Meclîsa Îştar di çareserkirina pirsgirêkên wargehê de bi erka pêşengiyê radibe

Nûran Sezgîn diyar kir ku Meclîsa Îştar di çareserkirina pirsgirêkên wargehê de bi berpirsyarî û rola sereke radibe û got, “Em li qadên tenduristiyê, perwerdekirina jinan, aliyê aborî û çareserkirina pirsgirêkên lihevhatinê xwe bi rêxistin dikin."

Jinên Wargeha Penaber a Şehîd Rustem Cûdî sala 1995-1996’an di bin sîwana YAJK’ê de xwe rêxistin dikin û sala 2003’an jî Meclîsa Îştar ava dikin. Li wargeha Mexmûrê Meclîsa Îştar bi roleke sereke radibe.  Bi taybetî jî ji sala 2017’an û şûn de li hemberî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û ambargoya ku sala 2019’an û vir ve ji aliyê hevkarê wê PDK’ê ve li ser wargehê didome, jinan berdêlên giran dan û hesabên dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê PDK’ê bi îradeya xwe têk birin. Her wiha di çareserkirina pirsgirêkên di nava gelê wargehê de, bi taybetî jî yên jinan, Meclîsa Îştar rolek sereke dilîze. Têkildarî rêveçûna kar û çareserkirina pirsgirêkên civakî, zoriyên ku jinê li hemberî êrîşên derûnî û fîzîkî yên dewlet Tirk û PDK’ê rû bi rû dimînin  û sekna jinê ya li hemberî van êrîşan, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Nûran Sezgîn ji ANF’ê re axivî.

Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku Meclîsa Îştar sala 2003’an hatiye avakirin û got: “Lê belê dîroka wê digihije berê, dema ku gel sala 1994’an penaberî Başûr dibin sala 1995-1996’ê di bin sîwana YAJK’ê de xwe rêxistin dikin. Hevalên me yên jin di wê deman de xwe li taxan bi rêxistin dikin. Di wê demê de bi taybetî jî herî zêde jin anîn cem hev û ji pirsgirêkên wan re bûn bersiv. Sala 2003’an piştî xwe rêxistinkirin û avakirina Meclîsa Îştar, nûnerên xwe li semt, tax û saziyan bi cih dikin. Li ser vî esasî herî zêde giraniyê didin ku çawan bikarin jinan li taxan bînin cem hev, pirsgirêkên jinan çi ne û çareseriya wê çawan dibe? Ango Meclîsa Îştar li ser vî esasî tê avakirin.”

HER DU SALAN CAREKÊ MECLÎSA ÎŞTAR KONFERANSA XWE LI DAR DIXE

Sezgîn diyar kir ku her du salan carekê Meclîsa Îştar konferansên xwe li dar dixe û axaftina xwe wiha domand: “Di konferansan de xebatên du salan tên nirxandin; Çawa dikarin zû bi zû bi pirsgirêkan re rû bi rû nemînin û çawa dikarin xwe baştir rêxistin bikin? Di nava du salan çawa mirov dikare perwerdekirina jinan ji xwe re esas bigire û herî zêde li ser perwerdeya jinan a di aliyê bîrdozî û tenduristî de, nîqaş tên kirin. Ji derveyî wê jî di her alî de li ser perwerdeya jinan tê sekinîn. Her sal em civînên xwe yên berfireh li dar dixin û di nava her du mehan de jî civîn tên lidarxistin. Her wiha her meh jî em civîna xwe ya rêvebiran li dar dixin. Piştî konferansê endamên Meclîsa Îştar ên 81 kesî kom dibin, rêvebirên xwe yên 31 kesî diyar dike û di nava van van rêvebiran de jî koordînasyonên 9 kesî tên diyarkirin. Rêvebirên me yên 31 kesî di nav semt û saziyan de wek nûnerên Meclîsa Îştar cihê xwe digirin.”

‘JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN KOMÎTEYÊN ME DIKEVIN DEWRÊ’

Nûran Sezgîn di dewama axaftina xwe wiha axivî: “Di konferansên xwe de em bi taybetî di qadên tenduristiyê, perwerdekirina jinan, aliyê aborî û çareserkirina pirsgirêkên li hevhatinê de xwe bi rêxistin dikin. Di aliyê çareserkirina pirsgirêkên lihevhatinê de komîteyên me hene; Eger pirsgirêk bê Meclîsa Îştar yan neyê, dîsa jî Meclîsa Îştar di çareserkirina wê pirsgirêkê de di pileya yekem de berpirsyar e. Çi tundîtûjî be, çi êrîşek be, pirsgirêkên navxweyî be, malbatî be, civakî be û yên cîranan be komîteyên me yên çareserkirina pisgirêkên lihevhatinê dikevin dewrê û li ser çareserkirina pisgirêkan bi wan kesan re nîqaş dikin.

Bi taybetî jî herî zêde di vê pêvajoyê de rastiya dijmin tê zanîn, êrîşên dijmin ji sala 1994’an û heta roja îro dewam in. Lê belê wek Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji meha Kanûnê sala 2017’an ve jî, gelê wargehê bi êrîşên hewayî re rû bi rû dimîne. Di van êrîşan de jî herî zêde jin û zarok ji van êrîşan bandor dibûn. Ji êrîşên sala 2017’an ve me bi dehan dayîk şehîd dan.”

‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN DIJMIN JINÊ ROLA SEREKE LÎST’

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Nûran Sezgîn bi bîr xist ku ji sala 2019’an şûn ve jî ji aliyê hevkarê dewleta Tirk a dagirker PDK’ê ve ambargo li ser Mexmûrê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi sedan jinên malbatên şehîdan ên wargehê, ji bo rêvebirina debara xwe ji derve kar dikirin. Bi dehan jinên du canî jî ji ber rêgiriya PDK’ê, li ber seytereyên wan zarokên xwe winda kirin. Mantiqê dijmin ê şerê taybet ew bû ku îradeya jinê teslîm bigire. Lê belê dijmin hîna rastiya gelê wargehê baş fêm nekiriye ku dixwaze bûyerên layiqî kesayeta xwe pêş bixe. Di êrîşên hewayî de jî hemû cîhan bû şahid ku jin li hemberî êrîşên hewayî yên dijmin, rola sereke lîst û her çiqasî jin di van êrîşan de jî berdêlên giran dabin, di şerê gel ê şoreşgerî de wek wargeh em ê her tim xwedî li rol û mîsyonên xwe derbikevin. Em ê her tim ruhê dayîktî û welatparêziyê jî biparêzin.”