Li Îsraîlê, partiya ûltra Ortodoks gefa hilweşîna hikûmetê xwar

Partiya Şas ku hevparê koalîsyona Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ye gef xwar ku eger krîza li ser mûafbûna Cuhiyên ûltra Ortodoks ji xizmeta leşkerî ya mecbûrî neyê çareserkirin, wê hikûmetê hilweşîne. Partiyê du roj muhlet da Netanyahu.

Civaka Îsraîlê bi taybetî ji ber şerê li Xezeyê dewam dike, li hember muafiyeta ûltra-Ortodoks a ji xizmeta leşkerî nerazî ne.

Hin endamên partiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu dixwazin xizmeta leşkerî ji bo cuhiyên ûltra-Ortodoks mecbûrî bikin.

Lê partiya Şans dixwaze ku ûltra-Ortodoks ji xizmeta leşkerî heta hetayê muaf bimînin. Berdevkê Şasê Asher Medîna, got ku heke lihevkirinek çênebe, ew ê ji bo fesixkirina Meclîsê (Knesset) deng bidin.

Mûxalefet jî hewl dide ji vê krîzê sûd werbigire û plan dike ku roja Çarşemê li Meclîsê li ser pêşnûmeqanûnekê deng bide ku tê wateya hilweşîna hikûmetê.

Koalîsyona Netanyahu ya 2022’yan ji Lîkûd, partiyên rastgir û ûltra-Ortodoks pêk tê. Vekişîna partiyên ûltra-Ortodoks wê bibe sedema dawiya hikûmetê.