeke giran li nava girtiyan belav dibe û got: “Heta niha 60 hevalên me bi vê nexweşiyê ketine." Demîr bang li raya giştî kir ku bala xwe li ser mijarê be.

Zext, êrîş û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan bê navber zêde dibe. Li aliyekî girtiyên nexweş nayên dermankirin, li aliyê din girtiyên cezayê li wan hatiye birîn qediyane lê nayên berdan û bi her cûrî êşkence li ser wan tê kirin. 

Têkildarî rewşa girtiyan Selahattîn Demîr ku bavê girtiyê bi navê Celalettîn Demîr e, li ser rewşa girtiyên siyasî ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku lawê wî gotiye ku nexweşiyek giran di nava girtiyan de belav dibe û heta niha 60 girtî bi vê nexweşiyê ketine.

‘NEXWEŞIYEKE GIRAN DI NAVA GIRTIYÊN SIYASÎ DE BELAV BÛNE’

Selahattîn Demîr di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wî di 4’ê Tîrmehê de bi lawê xwe yê bi navê Celalettîn Demîr yê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Xarpêtê tê ragirtin, bi rêya telefonê axiviye û lawê wî wiha gotiye: “Şewbek li girtîgehê belav bûye û nêzî 60 girtî bi vê nexweşiyê ketine. Zêdeyî 100 girtî di vê girtîgehê de hene û her ku diçe jî ev nexweşî belav dibe. Li gor lawê min gotî, ev nexweşî tenê di nav girtiyên siyasî de belav dibe. Heta niha jî nizanin sedema vê nexweşiyê çiye. Wek nexweşiya Covîd-19’ê belav dibe. Lawê min got ku me gelek caran xwestiye wan bibin nexweşxanê yan jî derman ji bo wan bînin, lê dewletê ev daxwaza wan ne pejirandiye. Zarokên me hiştine benda mirinê. Rewşekî xeter û lezgîn e. Lawê min ji min re got, dengê wan bigihînin hemû derê û xwedî li wan derbikevin. Rewşa girtiyan xerab e û divê demildest çareseriyek bê dîtin. Rewşek lezgîn e, divê em wek malbat û gelê Kurd li hewara zarokên xwe rabin. Xwarin nadin girtiyan, çerm û hestî mane. Bi carekê 60 girtî bi vê nexweşiyê ketine."

‘DIXWAZIN VÎNA GIRTIYAN BIŞKÎNIN’

Selahattîn Demîr bibîr xist ku rewşa girtiyan niha gelek xeter e û wiha pêde çû: “Jiyana zarokên me di xeteriyê de ne û tenduristiya wan ne baş e. Dema ku em diçin hevdîtinan, çi hevdîtina vekirî be çi jî ya girtî be, sizayan li ser girtiyan disepînin. Xwarin nadin wan û dixwazin bi vî şêwazê vîna girtiyan bişkînin. Dixwazin girtî dest ji doza xwe berdin û vîna xwe radestî dewletê bikin. Lê girtî ti carî serî li hember wan natewînin. Girtî ji me re radigihînin û dibêjin, ‘rewşa me pir giran e. Me nabin nexweşxaneyan, derman nakin û roj nîne ku siza nekin.’ Girtî dibêjin xwedî li wan derbikevin."

‘BILA LI GIRTÎGEHAN LÊKOLÎN BÊ DESTPÊKIRIN’

Herî dawî Selahattîn Demîr ku bavê girtiyê bi navê Celalettîn Demîr e, ev bang kir: “Em malbatên girtiyan, van kiryarên li ser zarokên xwe bi tundî şermezar dikin. Çi ji destê me bê divê em bikin. Wek malbatên girtiyan em amade ne ku xwedî li girtiyên xwe derbikevin. Em heta dawî li dijî van kiryarên ser girtiyan in. Divê em malbat demildest pêşî li van kiryarên dewletê bigrin û xwedî li zarokên xwe derbikevin. Hê ku cenaze derneketî em bi hewara girtiyên xwe ve biçin. Ger em nerabin û cenaze ji girtîgehan derbikeve, êdî ti armanca me ya jiyînê namîne. Demildest divê em çareseriyekê ji girtiyên xwe re peyda bikin. Em bang dikin, werin em bi hev re li dijî tecrîd, zilm û zextên ser girtiyan rabin ser lingan. Banga girtî û xizmên girtiyan yek e, bila saziyên mafên mirovan li girtîgehan lêkolînan bidin destpêkirin."