Qurbaniyê komkujiya Helebceyê: Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî em bibin yek

Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê Luqman Ebdulqadir Mihemed bal kişand li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên bi destê dewleta Tirk û bang li Kurdan hemûyan kir ku li dijî van êrîşan bibin yek.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker her ku li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê  derbên giran dixwe, gaz û çekên qedexe bikar tîne. Herî dawî HPG’ê ragihand ku 10'ê Tîrmehê saet di 12:50'î de artêşa Tirk a dagirker li hemberî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bombeya fosforê û teqemenî bikar aniye.

Yek ji qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê û Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê Luqman Ebdulqadir Mihemed bal kişand ser bandora bikaranîna çekên kîmyawî û got: “Li kû derê çekên qedexe bê bikaranîn em li dijîne. Divê em piştevaniya hev bikin."

‘HERÎ ZÊDE EM QÛRBANÎ ÊŞ Û AZARA VÊ DIKIŞÎNIN, LI DIJÎ VÊ NE’

Ebdulqadir Mihemed anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî li her cih û her qonax û devera cîhanê karekî ne mirovî ye û got: “Ev çek li gorî pîvan û hiqûqa navneteweyî hatiye qedexekirin. Weke kesek qurbanî ku herî zêde êş û azara vê dizanin û dikişînin, em dizanin bikaranîna vê çekê ya li ser mirovan û kesên dibin qûrban bandorek zêde lê dikin. Em ji her kesî bêhtir bi êş û azarê bikaranîna van çekan zanin. Ji bo wê ye ku li kû dera cîhanê bê bikaranîn em li dijî vê ne û bi fikar nêzîk dibin.”

‘EM HEMÛ KURD IN, DIVÊ PIŞTEVANIYA HEV BIKIN’

Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce Luqman Ebdulqadir Mihemed li ser bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ber bikaranîna çekên kîmyawî û qedexe jî ev anî ziman: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber rewş û têkiliyên bi welatên ku Kurdistan li ser hatî parçekirin, nikaribe helwesta xwe nîşan bide. Di wê bawerî û hêviyê de me ku her kesê xwedî wijdan û hestê mirovî pêre be, li kû dera cîhanê li dijî mirovan bê bikaranîn, li dijî wê ne. Em hemû Kurd in û divê piştevaniya yek bikin. Me dît dema ku Helebce hate kîmyabaran kirin Kurdan hemûyan piştevaniya qurbanî û Helebceyiyan kirin. Her kes ji bikaranîna vê çekê nerazî ye û helwesta heye."